Doza Nisêbînê dibe dîrok

  • rojane
  • 09:07 25 Mijdar 2019
  • |
img

MÊRDÎN - Di doza Nisîbênê ku 17 jê zarok 70 kes girtî tên darizandin de heta niha 22 girtî rastî cezayên giran ên girtîgehê hatin. Danişîna wan ji hev hat qutkirin û niha yek bi yek li salonê tên darizandin. Têkildari danişîna dozê Parêzera girtiyan Rengîn Ergul, diyar kir ku helwest û parastina girtiyan dê di rûpelên dîrokê de cihê xwe bigirin û wiha got: "Ji jiyana xwe ya di metrekareyan de hatiye bi sinorkirin peyamen pir girîng didin me. 

Di qedexekirina kolanên Nisêbîna Mêrdînê de, di 26'ê Gulana 2016'an de 17 jê zarok 70 kes hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin. Darizandina 70 kesan piştî danişina 2'yemîn ji hev hatin cûdakirin û biryar hatibû dayîn ku yek bi yek bên darizandin. Danişîna dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê berdewam dike. Di her dosya girtiyeki de 69 muxdûr û 756 muştekî cih digire. Di danişinên heta niha hat dîtin de 22 girtî rastî ceza hatin. 
 
Girtî Yasemin Erkol rastî 10 sal, Ozgur Sevim rastî cezayê muebeta giran û 25 sal, Îlyas Dogan, Omer Karataş, Osman Bozkurt, Hamît Acur û Akar Îkbal rastî cezayê muebeta giran û 15 sal, Sadik Tan, Bayram Sevgîn û Hatip Oyman rastî cezayê muebeta giran û 18 sal, Ercan Dolaşir rastî cezayê muebeta giran û 10 sal, Erkan Benlî rastî cezayê muebeta giran û 20 sal û 3 meh, Baver Başar jî rastî cezayê muebeta giran û 19 sal cezayê girtîgehê hatin. Ji girtiyan ên temenê wan zarok Şukru Aybek, Heja Algan, Emre Topçuoglu, Baran Eman, Çeçan Kîlkaya û Dilan Aslan jî her yek rastî 35 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hatin. Dîsa li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê Huseyin Bag rastî 11 sal, Zehra Kaya rastî 18 sal, Fatma Aslan rastî 21 sal û 7 meh cezayê girtîgehê hatin. Ji girtiyan Medya Çinar û Siraç Yuksek, di çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dawî li jiyana xwe anibûn û tecrîd protesto kiribûn. 
 
Di 4'ê miijdarê de Solîstê Koma Sê Bira Erkan Benlî, 12 roj cezayê hucreyê lê hat birîn. Benli di dema ji bo danişînê ji Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê anîn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de, hevdîtina telefonê pêk anîbû û bi vê hincetê ceza li Benli hat birîn. Benli ji ber ku bi kesekê ku berî navê wî nedaye rêveberiya girtîgehê re axiviye, ev ceza lê hatiye birîn.  Benlî, di 16’ê Cotmehê de bi îdîaya “Yekgirtina Dewletê û Hevgirtina Welat xerab kirinê” cezayê muebeta giran lê hatibû birîn. 
 
Di 12'ê Cotmehê de piştî danişîna duyemîn darizandina wan a bi komî betal kirin û biryar dan yek bi yek bên darizandin. Di danişînê de, Şukru Aybek, Hatîp Oyman, Bayram Sevgîn û Ercan Dolaşir hatin darizandin û biryara cezakirinê derbarê wan de hat dayîn. Dadgehê cezayê muebetê li Ercan Dolaşir birî û di heman demê de bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê” jî 10 sal cezayê girtîgê dayê Li Beyram Sevgîn û Hatîp Oyman yên girtî jî cezayê muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê hat birîn.  Ji Şukru Aybek re jî, cezayê muebetê hat dayîn. Aybek ji ber dema hat girtin temenê wî dibin 18 saliyê re bû, cezayê wî daxistin 35 sal û 10 mehan. 
 
Di 30'ê Îlonê de dadgehê li 5 zarokan serê kesekî 35 sal ceza hat birîn. Dadgehê li Hêja Algan, Emre Topçûoglû, Baran Eman, Çeçan Kîlkaya û Dîlan Aslan ên teme wan kêmî 18 salî ji bo her yekî-ê 35 sal ceza birîn. 
 
