Buldan: Heta HDP hebe jin bi tenê û bê parastin namîne

  • jin
  • 14:04 19 Mijdar 2019
  • |
img
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di Koma Jinan a HDPê ya li Meclîsê de axivî û bal kişand ser tundiya îqtîdarê ya li dijî jinan û têkoşîna jinan a li dijî tundiyê. Buldan, anî ziman ku AKP ji ber ku ji hêz û têkoşîna jinê ditirse ew qas êrîşî jinê dike û wiha got: "Îqtîdar li dijî pergala Hevserokatiyê ye. Lê çareserî ne yekserokatî, hevserokatî ye. Îktîdar dixwaze jinê bê parastin bihêle. Lê heta HDP hebe jin bi tenê û bê parastin namîne." 
 
Rêxistina HDP'ê koma Jinan a HDP'ê ya li Meclîsê li dar xist. HDP'ê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan, Civîna Koma Jinan a li Meclîsê pêk anî. Ji ber 25'ê mijdarê gelek nûnerên saziyên jinan beşdarî civînê bûn. Dîsa malbatên parlamenter û jinên girtî jî tev li koma meclîsê bûn. Di civina Koma Jinan a HDP'ê ya li Meclîsê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axivî. 
 
Buldan, diyar kir ku nûnere saziyên jinan û parlamenterên jin, ew vê hefteyê bi minasebeta 25'ê mijdarê koma jinan civîyan û wiha got: "Li ser navê partiya xwe ez we hemûyan ji dil û can silav dikim. Di nava vê hefteyê de şanoger Yildiz Kenter jiyana xwe ji dest da. Ji malbata wê re sersaxî dixwazin. Niha Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 200 rojian ket greva birçîbûnê di nava me de ye. Dayika Figen Yuksek dag di nava me de ye. Ji Edîrne heta Amedê hemû jinên ku têkoşînê didin silav dikim. Ji Sakîneyan heta Sêvêyan, Ji Bahîce Boranan heta Hevrîn Xelef li pêş hemû jinên ku hatin qetilkirin bi hurmetî wan bibîr tînim. Dîsa Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Çaglar Demîrel, Sebahat Tuncel, Selma Irmak û Gulser Yildirim û gelek hevrêyên jin hemû jinên li zindanan li ber xwe didin silav dikim. Hemû jinên di nava şert û mercên bêewle de kar dikin silav dikim. Hemû jinan yek bi yek silav dikin. Di nava welatên cîhanê de herî zêde li Tirkiye li dijî jinan tunî zêde ye."  
 
HETA HDP HEBE JIN BÊ PARASTIN NAMÎNE' 
 
Buldan, bal kişand ser polîtîkayên îqtîdara AKP'ê ya li dijî jinan û wiha axivî: "Îqtîdara AKP û MHP'ê di her qadê jiyanê de tundiyê ava dikin. Binerin di sala 2016’an de 304, di sala 2017’an de 353, di sala 2018’an de 280, di sala 2019’an de 299 jin hatin kuştin. Em êdî bi komkujiya jinan re rû bi rû ne. Hikûmeta AKP li şûna tundiyê bi dawî bike, hewl dide Peymana Îstanbolê ji holê rake. Dixwaze jinê bê parastinê bihêle. Çav berdaye mafê jinan ê Nafaqayê. Li Tirkiyeyê rêjeya jinên betal ji sedî 40 e. Heta ku HDP hebe jin tu carî bêkes û bê parastin namîne."  
 
'800 ZAROK LI GEL DAYIKÊN XWE GIRTÎ NE' 
 
Buldan, bal kişand ser zarok û dayikên girtî û wiha pêde çû: "Em aşkere dibînin ku daraz kujerên jinan diparêze. Mînaka vê yekê Nadîrova Kadîrova li pêş çavan e. Mêrê ku çekê û dewletê dide pişta xwe tirsa wî ji kesî tune. Dizane ku yên berî wan tu carî ceza nexwariye. Herî dawî li Çewlîk û Dersimê ev mînak hat dîtin. Daraz diparêze, Îqtidar li pişt derdikeve. Yek ji pirsgirêka din jî zarokên ku li gel dayîkên xwe girtî ne. Nêzi 800 zarok li gel dayikên xwe girtî ne. Welatê ku zarok girtî bin pêşeroja wî tune ye. " 
 
