STENBOL - Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû, diyar kir ku heke li raboriya reformên darazê bê nêrin dê bê dîtin ku berovajiyê reforman hatiye kirin û ev tişt got: "Pirsgirêk ne di pakêtan de bi pêkanîna wan de heye."
Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû ku tevlî civîna yekemîn a "Civînên Reformên Darazê" ya ji aliyê Navenda Şopandina Darizandin Edlî ya Baroya Stenbolê ve hat lidarxistin bû, reforma darazê ya sala 2009'an bi bîr xist û ev tişt got: "Vê reformê darazê teslîmî FETO'yê kir. Çi tiştên ku di pakêta reformê de hebûn berovajiyên wan kirin. Piştre jî di sala 2015'an de pakêteke nû ya darazê derxistin. Di vêya de berovajiyê wê kirin."
'PIRSGIRÊK DI PÊKANÎNÊ DE Y'
Dûrakoglû da zanîn ku bi Rewşa Awarte her tiştî ji holê rakirine û wiha got: "Dema ku mirov li sabikayên stratejiyên reformên darazê dinêre qet hêvî nadin mirov. Pirsgirêk ne di paketên darazê de ye, pirsgirêk di pêkanînan van pakêtan de ye. Gelek tiştên ku divê li vî welatî bên kirin hene, lê ev tiştên ku di pêşnûmeya yekemîn de hebûn ne ev pirsgirêk bûn. Tiştên derbasbûne em dikarin nîqaş bikin. Ên baş jî hene û yên ne baş jî hene. Lê pirsgirêk ne ev e, pirsgirêk pêkanîn e."
'NE BI HÊVÎ ME'
Di berdewamê de Dûrakoglû pirsên "Dê dadgehên Cezaya Silhê bên girtin? Hilbijartinên HSK'ê wê bi heman rengî bên kirin? kir û axaftina xwe bi gotinan bi dawî kir: "Heke ji me re dibêjin bi pasaporta kesk bêdeng bibin divê têketina me ya edliyeyan hêsan bikin. Di rewşeke mafên me ji destê me hatin girtin divê kes bi dayîna pasporta kesk li benda bêdengbûna me nîn be. Em bi krîzeke di dîroka daraza Tirkiyeyê de nehatiye dîtin re rû bi rû ne. Em di rewşeke micid nagirin lê divê bêmicidiyetê micid bigirin de ne. Ji vir çi derê, bi rastî bi tu rengî ne bi hêvî me."