AMED – Derûnnas Şiyar Guldîken bûyerên întîxarê yên di rojên dawî de li pey hev diqewimin şîrove kir û bi bîr xist ku gelek faktorên sedema van întîxaran hene û got: “Bi sed hezaran kesên plana siberojê û nikarin hêrsa xwe kontrol bikin hene.”
Li Tirkiyê bandora neyînî ya krîza aborî her roja ku diçe mezintir dibe. Krîza aborî dibe sedemên sûcên adlî, şideta nav malbatê û dest ji hev berdanê û hejmara van zêde dibe. Di rojên dawî de li pey hev bûyerên întîxarê pêk tên.
Endamê Înîsiyatîfa Derûnnasên Mezopotamya Şiyar Guldîken bandora şertên heyî ya li ser xelkê nirxand.
‘PIRSGIRÊKA ESIL JI NEDÎTÎ VE TÊN’
Guldîken da zanîn ku di salên dawî de hêrs li nava civakê belav bûye û her ku diçe ev hêrs belav dibe û got: “Ferasetek ku van şertan û pirsgirêkan ji nedîtî ve tê heye. Neheqî, bêhiqûqî û bêcezakirin li ber çavê her kesî ye û li holê ye. Helbet wê ev bibe komkirina enerjiyekê. Têgihiştinek ku van encamên xerab nabîne heye.”
‘BI SED HEZARAN KESÊN NIKARIN HÊRSA XWE KONTROL BIKIN HENE’
Guldîken anî ziman ku di rewşa îroyîn a welat de gelek pirsgirêk û bandora neyînî ya civakî yên nehatine çareserkirin, tiştên pergala civakî xera dikin û tenduristiya rih xera dike hene û got: “Yek ji van bandor ango faktoran jî zehmetî û pirsgirêkên aborî ye. Bi sed hezaran kesên îro nikarin plansaziyê bikin, ên nikarin hêrsa xwe kontrol bikin hene. Ev hêrs carna zarokên otîzmî, carna jî ji derveyî xwe komên etnîk-dînî û carna jî penaberan dibîne. Dema hêrs kesek din û hin kesên din nabîne li xwe vedigere. Di bûyera Antalyayê de tenê întîxar nîne, di esasê xwe de cînayetek e. Zilam radibe li ser navê jin û zarokan biryar dide. Ew zilam tenê dikare ji bo xwe biryar bide lê radibe ji bo jin û zarokan jî biryarê dide. Yanî meseleyek ‘xwedîderketinê’ heye. Dîmen, wêneyên û agahiyên bi hûrgulî yên cînayet, şer û pevçûnan vekirî di televîzyon û medya civakî de tên parvekirin, ev yek li ser kes û civakê bandorek neyînî dike û ev yek di civakê de rê li ber necezakirinê, bêedaletiyê vedike. Rolên zayendiya civakî hema bêje bi awayek tûj ji hev hatiye qetandin. Ev yek zextên zîhniyeta baviksalar zêde kiriye. Girêdayî vê yekê kuştina jinan, îstîsmarkirina zarokan, êrişên zayendî, tecawiz, dest ji hev berdan û întîxar zêde bûne.”
‘PIRSGIRÊKA RÊVEBERIYÊ Û PERGALÊ HEYE’
Guldîkeş da zanîn ku aliyê întîxarên diqewimin tenê ne derûnî ye aliyê wê yê sosyolîk jî heye û got: “Krîza aborî girêdayî kes nîne, pirsgirêka rêveberiyekê û pergalê ye. Yek ji aktora herî zêde bandora neyînî li ser jiyanê dike krîza aborî ye. Heke ev krîza aborî rast neyê birêvebirin, dibe kur ê li ber krîzên mezin veke. Yanî dibe kur ê li ber raperîn, xwepêşandanên civakî û tevgerên civakî veke. Îro ev mesele li gelek deverên dinyayê diqewimin. Di dîrokê de jî gelek mînakê vê yekê hene. Feqîrî û bêkarî li pêş e. Bi awayek sîstematîk ev yek bandorê li ser jiyana civakê dike.”
Guldîken diyar kir ku êdî di rewşa heyî de ew dikarin bêjin ku civakek ji kokên xwe ango cewheriya xwe hatiye veqetandin heye.
ROLA MEDYAYÊ
Guldîken da zanîn ku ji bo bûyerên diqewimin divê medya jî zêde xwezî pê anînê neke û ji bo vê yekê jî rolên girîng dikeve ser milê medyayê.
MA / Lezgîn Akdenîz