'TEQEZ EM Ê HESAB BIPIRSIN' 
 
Buldan, bal kişand ser bêedaletiya butçeyê û wiha axivî: "Yek ji tundiya li ser jinê jî plana butçeyê ye. Ji serî heta binî butçeya şer û ya mêr e. Para butçeyê ji jiyan, jin, tenduristî û perwerdehiyê re nehatiye qetandin. Ev butçe ya qesrê ye û Erdogan e. Ne butçeya gel e. Butçeya ku pirsgirêkê civakê niqaş dike li meclîsê tune. Divê herî zêde ev buçe ji bo keda jinê û mafê jinê bê qetandin. Jin li dijî qeydan dixebite. Keda jinê li derve tê hiştin. Îqtîdar bi awayekî sembolîk jinê dikin wezîr. Ya ku dibêje ez ji wekheviya jin û mêr bawer nakim, ya ku dibêje medya zêde dike, ya ku dibêje karê malê têra we nake tev ev îktîdar e. Îqtîdarê îmaja ku jina li malê ji mêr re xizmetê dike ava kiriye. Em dibêjin jin ne xizmetkarê mêr e û tu car nabe xizmetkarê mêr. 
 
'AKP XIZANÎ Û NELIRÊTIYÊ VEDIŞÊRE' 
 
Buldan, helwesta AKP ya veşartina rastiyan jî rexne kir û wiha got: "AKP wekî her tişt qedexe kiriye, rastiya aboriyê jî qedexe dike. Xizanî, betalî, nelirêtiyê vedişêre. Zêdebûna jinên betal li gorî mêr pir pir zêde ye. Ji xwendekarên jin ji 5'an yek betal e. Ji xwendekarên mêr ji 10'an 1 betal e. Ev jî nîşan dide rêjeya xwendekarên jin duqatî zilam e. AKP ewil li Stenbol, piştre li Enqere, Antalya û herî dawî li Amedê ocaxên malbatan vemirandin. Ji ber betalî û krîza aborî êdî mirov întîxar didin. Ev encama polîtîkayên îqtîdarê yên riziyayî ye. Yên ku 4.5 milyar butçeyê ji qesrê re diqetînin, yên ku çavkaniyên welat ji fuzeyên S-400'an re diqetînin. Yên ku mafê teqawîtan dixwin welat hilweşandiye îqtîdara AKP'ê ye." 
 
ÎQTÎDARA KU DIJMINANTIYA KURDAN BIKE NIKARE TIŞTIKÎ BIKE' 
 
Buldan, helwesta AKP'ê ya dijminantiyê ji rexne kir û wiha lê zêde kir: "Esil peyvira Îqtîdarê bide jiyandin e, lê dijberî vê yekê tiştekî nabêjin. Der barê jiyanê de tiştek tune. Serokomar çi çara devê xwe vedikin, şer, gule û amûrên şer heye. Îqtîdara ku dijminê karker, jin û kuradan e, nikare tu xizmetê ji civakê re bike. Divê em hemû bi hevre li dijî vê îqtîdarê têkoşîna xwe li kolanan bilind bikin û bi herve îtîraz bikin û dengê xwe bilind bikin.  Em bi îqtîdara ku li hundir bi tayînkirina qeyûman re û li derve jî bi şerê li dijî gelan re rû bi rûne. Îqtîdara ku derî li DAIŞ'ê vekiriye li şûna çareseriyê pêş bixe, diçe li DYA û Rûsyayê li çareseriyê digere. Di rojava wan de aştiya cîhanê tune ye. Erdogan ketiye derdê Kurdan ji cih û warên wan qut bike. DYA jî ketiye derdê firotina F-35'an. Pûtîn jî ketiye derdê pêşxistina şer. Li aliyê din li welat her roj krîz kûr dibe û întîhar zêde dibe. Lê îqtîdar li dervê sînor bi milyar dolaran li şer pere qerç dike. Em ji îqtîdarê dipirsin hûn dê ewlehiya kê biparêzin. Em dibêjin her roj jinên tên kuştin bi guleyên li dervê sînor nayên kuştin. Bi guleyên li hundir tên kuştin. Ev jî nîşan dide ku qada ewle ji jinê re hehatiye hiştnin. Kengî ew ji vê îxtîdarê dakevin ew şer û ev kuştin jî dê bi dawî bibe. 
 
