GIRÊ SPÎ - Li Girê Spî êrîşek pêk hat. Di êrîşa bi bombeyî de heri kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes ji birîndar bûn. Berdevkê Navenda Ragihandinê yê QSD`ê Mustefa Balî li ser hesabê medya civakî daxuyanî da û diyar kir ku armanca eskerên bi pere yên Tirk ewe ku bi van êrîşan Kurdan ji war û malên wan dûr bixe ye.
Li Girê Spî êrîşek bi bombeyî pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn. Têkildarî êrîşê Berdevkê Navenda Ragihandinê yê QSD`ê Mustefa Balî li ser hesabê medya civakî daxuyanî da û diyar kir ku armanca eskerên bi pere yên Tirk ewe ku bi van êrîşan Kurdan ji war û malên wan dûr bixe ye. Balî, anî ziman ku piştî zarokên Kurdan îxrac kirin, eskerên bi pere yên tirk, niha hemû mal û dikanên li herêma Girê Spî talan û wêran dikin û bi van êrîşan dixwazin Kurdên li herêmê mane jî ji mal û axa wan dûr bixin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku Navenda wê li Îngîltereyê ye, diyar kir ku di êrîşê de ji malbatekê 4 kes hene. Ajansa Nûçeyan a Reutersê jî diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD'ê diyar kiriye ku êrîş ji aliyên eskerên bi pere ku Tirkiye piştgiriyê dide wan ve pêk hatiye.