Kedkarên perwerdehiyê: Em butçeyê ne ji bo şer ji bo perwerdehiyê dixwazin

img

ENQERE – Egîtîm Senê li Enqereyê mitînga şermezarkirina butçeyê li dar xist. Seroka Egîtîm Senê Feray Aytekîn Aydogan banga “Butçe ne ji şer re ji perwerdehiyê re” bang li hikumetê kir. Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî got ew ê li dijî polîtîkayên hikumetê li qadan bin. 

Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) bi dirûşma “Mafên me, siberoja me û mafê perwerdehiya xwendekarên me” li Meydana Tandogan a Enqereyê mitîng li dar xist. Ji çar aliyên Tirkiyê kedkarên perwerdehiyê tev li mitîngê bûn. Parlamenter, nûnerên sendîkayan û akademîsyenên aştiyê jî beşdarî mitîngê bûn. 
 
Bi hezaran kedkar Meydanê tije kirin û dirûşmên “Butçeya ne ji bo şer ji bo perwerdehiyê”, “Bijî berxwedana Rojava", "Jin jiyan azadî" û "Bêziman jiyan nabe" berz kirin. 
 
'LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ÎQTÎDARÊ EM LI KOLANAN E’ 
 
Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Feray Aytekîn Aydogan di mitîngê de axivî û diyar kir ku tevî hemû zext û zordestiyan jî ew civiyane û got: “24’ê Mijdarê Roja Mamosteyan a ji aliyê darbekarên 1980’î ve hat ragihandin ji bo me tenê roja têkoşîn û berxwedanê ye. Îro em hemû bi hev re rihê berxwedanê diafirînin. Her çiqas li ser axa me neheqî û bêhiqûqiyê ferz bikin jî lê bila baş dizanibin axa me axa dîroka piştevanî û têkoşînê ye. Îro li gel astengiyên Walîtiyê û îqtîdarê em li kolanên Enqereyê ne.” 
 
‘MIRIN NE DI XEMA ÎQTÎDARÊ DE YE’ 
 
Aydogan bi bîr xist ku Esat Tarhan ê li Çinara Amedê mamostetiyê dikir xwe ji ber deynan întîxar kiriye û got: “Wezaretê ji bo hevalê me daxuyaniyek jî neda. Va nêrîna îqtîdarê ya li hember kedkarên perwerdehiyê ev e.” 
 
‘EM JI BO MAFÊ XWE BUTÇEYÊ LI VIR IN’ 
 
Aydogan anî ziman ku ew ji bo kedkarên perwerdehiyê yên bêmîsoger tên xebitandin li Enqereyê ne û di hevdîtinên butçeyê de Wezareta Perwerdehiyê netayînkirina mamosteyan bi maliyete ve girê da. Aydogan diyar kir ku mafê perwerdehiya xwendekaran bi maliyete nayê pîvandin û got: “Ew butçeya kedkarên perwerdehiyê û zanistê ye. Ji bo em ji wî mafê xwe yê butçeyê sûd werbigirin li vir in.” 
 
‘BUTÇEYA NE JI BO ŞER JI BO PERWERDEHIYÊ’ 
 
Aydogan bal kişand ser hevdîtinên butçeyê yên li Meclîsê didomin û wiha got: “Niha jî butçe butçeya me ye. Em ê yên xwe paş ve bigirin. Ji bo em dikaribin bi însanî bijîn îro li Enqereyê ne. Ji bo siberojek bi rûmet bi salane em li çar aliyên Tirkiyê qîr dikin. Ji perwedehiyê û zanistê re gotin butçe nîne, lê di bin navê teşwîqê de ji dibistanên taybet re hat razandin. Kêliyek jî me dest ji parastina mafê perwerdehiya zimanê dayikê berneda û em ê dest jê bernedin jî. Em ji bo mafê perwerdehiya zimanê dayikê li qadan e. Em ê mafên xwe û siberoja xwe bi hev qezenc bikin. Têkoşîna me têkoşîna em siberojake rûmet bidin zarokên xwe ye. Em di salên 80’î de jî radestî darbekaran nebûn û em ê radestî AKP’ê jî nebin.” 
 
‘FAŞÎZMA YEK ZILAMÎ’ 
 
Hevserokê KESK’ê Mehemt Bozgeyîk jî destnîşan kir ku li cîhan û Tirkiyê krîza kapîtalîzmê didome û wiha got: “Perwerdehî bin gef û êrişên polîtîkayên neo-lîberal, arizîkirin û xebitandina bêmîsoger de ye. Polîtîkayên senteza Tirk-Îslam, paşverû, asîmîlasyonger û nijadperest zêde bûne. Daxwazên kurdan û elewiyan tuen tên hesibandin. Bi OHAL’ê bêhiqûqî, bêdaletî, êrişên li ser kedê û faşîzane zêde bûn. Bi van êrişan dixwazin civak nikaribe nefesê hilde. OHAL kirin amûra destwerdana hemû qadên jiyana me. 130 hezar kedkarên cemaweriyê bêdarizandin û bêpirs ji kar hatin derxistin. Yanî rejîma yek zilamî hat avakirin.” 
 