'HÛN RÊWÎ NE' 
 
Buldan, herî dawî bal kişand ser çûna AKP'ê û têkoşîna jinan û wiha bi dawî kir: "Em dibêjin hûn dawiya dawî dê biçin. Hûn rêwî ne. Di hilbijratina 31'ê de em serkeftî derketin. Lê di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî 3 Şaredariyên Bajarên Mezin kirin. Ev îxtîdar dizê vînê ye. Şaredariyê Xesp dikin. 10 hevşaredarê me yên jin girtin. DBP'ê di hilbijartina rêveberiyên herêmî de 102 şaredarî bi dest xistin, lê di sala 2016'an de qeyûm tayînî 96 şaredariyan kirin. Hevserokatiya me kirin hedef. Ji ber ku pergala hevserotiyê dê jiyana wekhev ava bikin pergala Hevserotiyê dikin armanc. 
 
HEVSEROKATÎ XETA ME YA XEMRÎ YE
 
Hevşaredarî xeta me ya Xemrî ye. Em qet dest jê bernadin. Çareserî ne yekserokatî ye. Çaresî Hevserokatî ye. Dîroka me dîroka têkoşinê ye. Çanda me ji kevneşopiya têkoşînê ya 15 salên dawî tê. HDP li aliyekî têkoşîna jinê pêş dixe, li aliyê din destkeftiyên wan mîsoger dikin. Partiya ku mafê jinê diparêze tenê HDP ye. Di bin baneyê Meclîsa Tirkiyeyê de yekem car HDP'ê koma Jinan di meclîsê de ava kiriye. Nûnertiya me jinan a li meclîsê ji sedî 44'ê ye. Me armanc dikir ku ji sedî 50 be, lê em negihiştin vê rêjeyê. Em ji ber vê yekê rexnedayîna xwe didin. HDP dê ji bo vê yekê têkoşîna xwe berdewam bikin. Gelek tiştê em bikin heye. Em dê rêya xwe berdewam bikin.  Ji ber ku jinên HDP'ê gelek planên wan têk dibe ew qas êrîşî jinên HDP'ê dikin. Ew qas jiann ditirsin destûr nadin ku bkelavokên 25'ê mijadê belav bikin. Lê ne polîsê we û ne tu tiştê we nikarin têkoşîna jinê rawestînin. 
 
HETA HDP HEBE JIN NE BÊÇARE NE
 
Gelek hevserokên me hatin binçavkirin û girtin. Tenê armancek wan heye dixwazin têkoşîn û hêza jinê bişkînin. Dema DAIŞ li diî jinan bombeyan diteqînin, hikûmet jî li vir êrîş dikin. Yê li dijî jinê yek jê DAIŞ e. Ya din jî îqtîdara AKP'ê ye. Ji ku dê bila bê divê em hemû jin bi hevre têbikoşin û bi hevre li ber xwe bidin. Tu astengî nikare têkoşîna me asteng bikin. Heta ku HDP hebe tu jin ne bê çare ne bi tenê ye.  Em li dijî qeyûm û îqtîdara ku mafê jinê yê hilbijarin, bijartin, ked, nûnertî, aborî û hemû jiyanê asteng dike bi hevre têbikoşin. Em jinên ku bi HDP'ê bi ser ketin em dê di her qadê jiyanê de bi ser bikevin. Em dê li dijî nifrînê hezkirinê li dijî mirinê jiyanê, li dijî şer aştiyê pêş bixin. Em dê civakê azad bikin. Serkeftin dê bi mere pêk bê. Têkoşîna em jin pêş dixin ne vala ye. Dawiya dawî jin dê vî welatî bi rêve bibin. Jin dê lîstika faşîzmê carek din winda bikin. Tu hêz nikare jinê rawestînin. 2 endamên Koma Yorum dê sibê li Stenbolê derkevin pêşberî dadgehê. Li vir em dixwazin hevalên me yên jin wan tenê nehêlin. Em bi hevre dibêjin Jin Jiyan û Azadî."
 
