WAN – Li Wanê nûnerên partiyên siyasî tayînkirina weyûman û girtina hevşaredaran wek “darbeya siyasî ya li dijî îradeya gel” nirxandin û gotin pêwîste li dijî qeyûman têkoşîna hevpar bê kirin.
Nûnerên partiyên siyasî yên li Wanê tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê û girtina hevşaredaran nirxandin. Nûnerên partiyan bertek nîşanî qeyûm û girtina hevşaredaran dan û tayînkirina qeyûman wek “darbeya siyasî ya li dijî îradeya gel” nirxandin.
CHP: DARBEYEK SIYASÎ YE
Serokê Rêxistina CHP’ê yê Wanê Mehmet Kurukcu anî ziman ku AKP tehdîtên xwe yên beriya hilbijartinê ku digotin dê qeyûm tayîn bikin îro dixin meriyetê û got: “Ev darbeyek siyasî ya li dijî gel e. Ji wezîfegirtinê ya hevşaredaran ne hiqûqî ye. Biryarek siyasî ye. Darbeya li dijî tercîha hilbijartina gel e. Bi tayînkirina qeyûman îpotekê datînin ser îradeya gel. Biryarek antî demorkatîk e. Em wek CHP’ê her dem li dijî qeyûman e. Em diyar dikin ku em ê ji niha şûn ve jî her tim li dijî qeyûman bin.”
PÎA: LI DIJÎ DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ DIVÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊK WERE
Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Gulmez jî qeyûman wek “desteserkirina îradeya gel” pênase kir û got: “Qeyûm tune hesibandina îradeya miletekî ye. Dixwazin mafê xwerêvebirina gel ji destê wan derxin. Ji xelkê re dibêjin ‘tu nizanî xwe birêve bibî ez ê te birêve bibim.’ Teqez em qeyûman qebûl nakin. Em li dijî qeyûman li gel hevşaredarên xwe cih digirin.”
Gulmez da zanîn ku îradeya kurdan carek di bin polîtîkaya qeyûman tune tê hesibandin û got: “Em dikarin bi helwest û avakirina xwe ya yekîtiya neteweyî tayînkirina qeyûman rawestînin. Dema kurdan yekîtiya xwe ya neteweyî ava kir dikarin li hundir û li derve jî li dijî qeyûman zêdetir deng derxin. Çimkî divê bi milyonan kurd li her deverê bibin yek û bikevin tevgerê. Dema ev pêk were dê deng derxistina wan cudatir bibe. Di vê pêvajoyê tişta herî pêwîst ji bo me yekîtya neteweyî ya kurd e.”
EMEP: TÊKOŞÎNA HEVPAR LAZIM E
Rêvebera Partiya Kedê (EMEP) a Wanê Zelal Sari jî destnîşan kir ku polîtîkaya “yek zilamî” tenê ne kurdan di heman demê de muxalîfan jî kiriye armanca xwe û got: “Niha gelek geşedan li Tirkiyê pêk tên. Ji şerê li dijî Sûriyê bigire heta tayînkirina qeyûman û krîza aborî ya kûr dibe û binpêkirina mafên karkeran li ser hev pêk tê. Yên vê dikin hikumeta AKP’ê ye. Armanca wan sereke ew e darbe li dijî îradeya gel pêk bînin. Lazime hemû kurd û muxalîfên Tirkiyê li dijî vê rejîmê têkoşînek hevpar birêve bibin û li dijî van polîtîkayên şaş derkevin.”
MA / Cemîl Ugur