Temellî: Ev îktîdar îktîdara zilm û şer e

  • rojane
  • 16:42 17 Mijdar 2019
  • |
img
MÊRSÎN – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, beşdarî Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP'a Mêrsînê bû û got: "Li welatê ku edalet lê tune be hiqûqa tecrîdê serdest e. Ji ber ku ev îktîdar, îktîdara bê edaletî, zilm û şer e." 
 
Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê, 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Qesra Sevgî ya şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê li dar xist. HDP'ê bi şîara "Em bi hevî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin, em faşîzmê têk bibin" kongre li dar xist. Parlamenterên HDP'ê, Hevseroka SYKP'ê Canan Yuce, Nûnerên HDK, SYKP, Partiya Şoreşger, SES,  Cemxaneya Mêrsînê, ESP, TîP, DAD, Komeleya Dersîmiyan, Malên Gel, ÎHD jî di navde bi hezaran kes amade bûn. Kongreyê bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Ewil Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê Mustafa Işik, axaftina vekirinê kir û serkeftin ji rêveberiya nû re xwest. 
 
‘HDP'Ê QET GAV PAŞVE NEAVÊT'
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, girse silav kir û wiha got: "HDP, partiya têkoşînê ye. HDP ji bo aştiyek bi rûmet û komara demokratîk tu carî di têkoşînê de gav paşve navêt û navêje. Bi biryar dê bêtir mezin bibe û pêşve biçe." Girseya li salonê axaftina Temellî qut kir û dirûşmeyên “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Qeyûm dê biçin gel dê bi ser bikeve" berz kir.  Temellî axaftina xwe berdewam kir û got: "Ne tenê qeyûm, ev îktidar jî dê biçe. Ji ber ku ev îktîdar a bê edaletî, zilm û şer e. Gelê me, jin, ciwan û gel şer naxwaze. Zilmê naxwaze. Gelê me li vî welatî aştiyek bi rûmet dixwaze. Çawa di 31'ê Adarê de me qeyûm şandin, em dê dîsa li gel qeyûman vê îktîdarê jî bişînin. Em tu carî teslîm nabin û gavan paşve navêjin." 
 
'21 SALIN LI VÎ WELATÎ HIQÛQA TECRÎDÊ HEYE' 
 
Temellî, bal kişand ser bêhiqûqiya li Tirkiye û wiha lê zêde kir: "Em niha bi bêhiqûqiyê re rû bi rû ne. Li vî welatî bê edaletî û bê hiqûqî heye. 21 salin li vî welatî hiqûqa tecrîdê heye. 5 salin tecrîda mutlaq heye. Heta ku tecrîd bi dawî nebe li vî welatî pergala hiqûqê nayê avakirin. Yên di tecrîdê de israr dikin welat xistine vî halî.  Niha daraza bi alî û giredayî heye. Aştiya civakî xera dikin û li şûna wê tundiyê pêş dixin. Ji ber vê yekê em bang li hemû kesên li vi welatî dijîn dikin ku li dijî vê zordariyê têbikoşin."
 
PERGALA HEVSEROKATIYÊ LI TIRKIYE Û CÎHANÊ MÎNAK E
 
Temellî, bal kişand ser siyaseta AKP'ê û wiha lê zêde kir: "Siyaseta AKP'ê qediya ye. Ji ber vê yekê êrîşî pergala hevserokatiyê dike. Pergala hevserokatiyê li Tirkiye û cîhanê mînak e. Ji ber ku pergala hevserokatiyê nûnertiya wekhev e. Azadiya Jinê ye. Azadiya Civakê ye. Pergala ku vîna jina azad tune dihesibine êrîş dike. Em dê vê pergalê û vê têkoşînê li her derê belav bikin û mezin bikin. Divê em hemû li dijî polîtîkayên AKP’ê yên şer û tundiyê dengê xwe bilind bikin. Tivê em kesên li dijî DAIŞ'ê şer kiriye bibînin. Divê em tekoşîna gelê Sûriyeyê yên ji bo aştiyê bibînin. Em mecbûr in Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bibînin. Ji ber ku çareserî giredayî Jiyana Hevpar a Gelên Sûriyeyê ye. Divê gelên Sûriyeyê bi hevre di nava aştiyê de bijîn."  Temellî, bal kişand ser krîza aborî jî û wiha bi dawî kir: "Em dê li vî welatî çareseriya betalî û xizaniyê bibînin. Çareseri gel e. Butçeya gel e.' 
 
