Birayê Qeymeqam Safîturk: Faîlê sereke midûrê polîsan e

  • rojane
  • 14:41 21 Mijdar 2019
  • |
img
DÎLOK – Danişîna doza kuştina Qeymeqam û Qeyûmê Şaredariya Dêrikê Muhammet Safiturk ji nûve hat dîtin. Birayê qeymeqam Safîturk Alî Haydar Safîturk, wekî şahid beşdarî danişînê bû û got: "Berpirsiyarê sereke yê kuştina birayê min midûrê polîsan e." 
 
2'emîn Danişîna doza 8 kesên ji kuştina Qeyûmê Dêrikê Muhammet Safiturk tên darizandin, li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê dest pê kir. Di danişînê de bersûc Fîkret Bagi, Mehmet Denîz, Tahsîn Erdaş, Vedat Erol, Zinet Erdaş, Zuhal Dalçin û parêzerên wan amade bûn. Dîsa parêzerê mexdûr Ferhat Îbrahimoglu, Dirok Amar û Hatip Mercan amade bûn. Di danişinê de malbata Safiturk jî amade bûn. Waliyê Dîlokê Davut Gul û şaredarê Şahînbey Mehmet Tahmazoglu û malbatên tên tawanbarkirin jî doz şopandin. Di danişînê de bersûc Nursel Eren bi rêya SEGBÎS'ê beşdar bû. Îfadeya Eren nehat girtin û biryar girtin ku di danişînek din de îfadeya wî bigirin.
 
Piştre li bersûc Mustafa Dinçer guhdar kirin. Dînçer, diyar kir dema bûyer pêk hat, li qeymeqamiyê ajokar bû û wiha got: "saet di 12.00'an de ji bo ez bataryayê bêtêlê bigirim çûm midûriyeta polîsan. Piştî min bataryayên bêtêlê girtin ez vegeriyam qeymeqamyê. Ez derbasî salona civînê bûm. Piştî civînê ez çûm min dît du endamên tevgera taybet û polîsê parazvan li wir bûn. Gava ez ketim hundir teqîn pêk hat. Teqînê pişta min birîn kir. Piştî teqînê Tahsin Erdaş, ez û Beşîr ê li maliyê peyvirdar me qeymeqam beg daxist xwar. Vedat digot ambulans  û dikir qêrîn. Dema me qeymeqam daxist jêr amirê polîsan hat. Xwest mudaxaleyî peyvirdarê tenduristiyê bike. Ez nizanîm kê bûyer pêk anîye. Piştre 
 
‘ÇIMA QEYMEQAM ANÎN DÎLOKÊ YA 300 KM DÛR E ? 
 
Parêzerê malbata Safîturk Dursun, diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê bersîv nedaye wan û wiha got: "Divê Wezareta Tenduristiyê têkildarî mijarê belgeyên fermî bide. Ewil Qeymeqam rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê, ji wir jî şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û ji wir jî şandin Nexweşxaneya Dr. Ersin Arslan a Dîlokê. Nexweşxaneya Eskerî ya Amedê 90 kilometre dûr e. Lê çima 300 kilometre dibin Nexweşxaneya Dîlokê?" 
 
‘BILA ÎFADEYA MIDURÊ POLÎSAN JÎ BÊ GIRTIN' 
 
Bavê Safîturk Asım Safiturk jî axivî got: "Piştî teqînê rayedaran got 'Ev bûyer di nava dewletê û rêxistina terorê de ye. Hûn nekevin navberê, em dê hal bikin. Ji ber vê yekê em neketin navberê. Piştî bersûcên ji doza Safîturk hatin beraetkirin, em ketin nava fikaran. Em ji midûrê polîsan dikevin nava fikaran. Ez bawer dikim ku tiliya midûrê polîsan di navde heye. Hêj li ser kar e. Bûyer berê hatiye plankirin. Dema kurê min birin Kızıltepe çima helîkoptera ambulans nexwestin. Di kuştinê de hem zanebûn û hem jî sersarî heye. Divê midûrê polîsan bê cezakirin. 
 
BERPIRSIYARÊ SEREKE MIDÛRIYETA POLÎSAN E 
 
Biraye Qeymeqam Alî Haydar Safiturk jî xwest ev bûyer rast û baş bê lêkolînkirin û wiha got: "Berpirsiyarê sereke yê vê bûyerê midûriyeta polîsan e.  Amîrê polîsan delîl tune kirine. Ev amîr nikare dewletê temsîl bike. Divê amîr bê cezakirin. 3 salin çima îfadeya amîrê polîsan negirtin. " 
 
Heyetê piştre xwest bersûc Nursel Eren bi rêya SEGBİSê îfade bide û şahid  Mehmet Kahraman jî bi rêya SEGBİS’ê îfade bide. Dîsa Hakan Kutluay li ku peyvirê dike divê ji Midûriyeta Polîsan a Enqereyê re nivîs bê şandin. Dema bersîv hat jî bi rêya SEGBİS’ê îfade bide. Disa şahid Yasemin Gokbaş, Rojin Aydın, Hulya Gur jî wekî şahid îfadeya wan bê girtin. Dîsa ji Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê re nivîs bê şandin û raporên îstihbaratê yên têkildraî bûyerê bê xwestin. Ji bo telefona Iphone bê lêkolînkirin, nivîs ji Midurê Şaxa Sûcên Siber a Enqere re nivîs bên şandin. Heyetê danişîn taloqî 23'ê Çile kir. 
 

