ÇEWLIK - Hat angaştkirin ku kurê Şaredarê Kanîreşê Veysî Bîngol û xizmên wî bi kepçeya şaredariyê li xezîneyê geriyan
Hat angaştkirin ku kurê Şaredarê navçeya Kanîreşê ya Çewlikê Veysî Bîngol ê AKP'î Sedat Bîngol, xizmê wî Yavûz Bîngol û operatorê kepçeyê Fatîh Bîngol bi kepçeya şaredariyê, li navçeya Gumgumê ya Mûşê li xezîneyê geriyane. Her sê kesên navborî li ser giliya gundiyên ku li gundê wan li xezîneyê geriyane di 13'ê Mijdarê de hatine binçavkirin û piştî rojekê hatine berdan.
Hat hînbûn ku piştî Şaredar Veysî Bîngol ketiye navberê xizmên wî hatine berdanê.
Beriya 3 mehan birayê Bîngol, Bulent Bîngol ku stasyona petrolê dixebitand jî bi angaşta mişextiya mazotê hatibû binçavkirin û piştre bêyî ku bê girtin hatibû berdan.
Belediye Başkanı Bingöl’ün petrol istasyonu işleten kardeşi Bülent Bingöl de, üç ay önce mazot kaçakçılığı yaptığı iddiasıyla gözaltına alınıp, serbest bırakılmıştı.