23 Îlonê de Girtî Mahsûm Çay diyar kir ku li Girtîgeha Osmaniyeyê tim tên îşkencekirin. Çay, îfadeyên li ser wî hatiye dayîn red kir û got: "Tiştekî wiha tune ye. Ew îfade ne rast in. Ez wan kesan nas nakim. Ez van îfadeyan qebûl nakim. Temenê min biçûk e, lê we min jî bi kesên ji min mezintir re darizand. Mutaalayê qebûl nakim. Li Girtîgeha Osmaniyeyê ez îşkence kirim. Gava min anîn vira jî ez îşkence kirim. Hîn jî şopên îşkenceyê li ser canê min in." 
 
Girtî Osman Bozkûrt jî got: "Ji xwe ev îdianame, îdianameyeke xeyalî ye. Ez ê çawa di heman wextî de li 6 cihan bim? Ev dûrî aqilan e. Me bi dosyayeyek xeyalî didarizînin. Hin kesên wan nas nakim îfade li ser min dane. Îfadeyên hatine girtin jî bi îşkenceyê hatine girtin. Wê niha ji ber van îfadeyan ceza bê birîn. Loma divê em û van kesên îfade dane bên cem hev û paşê divê dageh biryara xwe bide. Heyetê cezayê muebeta giran û 15 sal ceza li Bozkûrt, birî. Bozkûrt dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kir, lê leşkeran devê wî girt. Bozkûrt dîsa jî dirûşme berz kir. Leşkeran dîsa êrîşî Bozkûrt kir û wî bi erdê ve kişandin.  dadgehê cezayê muebeta giran û 15 sal li Hamît Acûr jî birî. 
 
Di 5'ê Nîsanê de dadgehê biryara ji hev cihêkirina dosyeyan dan.  Zarokên girtî ji ber grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dikin, beşdarî danişînê nebûn. 
 
Di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiya jin Medya Çinar li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî. Medya Çinar ji doza Nisêbînê tê darizandin û ji bo tevlêbûna danişînê,  ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê anîne Mêrdînê.  Çinar di saetên serê sibê de çalakî pêk anîye û dawî li jiyana xwe anîye.
 
Ji parêzerên dosyayê Rengîn Ergul, der barê pêvajoya darizandinê de ji Ajansa Mezoptamya (MA) de axivî. Parêzer Rengîn, diyar kir ku di destpêkê de dema sivîl ji Navçeya Nisêbînê hatin tahliyekirin, kesên hatin binçavkrin û girtin di dîmenan de jî tê dîtin tev sivîl û bê çek in. Ev bi belgeyan sabît e. Lê di darizandinê ji hemû bûyerên Nisêbînê berpirsiyar hatin dîtin û rastî îşkenceyê hatinb Bi îşkenceyê êfadeyên wan girtin. Di nûçeyên çapemeniyê de wekî “terorist” hatin pênasekirin û neheqî li wan kirin. Kêm xistin. Dadgeha Mafên Mirovan (DMME), diyar dike ku medya  û rayedarên dewletê bi vî rengî mudaxale dikin li dijî mafê darizandina hakkaniyetê ye. Tê diyar kirin ku mafê darizandinê tê îhlalkirin. Lê der barê sivîlên ku zarok û mesin di navde ne medya neteweyî nûçeyên reşkirinê weşandin. Bê daraz înfaz kirin. Darizandin li dijî hiqûq û heqaniyetê hat kirin." 
 