‘REJÎM KRÎZA NEBIRÊVEBIRINÊ YE’ 
 
Bozgeyîk bal kişand ser polîtîkayên tayînkirina qeyûmên şaredariyên HDP’ê û got: “Qeyûm şidet e. Divê qeyûm tenê wek desteserkirina avahiya şaredariyê neyê dîtin. Tune hesibandina îradeya gelê kurd e. Di esasê xwe de top avêtina rejîma nû ye. Ev îqtîdar dijminê kedkar, jin, kurdan, aştî, demokrasiyê û edaletê ye.” 
 
‘EM Ê LI QADAN BIN’ 
 
Bozgeyîk anî ziman ku her ew ê li dijî polîtîkayên hikumetê derkevin û got: “Em ê li dijî OHAL, rejîma qeyûman, kuştin û şideta jinan û ji mirin bi dawî werin têkoşîna xwe mezin dikin. Hevrêyên me îro ji bo têkoşînek hevpar hatin vir. Em ê li dijî kedxwarî, feqîrî, faşîzmê ji bo ked, aştî, azadî û wekheviyê li qadan bin.”
 
Mitîng li ber stranên Grûp Gîz bi dawî bû. 

Sernavên din

27/11/2019
09:23 Ji Weqfa Mezopotamyayê du pirtûkên nû derketin
09:12 Berfîn Ozek ji bo edaletê bang kir : Ma gere ez bimirama
09:11 Hevşaredara Nisêbînê Nergîz: Di warê pergala hevserokatiyê de helwesta me diyar e
09:11 Deverên dîrokî bûne wargeha defînegeran
09:10 Dr. Garîp: Li Kurdistanê divê aştiya navxweyî pêk bê
09:09 Omer Ocalan: Polîtîkaya dewletê tasfiyekirina kurda ye
09:09 Zivistan hat lê hê jî pezê xwe li derve diçêrîne
09:08 Hosteya donerê: Qewetê ji keçên xwe digirim
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2019'AN
26/11/2019
20:40 Her 3 hevşaredarên HDP'î hatin girtin
16:26 Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî dest pê kir
15:43 Heyeteke Rûsyayê bi nûnerên Rêveberiya Xweser re civiya
15:24 Di doza Irmak û Demîrel de dosya ji dozgeriyê re hat şandin
15:13 ‘Em binçavkirina rojnamevan Bêrîvan Altan şermezar dikin’
15:12 Li Wanê 20 ciwan hatin binçavkirin
15:11 Cendirmeyan mudaxaleyî gundiyên ku li dijî venêrîna bi cendirmeyan re derketin kir
14:06 Temellî: Ji tifaqa AKP-MHP'ê re Êdî Bes e
13:53 Li Kocaeliyê hejmara binçavkirinan derket 20'an
13:52 ‘Şahidê nepen’ beşdarî danişînê kirin lê bêdeng ma
13:42 Piştî sîxurê Îngilistanê bijîjkê NATO'yê jî mirî hat dîtin
13:16 Kesên ji çalakiya girtina rê tên darizandin: Sûc nîne
13:13 Tahîr Elçî dê li Amedê bi rêzeçalakiyan were bîranîn
13:09 Dozger ji Casimê xwest Berfînê bikuje xwest bê cezakirin
12:20 HDP'ê xwest meclîs cînayeta Elçî lêkolîn bikin
12:10 Polisan bi ser avahiyên HDP'ê yên Kocaeliyê de girt: Alê bi panoyan ve daleqandin
11:47 Jinên Serhedê: Me qadan terk nekir û em ê neterikînin
11:35 Polîsan li Mêrsînê bi ser gelek malan de girt
11:20 HDP’ê bang li Îranê kir: Daxwazên gelan pişguh neke
11:19 Piştî 12 rojan hevşaredar birin edliyeyê
11:04 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Di çalakiyên li Îranê de 143 kes hatin kuştin
10:52 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:45 Hikûmeta Sûriyeyê ji ber êrîşên Tirkiyeyê ji hevdîtinan vekişiya
10:02 Rapora krîmînal piştrast kir ku Casim Çelik bi asîtê rûyê Berfîn şewitandiye
09:07 Gundiyên Geliyê Botanê ligel rîska heyî jî, erdên xwe çandin
09:04 Cizîrî: Êrîşa li dijî ziman perçeyê siyaseta dewletê ye
09:03 'Her kes dikare ji bo wan tiştekê bike'
09:01 Komir pir e, lê kes nakire
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2019'AN
08:46 Rojnamevan Bêrîvan Altan hat binçavkirin
08:37 Balafirên Koalîsyonê baragehên Ahrar El Sharqiya bombe kir
25/11/2019
22:31 Dadgehê 7 kesên li Esenyurtê belavokên 25'ê mijdarê belav kirin girtin
22:01 Jin li gelek navendan daketin qadan: Em ê civaka azad ava bikin