Piştî axaftina Temellî raporên xebat û maliyê hatin xwendin û hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo Hevserokên HDP'ê yên Mêrsînê Bahar Arslan û Mehmet Aliş hatin hilbijartin. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/11/2019
09:17 Helbestvan ji ber gefên kuştinê neçar ma welat terk bike
09:05 Di 56 saliya xwe de xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî
09:04 Nerazîbûna komeleyan a ji bo qeyûman: Mifte yekîtiya neteweyî ye
09:04 Bi belgeyan têkiliya AKP û DAIŞ'ê
09:04 Kaplan: Divê baweriya kurdan bi hêza wan a cewherî hebe û yekîtiyê pêk bînin
09:03 Di 12 mehan de 62 zarok bûn qurbana cînayeta kar
09:02 Wê jinên TGS'yî di 25'ê Mijdarê de bibêjin 'Em jî Hene'
09:02 Wê 70 nûnerên partî û rêxistinên kurdan ji bo 'yekîtiya neteweyî' li hev kom bibin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2019'AN
20/11/2019
21:20 Siyasetmedarê girtî Eskîcîoglû jiyana xwe ji dest da
16:46 Li stranek 15 sal berê doz hat vekirin
16:46 Li Kuçukçekmeceyê mirovek li mala xwe kuştî hat dîtin
16:45 Karkerên meaşê wan nayê dayîn dest bi çalakiyê kirin
16:27 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk girtin
16:08 Endamên Grûp Yorûm hatin berdan
16:00 Baydar: Divê HDP kozikên xwe terk neke
15:26 Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Jîn ku qeyûm girtibû ji nû de hat vekirin
15:18 Roja Mafên Zarokan: Li Tirkiyê 3 hezar zarok di hefsan de ne
14:59 Li bajaran ji bo 25'ê Mijdarê bang kirin
14:32 Ji HDP'ê deklarasyon: Em ê destkeftiyên xwe biparêz in û banga hilbijartina pêşwext dikin
14:11 HDP’ê Rapora Qeyûman eşkere kir: Nîşaneya desteserkirin û dijminane ye
13:51 Bûldan: Emanetê gel rûmeta me ye, emê teslîm nekin
Temellî: Em dê vê rêveçûnê rawestînin
13:39 Dayika Aştiyê bersîv da pêşniyara 'Sîne- î millet': Bila şêr cihê xwe ji roviyan re bernedin
12:58 Aldar Xelîl: Berxwedan bû navnetewî, em jî bibin yek
11:55 Di doza Şûle Çet de ji bo bersûcekê cezayê ‘muebbetê’ hat xwestin
11:45 HDP ji bo ku belgeya xwe helwestê ya li dijî qeyûman aşkere bike civiya
11:44 Bi têlên ceryanê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
11:34 HDP’iyan bi wêneyan wezîr Soylu şermezar kirin
11:21 Serokê daîreyê yê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
11:21 Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên Dîlokê hatin girtin
11:08 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Osmaniyê di roja 9’an de ye
10:44 ‘Zarokên kurd nikarin bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibînin’
10:39 Derbarê komkujiya 5'ê Hezîranê de îdîanameyek din: Li 5 polîsan doz vebû
10:31 Ji Komîsyona Ji Bo Şûle Çet Edalet bang: Em li dijî tundiyê deng derxîn in
10:16 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk îfade neda polîsan
10:10 Li Şirnexê di 10 mehan de 10 caran qedexe kirin
10:09 Nûçe û hevdîtinên li gel çavkaniyan kirin delîlên girtina rojnamegeran
09:17 Hezar û 679 mamosmte serî li DMME'ê didin
09:16 Yekemîn car wê tevlî çalakiyeke jinê bibe: Qîrîniya me jinên din jî bandor dike
09:16 Ji xwişkên Mîrabel heta niha têkoşîna li hemberî şidetê didome
09:15 Tumuklu: Hikmê gotinê nemaye, dem dema pratîkê ye
09:14 Kanar: Tu eleqeya pakêta darazê û reformê bi hev tune ye
09:13 Hevserokê HDP'a Wanê Kava: Em ê bi ser bikevin, ew ê winda bikin
09:13 8 meh derbas bûne hîn jî îskeleya Keşîşxaneya Oşkiyê nehatiye danîn
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2019'AN
19/11/2019
