AMED - Di navbera malbatên ku li ber Avahiya HDP'ê ya Amedê rûniştîne de dîsa şer derket. Polisên ku mudaxaleyî şer kirin, malbatan dîsa bi zorê kirin hundirê kon.
Di navbera malbatên ku, bi angaşta zarokên wan bi darê zorê şandina serê çiya, li ber Avahiya HDP'ê ya Amedê çalakiya rûniştînê li dar dixin de dîsa şer derket. Şerê ku nayê zanîn ji ber çi derket, ji bînî kon derbasî derveyî kon bû. Li ser vê yekê polisên mudaxaleyî şer kir û malbatan dîsa bi zorê kirin hundirê kon.