ŞIRNEX - Îttîraza ku ji bo redkirina doznameya bûbû hinceta ji peywir dûrxistina Hevaşredarê Cizîrê Mehmet Zirig û tayînkirina qeyûm a şûna wî, hat qebûlkirin
Hevaşredarê navçeya Cizîrê ya Şirnexê Mehmet Zirig di 29'ê Cotmehê de ji peywirê hatibû girtin û qeyûmên navçeyê Davût Sînanoglû weke qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin. Hinceta ji peywir dûrxistina Zirig jî dosya dozeke ku Zirig bi angaşta "endamtiya rêxistinê" ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê ve tê darizandin û lêpirsîna hejmara 2019/1638'an ku bi sûcdariya "pezindayîna sûcdar û sûc û propagandaya rêxistinê" û lêpirsîna hejmara 2019/4608'an ku bi sûcdariya "pezindayîna sûcdar û sûc" ku Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê derbarê Zirig de dabû destpêkirin, hatibûn nîşandan.
ÎTTÎRAZA DOZNAMEYA HATIBÛ REDKIRIN HAT QEBÛLKIRIN
Lêpirsîna bi hejmara 2019/4608'an bi "neşopandinê" bi dawî bû. Lê lêpirsîneke din a bi hejmara 2019/1638'an rojên borî pêşkêşî Dadgeha Cezaya Esliyê ya Cizîrê hat kirin. Dadgehê doznameyê red kir. Li ser vê yekê dozgeriyê serlêdana îttîrazê li dadgehê kir. Dadgehê serlêdana îttîrazê nirxand û doznameyê qebûl kir. Bi biryara dadgehê re dê Zirig bi angaşta "pezindayîna sûcdar û sûc û propagandaya rêxistinê" bê darizandin.
HINCET: BEŞDARÎBÛNA DÛRIŞMEYA TÊKILDARÎ GUVEN E
Di doznameya gotina mijarê ye de beşdarîbûna Zirig a dûrişmeya "Leyla Guven rûmeta me ye" têkildarî Hevseroka Kongerya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven weke hêmaneke sûc hatiye qebûlkirin. Dîsa, di doznameya ku Guven têde weke parlamentera berê hatiye nîşandan de tê angaştkirin ku bi daxuyaniyên "wesfa pezindayînê" ya têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ku girtî ketibûnê, di asta bes de delîl hatine bidestxistin.
ZIRIG: PARLAMENTER SÛCDAR HATIYE ÎLANKIRIN
Hevşaredar Zirig, têkildarî qebûlkirina îttîraza ji bo doznameya hatibû redkirin axivî û ev tişt got: "Êdî bêyî biryara dadgehê herkes sûcdar tê hesibandin. Biryarê re parlamentereke (Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven) ku hê li ser kar e sûcdar hatiye îlankirin.