Ergul, anî ziman ku kesên hatin darizandin di bin îşkenceyê de û bi zorê êfadeya wan hatiye girtin û wiha got: "Kesê der barê wan de êfade daye û kesê der barê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê û yên Peyasê yên HDP’ê de dane heman kes in. Di wêneyê li midûriyeta polîsan de hatiye kişandin, li ruyê wan ekimoz hene. Lê dema nû hatin binçavkirin li ser ruyê wan birîn tune ne. Ev jî nîşan dide ku îşkence li wan hatiye kirin. Serdozgriya Komarê ya Nisêbînê di bin îşkenceya li qereqolê de di bin çavan de lêpirsîn daye destpêkirin. Tenê kesek îşkence lê nehatiye kirin ew jî kesa der barê Hevşaredarên Amed û Peyasê yên HDP’ê de îfade daye û bûye sedena girtina wan. Dema em li dozyayê dinerin, hemû darizandin û îfade di bin îşkenceyê de hatiye kirin. Li gel kesên tên darizandin ev îfade red kirine û diyar kirine ku di bin îşkenceyêde ev êfade dane jî dîsa wekî delîl li dosyayê hatiye zêdekirin. 2 lêpirsînên ku Serdozgerê Komarê yê Nisêbînê vekirine hene. Lê wekî parêzer dema em diçin dosya di nava tozê de ye. Bi awayekî keyfî hatiye vekirin. Lêpirsîn di Gulana 2016'an de hatiye vekirin û der barê dosyayê de biryara veşartî hatiye dayîn. 2 salin hêj me dosyaya lêpirsinê lêkolîn nekiriye " 
 
Hemu yekîneyên dewletê an delîlan reş dikin an jî li gorî tê xwestin lêpirsînê nadin destpêkirin û "mafê nedîtina îşkenceyê" îhal dikin. Dîsa îfadeyên li midûryeta polîsan hatin stendin, li dijî hiqûqê ne. Me xwestin ew îfadeyên dibin çavan de ji dosyayê bên derxistin, lê daxwaza me red kirin. Bi îdîaya hemû delîlên Lêpirsîna Reveberiya Xweser a Nisêbênê kom kirine îro dest bi cezayan kirin. Lê der barê dosyaya ku girtî rastî îşkenceyêhatine tu pêşketin tune ye. Hêj dosya di nava tozê de ne." 
 
Di darizandina li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê de "Mafê nedîtina îşkenceyê," "Mafê parastina hakkaniyetê", "mafê masumiyetê", "mafê darizandina zelal" û "Azadiya kes û ewlehiya kes" hat îhalkirin. 
 
Ji roja hatin binçavkirin heta dawî rastî îşkenceyê hatin. Dema ji girtîgehê anîn dadgehê û piştî dîsa birin girtîgehê rasti îşkenceyê hatin. Polîsan TEM'ê, li salonê tev li danişînê girtiyan bûn. Darişîna dozê bi tevlêbûna polîs û eskeran pêk hat. Destûr nedan ku malbat tev li danişînê bibin. Di darizandina 3.5 salan de tu carî sedema girtinê nehat şênberkirin. 
 
17 jê zarok 70 kesên tên darizandin, dozger azadiya wan kir hedef, tu carî mutalaaya girtinê nenivîsî. Di biryara cudakirinê de Serokê dadgehê bêyî ji parêzeran bipirse biryar da. Di encamê de bi awayekî li dijî hiqûqê darizandin bi dawî kirin. Cezayên giran ê muebetê dan girtiyan. Biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) ya qedexeya îşkenceyê hatiye îhlalkirin. Helwest û parastina girtiyan dê di rûpelên dîrokê de cihê xwe bigirin. Ji jiyana xwe ya di metrekareyan de hatiye bi sinorkirin peyamen pir girîng didin me. 
 
Daxwaza  xweseriyê, daxwaza komên çandî yên der barê xwe de biryara ku karibe bibe kirdeya pevajoya aborî, çandî, siyasî  ye. Ji ber vê yekê rêveberiya xweserî ne îdarî ye, pêkanîna siyasî ya navendî adem-î ye. Ji ber ve yekê kesekî azad û wekhev xwedi maf e ku vê daxwaza xwe bîne ziman û ev daxwaz rewa ye. 
 
Di danişînê de bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan û li dijî tecrîdê di girtîgehê de dest bi grevê kirin. Xwestin Dewleta Komara Tirkiyeyê li gorî zagonên xwe tev bigere. Gotin tecrîdkirina li ser Abdullah Ocalan li dijî Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û Qanûna Înfazê ye. Kurd li her qadê têkoşîna radîkal a demokrasiyê didin. Girtiyen ji dosya Nisêbinê tên darizandin, peyamek girîng dan me. Bi parastina wan û helwesta wan, helwesta ku di têkoşînıa Azadiya Kurdan de bibe dirok e."
 