Sernavên din

24/11/2019
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2019'AN
23/11/2019
18:16 Serlêdana ji bo projeya bîrdariya Qada 10'ê Cotmehê dest pê kir
17:20 Jin di çalakiyên 25'ê mijdarê de kom bûn
16:42 Zarokan mafê xwe vegot
16:38 Li Girê Spî teqin pêk hat: 10 kes hatin kuştin
Balî: Eskerên bi pere yên Tirk bi teqînan kurdan ji malên wan dûr dixin
16:29 ‘Îşkence li girtiyên jin tê kirin’
16:20 Ji bo mitînga Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê, banga tevlîbûnê kirin
16:19 Kedkarên perwerdehiyê: Em butçeyê ne ji bo şer ji bo perwerdehiyê dixwazin
16:13 Polîsan bi kûçikan bi ser malê de girt
16:00 4 karker ji pira Rêya Marmara Bakur ketin: Lêgerîn didome
15:31 Li Qamişlo Komxebata 25'ê Mijdarê: Bêdengî dikuje!
15:10 'Bê şert Hezar û 333 girtiyên nexweş berdin'
15:03 Bi qîrkirina ‘Em naxwazin bimirin’ dê derkevin qadan
15:00 Xizmên windayan bertek nîşanî qedexeya heftiya 64’emîn dan
14:46 El-Caferî: Dewleta Tirk xaka Sûriyeyê dagir kiriye
14:42 'Rejîma qeyûm rejîma rantê û nelirêtiyê ye’
14:41 Rejîma Îranê zêdeyî 150 saetin înternet qut kiriye
14:30 Îkbal Eren: Bavê min 32, dayika min jî 39 salan ji bo Hayrettin têkoşiyan
14:29 Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Sûc û Ceza dest pê kir
13:21 Operasyona leşkerî li Dersimê dest pê kir
13:10 Ji bo meşa Taksîmê ya 25'ê mijdarê bang kirin
12:56 Li Amedê civîna ‘Tora Ziman û Çandê’: Em ê nexşeya zimanê kurdî derxînin
12:44 ‘Jin jiyanek bê tundî diaxivin'
12:30 Li Kurdistana Federal di 9 mehan de 35 jin hatin kuştin
12:19 2 birayên ji bo kar çû şaredariya Erziromê rastî lêdanê hatin
12:03 'Bi sînordarkirina nafakayê jinê hespî malê dikin’
11:56 Li Girê Spî teqînek dijwar rû da
11:49 Îttîraza ku ji bo redkirina doznameya bûbû hinceta tayînkirina qeyûm hat qebûlkirin
10:51 Bersûcê îstîsmarê hefteyek şûnde hat berdan
10:51 Tuzel: Ew mafê kurdan heye ku çarenûsa siberoja xwe tayîn bikin
10:44 8 kesên li Qereyaziyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Jinên Perîyê: Em dê di 25'ê mijdarê de li dijî qeyûm dakevin qadan
10:23 Li Sêrtê jin derbasî dîreksiyonê bûn
10:06 ‘Egîdê Cîmo û radyoyên Êrîvan û Bexdayê muzexane ne’
09:17 Jin wê li dijî şer, krîza aborî û tundiyê dakevin qadan
09:06 Serokê Baroya Stenbolê: Li Tirkiye krîza darazê heye
09:05 Pêngara bendavê ber bi Heskîfê ve diçe
09:02 Wê DBP'ê Kongreya Asayî ya 5'an di 30'yê Mijdarê de li dar bixe
09:01 Malbata helebî di konteynireke 2 odeyî û derîşikestî de dimîne
09:01 Endama Tevgera Madenê ya Brezîlyayê Mûdrek: Rojava bûye cihê îlhamê
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2019'AN
22/11/2019
17:11 Şewata li daristanên li Herêma Şênê 3 roj in didome
16:13 Jinên rihayî 'Kozik' temaşe kirin
15:46 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:43 'Faîlên zarokan bê ceza tên hiştin û parastin'
13:58 Rojnamegeran banga berdana Demîr û Aydin kirin
13:52 ÎKD'ê rapora mijdarê aşkere kir: AKP tundiyê sor dike
13:49 Bav û 9 kesên ku tevlî merasîma cenazeyê Bîrlîk bûbûn beraat kirin
13:33 Rûsya: Bi êrîşa Tirkiyeyê re endamên DAIŞ'ê reviyane
13:18 Kubilay: Ji 9'ê Cotmehê heta niha di êrîşan de 478 sivîl hatin kuştin