 
 
  
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

24/11/2019
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2019'AN
23/11/2019
18:16 Serlêdana ji bo projeya bîrdariya Qada 10'ê Cotmehê dest pê kir
17:20 Jin di çalakiyên 25'ê mijdarê de kom bûn
16:42 Zarokan mafê xwe vegot
16:38 Li Girê Spî teqin pêk hat: 10 kes hatin kuştin
Balî: Eskerên bi pere yên Tirk bi teqînan kurdan ji malên wan dûr dixin
16:29 ‘Îşkence li girtiyên jin tê kirin’
16:20 Ji bo mitînga Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê, banga tevlîbûnê kirin
16:19 Kedkarên perwerdehiyê: Em butçeyê ne ji bo şer ji bo perwerdehiyê dixwazin
16:13 Polîsan bi kûçikan bi ser malê de girt
16:00 4 karker ji pira Rêya Marmara Bakur ketin: Lêgerîn didome
15:31 Li Qamişlo Komxebata 25'ê Mijdarê: Bêdengî dikuje!
15:10 'Bê şert Hezar û 333 girtiyên nexweş berdin'
15:03 Bi qîrkirina ‘Em naxwazin bimirin’ dê derkevin qadan
15:00 Xizmên windayan bertek nîşanî qedexeya heftiya 64’emîn dan
14:46 El-Caferî: Dewleta Tirk xaka Sûriyeyê dagir kiriye
14:42 'Rejîma qeyûm rejîma rantê û nelirêtiyê ye’
14:41 Rejîma Îranê zêdeyî 150 saetin înternet qut kiriye
14:30 Îkbal Eren: Bavê min 32, dayika min jî 39 salan ji bo Hayrettin têkoşiyan
14:29 Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Sûc û Ceza dest pê kir
13:21 Operasyona leşkerî li Dersimê dest pê kir
13:10 Ji bo meşa Taksîmê ya 25'ê mijdarê bang kirin
12:56 Li Amedê civîna ‘Tora Ziman û Çandê’: Em ê nexşeya zimanê kurdî derxînin
12:44 ‘Jin jiyanek bê tundî diaxivin'
12:30 Li Kurdistana Federal di 9 mehan de 35 jin hatin kuştin
12:19 2 birayên ji bo kar çû şaredariya Erziromê rastî lêdanê hatin
12:03 'Bi sînordarkirina nafakayê jinê hespî malê dikin’
11:56 Li Girê Spî teqînek dijwar rû da
11:49 Îttîraza ku ji bo redkirina doznameya bûbû hinceta tayînkirina qeyûm hat qebûlkirin
10:51 Bersûcê îstîsmarê hefteyek şûnde hat berdan
10:51 Tuzel: Ew mafê kurdan heye ku çarenûsa siberoja xwe tayîn bikin
10:44 8 kesên li Qereyaziyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Jinên Perîyê: Em dê di 25'ê mijdarê de li dijî qeyûm dakevin qadan
10:23 Li Sêrtê jin derbasî dîreksiyonê bûn
10:06 ‘Egîdê Cîmo û radyoyên Êrîvan û Bexdayê muzexane ne’
09:17 Jin wê li dijî şer, krîza aborî û tundiyê dakevin qadan
09:06 Serokê Baroya Stenbolê: Li Tirkiye krîza darazê heye
09:05 Pêngara bendavê ber bi Heskîfê ve diçe
09:02 Wê DBP'ê Kongreya Asayî ya 5'an di 30'yê Mijdarê de li dar bixe
09:01 Malbata helebî di konteynireke 2 odeyî û derîşikestî de dimîne
09:01 Endama Tevgera Madenê ya Brezîlyayê Mûdrek: Rojava bûye cihê îlhamê
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2019'AN
22/11/2019
17:11 Şewata li daristanên li Herêma Şênê 3 roj in didome
16:13 Jinên rihayî 'Kozik' temaşe kirin
15:46 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:43 'Faîlên zarokan bê ceza tên hiştin û parastin'
13:58 Rojnamegeran banga berdana Demîr û Aydin kirin
13:52 ÎKD'ê rapora mijdarê aşkere kir: AKP tundiyê sor dike
13:49 Bav û 9 kesên ku tevlî merasîma cenazeyê Bîrlîk bûbûn beraat kirin
13:33 Rûsya: Bi êrîşa Tirkiyeyê re endamên DAIŞ'ê reviyane
13:18 Kubilay: Ji 9'ê Cotmehê heta niha di êrîşan de 478 sivîl hatin kuştin
