STENBOL - Piştî 1’emîn paketa darazê xistin meriyetê, niha armanc dikin ku 2’yemîn pakêta Reforma Darazê bibin meclîsê. Serokê Boroya Stenbolê Mehmet Durakoglu, diyar kir ku heta neha bi qasî mînaka wê tune krîza darazê heye.
Hikûmeta AKP'ê bi armanca krîza di nav deye derbas bike, pakêta serema 2019- 2023'an a ewil "Startejiya Reforma Darazê" di 17'ê Cotmehê kirin qanûn. Pakêta duyemîn a darazê tê payîn ku di rojên pêş de bînin meclîsê. Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu, bal kişand ser pakêta yekemîn a kirin qanûn û pakêta duyemîn a li meclîsê bê niqaşkirin. Durakoglu, anî ziman ku krîza heyî bi van pakêtan nayê çareserkirin û Tirkiye krîza darazê dijî.
Durakoglu, xwest ji bo krîz çareser bibe pêwiste parametreyên heyî rast bê tespîtkirin û wiha got: “Mirov nikare ji vê pakêta "Reforma Darazê" re bibêje reform. Di sala 2009'an de dîsa "Stratejiya Reforma Darazê" anîn meclîsê. Di sala 2010'an de bi avakirina Lijneya Jor a Dozger û Hekîman (HSYK) raste rast ev lijne teslîmî FETO kirin. Di sala 2015'an de duyemîn reforma darazê anîn meclîsê. Di sala 2016'an de piştî darbeyê di dema OHAL'ê de xistin meriyetê. Li gorî van daneyan dema em dinerin ev pakêta reforma darazê çareseriyê bi xwe re nîne. Di cewher de tu guhertin tune ye. Di pratîkê de pirsgirêkên me hene. Ji ber ve yekê em nikarin bi erênî li vê pakêtê binerin.
‘KRÎZA DARAZÊ HEYE'
Durakoglu, destnîşan kir ku ne tiştên baş an xerab ên di pêşnûmayê de ne û wiha berdewam kir: "Li şûna şewata di malê de bê vemirandin, hêj tiştên li derve tê axaftin. Divê berî her tiştî em agir vemirînin. Di pakêtê de qala pasaporta parêzerên ku 15 salin parêzeriyê dike tê axaftin. Mesele ne dayîna pasaportan e. Niha em krîza darazê dijîn. Ji bo ev krîz bi dawî bibe pêwistî guhertinan heye.
MA / Erdogan Alayumat – Tolga Guney