ENQERE - Yekitiya Nivîskaran a Navneteweyî, ji bo nivîskar Fîkret Başkaya ku ji ber nivîsa xwe ya bi ser navê "Terora esil terora dewletê ye" tê darizandin peyama piştevaniyê weşand û diyar kir ku divê tu kes ji ber nêrînên xwe yên ku bi rêyên aştiyane diyar dike neyê girtin.
Yekitiya Nivîskaran a Navneteweyî (PEN), ji bo nivîskar-akademîsyen Fikret Başkaya ku dê di 22'ê mijdarê de daneşîna wî bê dîtin, peyameke piştevaniyê weşand.
Di peyama ku bi îmzeya Serokê Komîteya Nivîskarên Girtî ya PEN'ê Salîl Trîpathî hat weşandin de ev tişt hat gotin: "Li Tirkiyeyê rayedar, careke din qanûnên ku li dijî terorê hatine sazkirin, ji bo cezakirina nêrînên dijber bi kar tînin. Gotara Başkaya bi tu awayî nikare weke propagandaya rêxistinê bê qebûlkirin. Em bang li rayedarên tirk dikin ku heta kirariyên wiha sexte neyên encamkirin, sûcdariyên hemû li dijî Başkaya bixînin. Divê tu kes ji ber ku nêrînên xwe bi rêyên aştiyane diyar dike nekev girtin.
DANEŞÎNA BAŞKAYA DI 22'Ê MIJDARÊ DE YE
3'emîn daneşîna doza ku ji ber nivîsa wî ya bi ser navê "Terora esil terora dewletê ye" bi angaşta "propagandaya rêxistinê" li Serokê Weqfa Forûma Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê û Damezrînerê Zanîgeha Azad Fîkret Başkaya, hat vekirin, dê di 22'ê Mijdarê de li 21'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê bê dîtin. Başkaya berê jî ji ber pirtûka xwe ya bi navê “Paradigmanın İflası” di 1994'an de 20 meh û di 2002'an de jî 12 meh hatibû girtin.