MA / Ahmet Kanbal
 
 

Sernavên din

30/11/2019
09:11 Profîlên li ber avahiya HDP'ê tên sekinandin
09:10 Karkerên Gentesê: Em ê dev ji berxwedana xwe bernedin
09:09 Dede: Ji her wextî bêtir em nêzî yekîtiya neteweyî bûne
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2019'AN
08:14 Nûçegîhanên me yên polîsan bi ser malên wan de girtin li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê nin
29/11/2019
20:50 Polîsan girtî li Girtîgehê binçavkirin
16:30 Di doza 5'ê Hezîrane de parêzerê bersûc êrîşê parêzerê gazinker kir
16:16 Kubîlay: Wê HDP serê xwe li ber zilmê daneyne
16:04 Parêzerê Berfîn Ozek: Ceza li gorî çalakiyê bê dayîn
15:48 Doza Ceren Damar taloq kirin: Divê bersûc ji 'Kuştina bi plan' bê cezakirin
15:27 Dest danîn ser laçikên spî yên dayikên di binçavan de
14:52 Demîrtaş beraet kir
14:33 Meclîsa Jinan a Stenbolê xwest 7 kesên belavok belav kirin serbest bên berdan
13:59 Li Wanê 5 ciwan hatin girtin
13:47 Rêxistinên pîşeyî xala 6331'an a Zagona ÎSÎG'ê niqaş kirin
12:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:31 Hezar û 104 rojin çalakî li Wanê qedexe ne
12:16 MYK’a HDP’ê civiya
11:36 Dema binçavkirina rojnamevan Altan 4 rojên din jî hat dirêjkirin
11:05 Jinan beriya doza Ceren Damar li pêş edliyê daxuyanî dan
10:35 Îdîaya xwendekar li 17 navçeyên di sermayê de dersê dibînin
10:34 Piştî hewla revandinê niha jî hat binçavkirin!
09:25 Destûr nedan Pêşengeha Wêneyan a Tahîr Elçî
09:09 Farqînî: Partî bila li dora ziman bibin yek
Taşçier: Xebata me li dijî asimilasyona ziman û çandê ye
09:08 Rektor, ajovanê xwe danî ser Sekreteriya Fakulteya Ragihandinê
09:07 Doç. Dr. Yilmaz: Wezareta Karên Navxweyî sûc dike
09:07 ‘Armanca hedefgirtina xirîstiyanên li Sûriyeyê koçberî ye'
09:06 59 serlêdanên der barê kuştina kesên li Cizîrê hatin redkirin
09:05 ‘Tu tişt nikare van pêkanînên kêfî rewa bike'
09:05 Esnafên Çarşiya Şewitî: Dilê bajêr hilqitandin
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2019'AN
28/11/2019
19:50 Hashtag a #BerivanAltanRojnameger e saet di 21.00'an de dest pê dike
17:32 Rojnamevan Mehmet Oksuz hat berdan
17:11 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
16:49 Li Mêrdînê 7 ciwan hatin berdan
16:49 Teslîm Tore ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin
16:12 Elçî di salvegera 4’emîn de hat bibîranîn: Em ê têkoşîna Elçî ya nîvcomayî dewam bikin
15:46 Li Wanê şahiyek ji bo Arjen Arî tê lidarxistin
15:45 Bertek nîşanî binçavkirinê dan: Azadiya raman û îfadeyê nabe sûc
15:41 'Li ser vê axê rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe'
15:21 Ceza li rojnameger Yasûl, Kırkaya, Paksoy û Keleş hat birîn
14:45 Tahîr Elçî di salvegera 4’emîn de tê bibîranîn
14:27 Ji paralamentera berê ya HDP'ê Bîrtane re 15 sal ceza xwestin
14:06 Sabahat Tuncel: Ji bo em heviyên gelê xwe pêk bînin dixebitin
13:48 3 sal ceza li rojnamevan Denîz Kiliç hat birîn
13:46 Parêzerên xwestin Tahir Elçî bi bîr bînin hatin derpkirin
13:30 Mesrûr Barzanî li Enqerê ye
12:49 Dozger xwest rojnamevan Sancili û Kizilkaya bên cezakirin
12:45 Zilamek li nava kuçeyê tundiyê li jinekê dike
12:44 Li Melazgirê endama meclîsa HDP’ê hat binçavkirin