12:50 Malbat ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Prz. Fuat Şengul hat girtin
12:18 Li Dîlokê 16 kes 9 roj in di bin çavan de ne
12:10 Nivîskar Başkaya ji doza xwe berat bû
12:04 Polîsan otobusa ku Şaredariya Êlihê bi rengê jinê xemiland asteng kir
11:31 ‘Deklerasyona HDP’ê banga têkoşîna bi hev re ye'
11:13 Ji Pirtûkxaneya Lîlavê kampanya 25’ê Mijdarê
10:50 Dîlan Îzol: Ne pêkan e agahî û destûra Zulfukar Îzol pê tune be
10:22 Parêzer Gul: Tê xwestin bi reforma darazê destkeftiyên jinan bên tunekirin
10:18 Dr. Koç: Nebûna xizmeta tenduristiya bi zimanê zikmakî mafê tenduristiyê binpê dike
09:26 Partiya 26 sal berê hat girtin: OZDEP
09:26 Egîtîm Sen sibê li Enqereyê mitîng li dar dixe
09:23 Kawa Nemir: Kurdî, xwedanê derfetên ji bo gelek formên hê kifşnebûyî ye
09:20 'Em bangawaziya 'em dixwazin bijîn' bilind bikin'
09:20 Piştî greva birçîbûnê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pir zêde bûne
09:19 Psîkyatr Savaş: Car heye pirsgirêkên aborî dibin sedema întiharkirinê
09:18 Li Goristana Xerzanê veşartibûn, niha jî dibêjin DNA ne wek hev in
09:18 Hewl dide bi meaşê xwe yê astengdariyê debara xwe bike
09:17 Ev aş sedsal in bênavber digere
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2019'AN
21/11/2019
17:15 Li Dîlokê dema binçavkirinê ya 16 kesan cara duyemîn hat dirêjkirin
16:50 45 fezlekeyên din jî derbarê HDP’iyan de hatin amadekirin
16:29 Qertên piştevaniyê ji girtiyên jin re şandin
16:27 Hunermend Şîlan ji doza 'stranê' hat beratkirin
16:27 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:40 Parêzerê bersûcê doza 10'ê Cotmehê axivî: Ketina El Babê nebûya bombe nediteqiyan
15:32 Nedayîna ambûlans û malên şînê ya ji bo miriyan ket rojeva Meclisê
15:31 KESK: Bi qeyûman rantê belav dikin
15:00 1’emîn Kongreya Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê pêk hat
14:55 Nûçegihanê Rojnewsê Biradostî 4 mehin di bin çavan de ye
14:41 Birayê Qeymeqam Safîturk: Faîlê sereke midûrê polîsan e
14:19 SES: Divê derbarê kesên ku li Darulacezeyê tundî kirine de lêpirsîn bê destpêkirin
14:12 Fîncanci: Min îşkenceyê îfşa kir
14:00 Surucu: Ji serkeftin û pêşveçûna jinê ditirsin
13:48 Dozger ji bo Bîlîcî 15 sal ceza xwest
13:10 Dema dadgehê nav xwend hemû balbatan bi dengekî gotin 'Girtî ye'
12:37 Malbatên li ber HDP'ê dîsa bi hev ketin
12:30 Yewnenistan: Divê Tirkiye dev ji şantaja penaberan berde
12:15 3 sal ceza li parêzera jin birîn
12:15 Hişyariya Zagonî: Baldar be! Mezeloqên bi solvent, ji tenduristiyê re bi zerar in
12:14 Kiliçdaroglû bi awayekî sergirtî piştgirî da banga hilbijartina pêşwaxt a HDP'ê
11:59 Li Girtîgeha Wanê lêgerîna tazî li jinan tê ferzkirin
11:38 Derhênerê ‘Ne qeza ye, cînayet e': Şerma dewletê dê di dîrokê de cih bigire
11:12 Ronakbiran piştgirî da HDP'ê û CHP'ê hişyar kirin
11:11 Li Dersimê dema çinîna silkê ye
10:40 Bi ser kuştina Ûgûr Kaymaz re 15 sal derbas bûn: Dosye ji nûve li DMME’yê ye
10:35 Li Amedê di salekê de Hezar û 116 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin
10:15 MED-DER qursên soranî dide dest pê kirin
09:58 Çima êrîş li ser rêya M4 zêde dibin?
09:39 Emniyetê ambûlans û qeyûm mala şînê neda