12:50 Malbat ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Prz. Fuat Şengul hat girtin
12:18 Li Dîlokê 16 kes 9 roj in di bin çavan de ne
12:10 Nivîskar Başkaya ji doza xwe berat bû
12:04 Polîsan otobusa ku Şaredariya Êlihê bi rengê jinê xemiland asteng kir
11:31 ‘Deklerasyona HDP’ê banga têkoşîna bi hev re ye'
11:13 Ji Pirtûkxaneya Lîlavê kampanya 25’ê Mijdarê
10:50 Dîlan Îzol: Ne pêkan e agahî û destûra Zulfukar Îzol pê tune be
10:22 Parêzer Gul: Tê xwestin bi reforma darazê destkeftiyên jinan bên tunekirin
10:18 Dr. Koç: Nebûna xizmeta tenduristiya bi zimanê zikmakî mafê tenduristiyê binpê dike
09:26 Partiya 26 sal berê hat girtin: OZDEP
09:26 Egîtîm Sen sibê li Enqereyê mitîng li dar dixe
09:23 Kawa Nemir: Kurdî, xwedanê derfetên ji bo gelek formên hê kifşnebûyî ye
09:20 'Em bangawaziya 'em dixwazin bijîn' bilind bikin'
09:20 Piştî greva birçîbûnê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pir zêde bûne
09:19 Psîkyatr Savaş: Car heye pirsgirêkên aborî dibin sedema întiharkirinê
09:18 Li Goristana Xerzanê veşartibûn, niha jî dibêjin DNA ne wek hev in
09:18 Hewl dide bi meaşê xwe yê astengdariyê debara xwe bike
09:17 Ev aş sedsal in bênavber digere
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2019'AN
21/11/2019
17:15 Li Dîlokê dema binçavkirinê ya 16 kesan cara duyemîn hat dirêjkirin
16:50 45 fezlekeyên din jî derbarê HDP’iyan de hatin amadekirin
16:29 Qertên piştevaniyê ji girtiyên jin re şandin
16:27 Hunermend Şîlan ji doza 'stranê' hat beratkirin
16:27 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:40 Parêzerê bersûcê doza 10'ê Cotmehê axivî: Ketina El Babê nebûya bombe nediteqiyan
15:32 Nedayîna ambûlans û malên şînê ya ji bo miriyan ket rojeva Meclisê
15:31 KESK: Bi qeyûman rantê belav dikin
15:00 1’emîn Kongreya Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê pêk hat
14:55 Nûçegihanê Rojnewsê Biradostî 4 mehin di bin çavan de ye
14:41 Birayê Qeymeqam Safîturk: Faîlê sereke midûrê polîsan e
14:19 SES: Divê derbarê kesên ku li Darulacezeyê tundî kirine de lêpirsîn bê destpêkirin
14:12 Fîncanci: Min îşkenceyê îfşa kir
14:00 Surucu: Ji serkeftin û pêşveçûna jinê ditirsin
13:48 Dozger ji bo Bîlîcî 15 sal ceza xwest
13:10 Dema dadgehê nav xwend hemû balbatan bi dengekî gotin 'Girtî ye'
12:37 Malbatên li ber HDP'ê dîsa bi hev ketin
12:30 Yewnenistan: Divê Tirkiye dev ji şantaja penaberan berde
12:15 3 sal ceza li parêzera jin birîn
12:15 Hişyariya Zagonî: Baldar be! Mezeloqên bi solvent, ji tenduristiyê re bi zerar in
12:14 Kiliçdaroglû bi awayekî sergirtî piştgirî da banga hilbijartina pêşwaxt a HDP'ê
11:59 Li Girtîgeha Wanê lêgerîna tazî li jinan tê ferzkirin
11:38 Derhênerê ‘Ne qeza ye, cînayet e': Şerma dewletê dê di dîrokê de cih bigire
11:12 Ronakbiran piştgirî da HDP'ê û CHP'ê hişyar kirin
11:11 Li Dersimê dema çinîna silkê ye
10:40 Bi ser kuştina Ûgûr Kaymaz re 15 sal derbas bûn: Dosye ji nûve li DMME’yê ye
10:35 Li Amedê di salekê de Hezar û 116 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin
10:15 MED-DER qursên soranî dide dest pê kirin
09:58 Çima êrîş li ser rêya M4 zêde dibin?
09:39 Emniyetê ambûlans û qeyûm mala şînê neda