19:25 Şîna Serkan Dagderen ê QSD'yî bi dawî bû
17:44 Balafira bêmirov a Tirkiyeyê Xanesorê bombe kir
16:35 Xebatkarên Rojnameya Atilim: Em gavekê jî paşve navêjin
16:34 Li Dêrsimê jin wê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
16:33 Li Antalyayê bernameya 25'ê Mijdarê hat aşkerakirin
16:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçîn Îmraliyê serlêdan kirin
15:57 Rayedarekê Leşkerî yê Iraqê: Rêveberên DAIŞ'ê li Tirkiyeyê dijîn
15:48 Di xwepêşandanên Îranê de zêdetirî 200 kes hatine kuştin
15:19 Li Dîlokê 4 kes hatin girtin
15:17 Wê nexşerêya nû ya HDP'ê bibe çi: Rêya sêyemîn an Sîne-î millet?
15:17 Farûk A yê xwest Y.O. bikuje, li salona dadgehê gef li jinan xwar
15:10 Ji bo bersûcê keça xwe cezayê herî giran xwest
14:54 Şaxên ÎHD'ê: Cihêkarî li zarokan tê kirin
14:23 Platforma Jinan a Dersimê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê aşkera kir
14:22 'Di dema AKP’ê de 47 hezar û 835 kesan întîxar kirin’
14:09 Qeyûm tayînî şûna encûmenên Rezanê hatin kirin
14:04 Buldan: Heta HDP hebe jin bi tenê û bê parastin namîne
13:50 Di doza Kent Ormaniyê de biryara rawestandina birêvebirinê hat dayîn
13:07 Biryara ‘neşopandinê’ dan Îzol ê AKP’î
12:30 Serlêdana Togrûl a îstînafê hat redkirin
11:42 Ji bo dengbêjiyê hildin Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê kampanya hat destpêkirin
11:34 Qeyûmê Şaredariya Bîsmîlê kurdî jê bir!
11:15 Li Qelqeliyê, bi jinan re biryar tên girtin
11:14 Bi sûcdariya ‘bi çekên nukleer kuştin’ doz li hevşaredaran hat vekirin
10:33 Sonmez: Pirsgireka jinê meseleya esasî ya siyasetê ye
10:27 Rêvebera HDP’ê hat girtin
10:13 'Ji bo parastina bawerî û neteweyên herêmê divê QSD li pêya bimîne’
10:12 Sosretiya li nexweşxanê bi dawî nabe: Nexweşên gurçikan li odeyên ‘sergo’ tedawî dikin
09:51 Bi "dijberiya fermanê" ceza li xebatên HDP'ê birîn
09:14 Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê tên herimandin
09:14 Hatimogullari: Kî SMO'yê fînanse dike?
09:13 Muameleya girtiyan bi zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne tê kirin
09:12 Heger tevdîr neyên girtin wê dêra dîrokî hilweşe
09:11 Komele hat girtin, lê dev ji têkoşînê xwe berneda
09:11 Wanî: Heta şer û zext hebin wê krîz jî hebe
09:09 Bi kurdî simatiyyeya ewil: Beyana Xwarinan û Zewqên Wan
09:08 Zextên li Girtîgeha Osmaniyeyê didomin
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2019'AN
18/11/2019
19:24 Faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
17:07 Dozeke din li parlamentera berê ya HDP'ê ya girtî vekirin
16:52 Jinên Mexmûrî ji bo 25’ê Mijdarê civîyan
16:36 Dev-Lis: Em dê cînayeta Rabia Naz bişopînin
16:32 Rewşa darazê: Ewil ceza kirin û piştre beraet kirin
16:28 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê: Hatîce Çevîk berdin
16:19 Dema binçavkirina Hevşaredar Çevîk cara duyemîn dirêj kirin
16:11 Di mirina Engîn Eroglû de ajokarê otobusê biqisûr hat dîtin
15:58 Ozsoy: Êdî Tirkiye nikare ji pirsgirêka Kurd bireve
15:42 HDP'iyan li Dêrîkê serdana esnafan kir
15:33 Ji 25 fezlekeyên ji bo Meclîsê hatin şandin 24 jê têkildarî HDP’iyan e
15:25 Beriya Kongreyê Netewaya Kurd divê partiyên Kurdan kom bibin
15:11 Di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de qeyûm şermzar kirin
15:07 Endamên DAIŞ'ê yên kincên SMO'yê li xwe kirine derketin holê
14:58 Başkaya: Em ê rastiyan tim vebêjin
14:29 Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê îqtîdar îstîfa bike
14:09 ‘Li geliyê Heskifê û Dîcleyê qiyamet radibe'