WAN – Jinên Serhedî yên li dijî tundiya ser jinan li Wanê civiyabûn li gel qedexe û asetngiya polîsan jî gotin: “Me qadan terk nekir û em ê terk nekin.”
Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Naneteweyî Li Dijî Tundiya Jinan de li Wanê meşa bajarên herêma Serhedî hatibû lidarxistin. Jin ji Agirî, Mûş, Bedlîs, Qers, Îdîr û Colemêrgê hatin Wanê û beşdarî çalakiya 25’ê Mijdarê bûn. Jin li gel astengiyan jî derketin qadan û gotin ew di 25’ê Mijdarê de jî bi şideta dewletê re rû bi rû mane. Jinan anî ziman ku ew ê li dijî her cûre şidetê qadan neterikînin.
'EM Ê QADAN VALA NEHÊLIN’
Sînem Seven a ji bo çalakiyê ji Colemêrgê hat Wanê diyar kir ku li tevahiya Tirkiyê çalakiyên jinan hemû hatin qedexekirin û got: “Em di 25’ê Mijdarê de li dijî tundiyê û komkujiya jinan derdikevin, lê polîsan xwest êrişî dayik û jinên ciwan bike. Tevî vê yekê jî em meşiyan. Dê êriş û zext nikarin me bitepisînin. Em ê dengê xwe bilind bikin. Çimkî êdî li welat şidet û kuştinan jinan derketiye asta herî jor. Tekane sedemê vê yekê jî polîtîkaya dewletê ya necezakirinê ye û kujeran berdide. Ji bo şidet û kuştin bi dawî bibe em ê heta nefesa xwe dawî li qadan bin û qadan terk nekin.”
'JI HÊZA JINAN DITIRSIN’
Hamîde Turan a ji Agiriyê hat Wanê û beşdarî çalakiyê bû jî da zanîn ku jinên dixwazin li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin bi awayek tê xwestin werin bêdengkirin û got: “Me li dijî tundiya ser jinan got na lê em bi tundiya polîsan re rû bi rû man. Ji hêza jinan ditirsin. Lê bila her kes baş dizanibe em ê qedan neterikînin.”
'EV Ê ZÎHNIYETÊ QEBÛL NAKIN’
Emîne Atak a ji Colemêrgê beşdarî çalakiya li Wanê bû anî ziman ku ew ê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û got: “Em zilma zîhniyeta baviksalar û dewletê qebûl nakin. Her roj jin tên tkuştin. Hêj gavek pêşî li van kuştinan bigire nehatiye avêtin. Em ê ne elimin zext, tundî û cînayetan. Me li qadan da nîşandan ku em bi kuştinê û tundiyê naqedin. Em dixwazin êdî dawî liv ê tundiyê were.”
‘AKP HAT KOMKUJIYA JINAN ZÊDE BÛ’
Ayten Salgur a ji Wanê jî ku beşdarî çalakiyê bû destnîşan kir ku li cîhanê hemû jina rabûne ser pêya û got: “Li her deverê mafê jinan tê parastin. Em jin in. Em naxwazin jin werin kuştin. Piştî AKP hat ser îqtîdarê kuştina jinan derket asta herî jor. Beriya niha li Kurdistanê di bin navê ‘toreyê’ de jin dihat kuştin. Bi saya jinên têkoşer li Kurdistanê kuştinan jinan a bi wî rêbazî kêm bû. Lê niha li rojavayê Tirkiyê aliyên muhafazakar di bin navê dîn de jinan li malê hefs dikin. Yên zewaca çar jinan ji xwe re maf dibînin lê nahêlin ku jin derkevin sûkê jî. Heke jin tune bin zilam nikarin pêdiviyê xwe bicih bînin. Em bang jinan dikin ku li dijî tundiyê û kuştinê derkevin û bi zarok û hevalên xwe re azad bibin. Êdî wisa bûye ku tehamula wan li hember dirûşmên me jî nemaye. Ji ber vê yekê em qedexe û astengiyên wan nas nakin û dibêjin jin jiyan azadî.”