NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomar Erdogan, ji bo ku tevlî 5'emîn Cîvina Komîteya Bilind a Stratejîk a di navbera Tirkiye û Qatarê de bibe, Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar jî di nav de bi şandeyekê re çû serdana Qatarê.
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, ji bo ku tevlî 5'emîn Cîvina Komîteya Bilind a Stratejîk a di navbera Tirkiye û Qatarê de bibe, Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar jî di nav de bi şandeyekê re çû serdana Qatarê. Serokkomariyê têkildarî serdana Erdogan li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihyand ku dê Erdogan tevlî 5'emîn Cîvina Komîteya Bilind a Stratejîk a di navbera Tirkiye û Qatarê de bibe û wezîr û rayedarên têkildarî jî bi Erdogan re tevlî civînê bibin.
Her wiha di hevdîtinan de pirsgirêkên herêmî û navneteweyî jî bên nirxandin.