21:10 Jinan li Taksîmê dengê xwe bilind kirin: Em êdî tehamul nakin yek ji me kêm bibe
17:36 Beştaş ji Wezîr Gul pirsî: Armanca israr di tecrîdê de çî ye?
16:45 Keskîn: Tirkiye peymana Stenbol pêk nîne
16:40 Meşa ku ji jinan re hat qedexekirin ji zilaman re serbest e
16:24 Jin li dijî tundiyê li qadane: Qîrîniya Emîne Bûlût qîrîniya me hemûyan e
15:55 Onlu: Dixwazin deriyê HDP'a Dîlokê kîlîd bikin
15:55 Ji dadgehê biryara 'KHK': Heta hikmek teqez tunebe bûrsa xwendekar nikare bê birîn
15:13 Li Ezazê teqîn: 2 kes mirin
14:45 Olûç: Hemin hûn ji îradeya gel natirsin, gav biavêjin
14:45 Rapora ÎHD'ê ya li dijî tundiya jinan: Li herêmê di salekê de 54 jin hatin kuştin
14:44 Ozsoy: Bandora piştgiriyên zêde yên ji bo kurdan çêbibe
13:35 Walîtiya Stenbolê qedeqeya li ser meşa jinan rakir
13:32 AYM'ê ji bo peykerê Erdogan jê re gotibû 'ûcûbe' biryara 'binpêkirinê' da
13:18 Li Şîlî jinek rojnameger kuştin
13:16 Dûndar: Li Tirkiyeyê di 11 salên dawî de 2 hezar û 720 jin hatin qetilkirin
12:50 Daxwaza Malbata Tore: Em dixwazim li cem rêhevalên xwe bê veşartin
12:41 Baroya Amedê: Zilaman di 10 mehên 2019'an de 284 jin kuştin
12:38 HDP’iyan bi wêneyan Komîsyona Butçeyê şermezar kirin
12:07 Osteyê îşkence li şagirtê xwe kir hat berdan
11:33 Erdogan çû Qatarê
11:30 Li Zozanê Şenê ji 8'ê mijdarê ve daristan dişewite
11:29 Mîkaîl Aslan li Êlihê konser li dar xist
10:49 Hemîd El-Ebid: Vegera koçberan a herêma dagirkirî ne rast e
10:22 Komên çekdar tang û topên xwe li dora Eyn Îsa kom dikin
09:19 Parêzer Kiliç: Li pişt biryara DMME'yê sedemeke siyasî heye
09:18 'Hilbijartina pêşwext şert e'
09:13 Bi feraseta 'koleyên modêrn' nêzî karkerên penaber dibin
09:11 Peyama xwendekarên jin a ji bo 25'ê Mijdarê: Divê dawî li polîtîkaya bêcezatiyê bê
09:07 Doza Nisêbînê dibe dîrok
09:06 Mehmet Ocalan: Mifteya pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2019'AN
24/11/2019
20:08 Walîtiya Stenbolê çalakiyên Jinan qedexe kir
18:20 Li Sûrê Komeleye Zarok li Her Derê Ne vekirin
17:19 Mamosteyên Hesekê ji bo piştevaniya Zehra Mihemedî meşiyan
17:02 Jinan banga tevlêbûna meşa şevê kirin
16:40 Ji 54 HDP û DBP’iyên hatibûn binçavkirin 25 jê hatin girtin
15:59 Kaftancioglu: Pirsgirêka kurd pirsgirêka me hemûyan e
15:33 Heyeta Ewropayê hat Nisêbînê: Têkoşîna gelê Kurd a maf rewa ye
15:25 Tifaqa AKP û MHP’ê şiband Îttîhat û Terakiyê
14:08 Midura Ajansa JinNewsê xelata wêrekiyê girt
13:21 Ji 23 baroyan banga hevpar: Dest nedin parastinê
13:06 TJA: Ji bo ku em yekê din kêm nebin di 25'ê Mijdarê de em dakevin qadan
12:57 Biryar dan ku Tora Ziman û Çandan berfirehtir bikin
12:47 Encama rapoa DNA’yê ya Rabîa Naz Vatan hat aşkerekirin
12:15 Dozek din li Rojnamegerê girtî Sayilgan vekirin
12:01 Şervanên YPJ’ê: Em xwedî mîrateya Rosa Luxembûrg derdikevin
12:00 Cerdevan şandin hawara operasyona li Parsûrê
11:31 Ocalan: Jiyana civakî bi jinê ava dibe
11:19 Jinan îsal jî gotin ‘Em naxwazim bimirim’
10:25 Zaroka bi zorê zewicandin bi şik întîhar kir
10:13 Rençberên Botanê: Dixwazin li Geliyê Botanê rençberiyê biqedînin
09:08 TIR ji Xabûrê heta Cizîrê li pey hev rêz bûne
09:07 Girtiyên li Osmaniyeyê di greva birçîbûnê de: Berpirsiyar midûrê girtîgehê ye
09:06 Malbata Şûle Çetê: Li hemberî şidetê em dengê xwe bilind bikin
09:05 Garo Paylan: Zêdebûna întiharan rewşa krîza aborî nîşan dide
09:04 Çîçek: Karkeriya zarokî zêde dibe
09:04 'Bi piştevaniyê em dikarin pêşî li şidetê bigirin'
09:03 Seferî Yilmaz: Em heqê xwe li Buyukanit helal nakin