12:44 Di ‘Doza Sereke ya Ozgur Gundem’ê de mutalaa nehat dayîn
12:43 AYM: Desteserkirina nameya girtî binpêkirina maf e
12:13 Hênceta girtina hevşaredaran: Giliyên ‘şahidên nepen’ û beşdariya çalakiyan
11:31 Şandeya doza ‘Parêzerên KCK’ê’ hat guhertin
10:46 Helbestvan Erbaş: Pêşeroja siyaseta ku kurd di nav de nebin, tuneye
10:46 Danişîna doza Dundar ê piştgirî da Ozgur Gundemê hat dîtin
10:45 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
10:27 Dadgehê biryara Komîsyona OHAL'ê ya redê dijhiqûqi dît û karê wê paşve dayê
10:04 4 esker li Rihayê birîndar bûn
09:59 Tan: Mirov ji bo bi kurdî diaxivin tên kuştin
Onen: Ziman stûna bingehîn a neteweyan e
09:49 ‘Ger hikumetê bixwesta dikarîbû faîlên Tahir Elçî derxîne holê’
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 4'an de ye
09:27 11 parêzerên 4 sal berê lêpirsîn li wan vekirin, niha jî mafê parastinê ji destê wan girtin
09:27 Serokê Baroya Wanê Uçar: Kuştina Elçî sûîkast e
09:26 Esnafên Pasaja Çarşiyê bê serfetih dikanên xwe digirin
09:25 Unsal: Wê partiyên nû di AKP'ê de bibin sedema veqetînên mezin
09:24 Onder: Perê ji bo deynan tê bikaranîn welat dişêlîne
09:24 Çalakiya karkerên li ber Şaredariya Aydinê di roja 508'an de ye
09:23 'Ji bo perwerdehiyeke demokratîk, xweser û zimanê zikmakî têkoşîna hevpar şert e'
09:22 Ji 130 kaniyan tenê Anzele ma
09:22 Ji avakarên Esntîtuya Kurdî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêwendîdanîn şert e
09:21 Dêr di nav kavalên şaredariyê de maye
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2019'AN
27/11/2019
19:44 Xwendekara Zanîngeha Ege Dîlan dawî li jiyana xwe anî
18:41 Rojnamevan Îdrîs Sayilgan hat berdan
17:21 Ekîncî yê 70 salî binçav kirin
16:18 Bazara S-400 û pêşeroja Tirkiyeyê
16:00 Aydenîz: Gelê kurd wê çong daneyne
15:21 Dozger di doza Nisêbînê de cezayê muebbetê xwest
15:02 Rêveberiya Xweser bersiva Lavrov da: Helwesta me neguheriye divê Rûsya hê çalaktir be
14:56 Oluç bersîv da Soylu: Tayînkirina qeyûman dijminantiya Kurd e
14:34 Li Wanê dema binçavkirina 20 ciwanan dirêj kirin
14:27 Nûnertiya HDP’ê Rêxistina Ban ziyaret kir
14:27 Başaran: Me gelek caran nîşanî wan da ku em ê serî netewînin
14:17 Li Cizîrê di serdegirtinên malan de: Li Beytûr ê ev 4 salin girtiye geriyan
14:16 HRW'ê li ser dorpêça Mexmûrê rapor weşand
13:47 Doza Buyukada taloq kirin
13:47 Greva birçîbûna ya girtiyên li Osmaniyê û Mereşê dewam dike
13:33 Cihê gora Dr. Şivan pirsî
13:25 Hejmara kesên li Kocaeliyê hatin binçavkirin derket 23’yan
13:13 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
12:25 Alî Kemal Ozcan ji peywira beşa serokatiya hat girtin
12:10 HDP'iyên li Dîlokê hatibûn binçavkirin bi xebatên hilbijartinê hatin sûcdarkirin
11:36 Dozger di doza Buyukada de ji bo 6 kesan ceza xwest
10:46 Li gelek bajaran di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Dadgehê cezayê pereyan ên li çalakvanên ‘aştîxwaz’ hatibû birîn rakir
10:35 Hevoka 'Em li dijî tundiya dewleta zilam di raperînê de ne' bû binasiya girtinê
10:21 Nameyên parlamenterên HDP'ê bûn fezleke
10:21 ‘Di Çemê Dîcleyê de cureyên masiyan kêm dibin’
09:23 Ji Weqfa Mezopotamyayê du pirtûkên nû derketin