Bi deh hezaran kurd beşdarî mîtinga Strasboûrgê bûn û berxwedana Leyla silav kirin

  • rojane
  • 18:40 16 Sibat 2019
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Strasboûrgê bi deh hezaran Kurd û dostên kurdan kom bûn, tecrîd û 15'ê Sibatê şermezar kirnig û berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin. Leyla Guven ji Amedê peyam şand û diyar kir ku heta ew encam bistîin dê li ber xwe bidin û berxwedana wan dê bi ser bikeve. 
 
Bi deh hezaran Kurd û dostên kurdan, bi armanca 20'emîn salvegera 15’ê Sibatê Roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiye şermezar bikin û berxwedêrên greva birçîbûnê yên bi armanca şikandina tecrîdê  di grevê de ne, ji gelek bajarên Ewropa ketin rê û li Strasboûrgê kom bûn. Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn ji bo protestokirina 15’ê Sibatê û piştgirîdayîna grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven, li bajarê Strasboûrgê ji bo meş û mîtîngê kom bûn. Serê sibê Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanya, Swîsre, Belçîka, Ewûstûrya û gelek welatên din ên Ewropa dijîn bi otobus û wesayîtên taybet hatin Strasboûrgê. Bi hezaran kes bi wêneyên Ocalan û alayên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê ber bi qada meş û mîtîngê ve meşiyan û li qada mîtingê kom bûn. Bi deh hezaran bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin.  Polisên Fransayê li qada ku girse kom bû tedbîrên giran ên ewlehiyê girtin û li rêya ku meş derbas dibe, rê bi wesayîtên leşkerî bal kişand ser xwe. Bi deh hezarên ku li qada Reu des Venneaûx kom bûn û tev li mîtinge bûn. Bi destpêkirina mîtîngê re bi deh hezaran kesan sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Azadî ji Ocalan re’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ berz kirin. Li ser dika mîtîngê pankatên bi nivîsên ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ pankartên ku bang li CPT û Konseya Ewropa dike ku li dijî tecrîdê bikeve tevgerê hatibûn bilindkirin.
 
 
Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr di destpêkirina mîtîngê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nav çalakiyan de ne. Goksûngûr bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin û wiha axivî: “Gelê Kurd wê faşîzmê hilweşîne û tecrîdê bişkîne.”
 
KCK: DIVÊ BERXWEDAN LI HER DERÊ WERE BELAVKIRIN
 
Piştî axaftina Goksûngûr, Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik peyameke bi dîmen şand. Bayik di peyama xwe de diyar kir ku êdî tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin û çalakgerên greva birçîbûnê silav kir. Bayik got: “Berxwedana mezin a gelê Kurd wê tecrîdê bişkîne û ew ê Ocalan û Kurdistanê azad bike. Divê em li dora pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ werin ba hev û têkoşînê li her derê belav bikin.’
 
‘EM Ê EFRÎNÊ AZAD BIKIN’
 
Di mîtîngê de li ser navê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl jî bal kişand ser berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê û got: “Rojava jî tê de, bi berxwedana gelê Kurd a li her dera cîhanê, wê tecrîda li ser Rêber Apo were şikandin. Divê gelê me baş bizane, ew ê Efrînê jî azad bikin. Em ê bi Rêbertiya Azad re, Kurdistana Azad ava bikin.”
 
GUVEN: AZIYA ME LI ÎMRALIYÊ TECRÎDKIRIYE 
 
Di mîtîngê de Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 101 roj in di grevê de û Nasir Yagiz ê li Nûnertiya Hewlêrê 88 roj in di grevê de peyam şandin. Guvenê bi rêya dîmen peyam şand û wiha got: “Meşvanên Meşa Dirêj berxwedêrên li qadê hêz dane min. We tevan silav dikim. Berxwedana di serî de li çar parçeyên Kurdistan, li nava zindan û Strasboûrgê gihiştiye qonaxekî krîtîk û girîng. Ji bo vê erkekî mezin dikeve ser milê gelê me yên li Ewropayê dijîn. Hûn bûn sedemê ku dengê me li cîhanê belav bibin. Heta ku tecrîd bidome qet azadî pêk nayê. Azadiya me tevan li Îmralî di nava tecrîdê de ye. Di serî de jin, ciwan û hemû civaka Kurd dîsa gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bi yekpareyî bi Îmraliyê re di nava tecrîdê de ne. Em vê dibêjin, bi hêviya ku vê rast bibîin û encam bibe. Ev tecrîd, mifteya aştiyê ya li Rojhilata Navîn hatiye girtine. Em di demekî pir xeter re diborin, xwedî dozekî bi maf û rewan e. Şerê me şerê mirovahiyê ye. Şerê me şerê azadiyê ye. Mer berdêla vê da û hê jî didin. Dibe hinek ji me şehîd bibin, lê ya girîng ev çalakî bi encma bibe ye. Ev armanc jî nêz e, em pir nêzî serketinê bûne. Bang li her kesê dikim ku heta ev çalakî bigihêje encamê divê her kes li dorî çalakiyê bibe yek. Heta niha em bi berxwedanê serketin, ji niha û şûnde jî em ê bi berxwedanê ser bikevin. Em ê bi teqez bi ser bikevin.”
 
YAGIZ: GELÊ KURD DÎROKÊ JI NÛVE DINIVÎSIN
 
Nasır Yagiz jî di peyama xwe de ev tişt got: “Em tecrîda li ser Rêbertiya xwe qet napejirînin. Gelê Kurd bi vê berxwedanê ji nû ve xwe dinivîsîne. Gihiştina serketinê di destê gelê Kurd e ye. Ya girîng mezinkirina berxwedana û li her qadê belavkirine. Divê gelê me yên li Ewropayê dijî hê zêdeti xwedî li berxwedana Strasboûrgê derbikevin. Hêviya min heye ku bi berxwedanê Ewropa bê hejandin û neçarî bikin ku biçin deriyê Îmraliyê. Bila ev baş bê zanîn; Heta agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê girtin, bi wî re rast e rast hevdîtinek pêk neyê em dev jî berxwedanê berandin. Ji derveyî vê rêyeke din a aştiyê tine. Divê li hemberî vê berxwedana gel bêdengî nemîne. Heta ku ev tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe, divê em jiyanê rawestînin. Dme dema berxwedan, çalakî û serî rakirinê ye. Her kes li cihê lê rabe ser xwe. Enternasyonalîstên li Strasboûrgê silav dikim, dem êdî demê çalakiyê ye. “
 
 
 
 

Sernavên din

17/02/2019
09:06 Qeyûm deverên aîdî şaredariyê yeko yeko dewr dike!
09:05 Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe
09:03 Cotkar: Em deyn dikin didin deynan
09:01 'Astengkirina dengdayîna jinên li sitargehan binpêkirina mafan e'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN
08:03 Berxwedana Leyla Guven di roja 102'yemîn de berdewam dike
16/02/2019
19:35 Girtina Kaya û Karaaslan hat şermezarkirin
18:40 Bi deh hezaran kurd beşdarî mîtinga Strasboûrgê bûn û berxwedana Leyla silav kirin
18:25 Dayika Şemiyê Baskin li cem kurê xwe hat veşartin
18:17 Hevserokê HDP'a Hewengê hat girtin
16:57 6 kesên li Amedê hatin binçavkirin hatin berdan
16:09 Aqubeta rojanemger Abayay û Tekdag pirsîn
15:50 ÎHD: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
15:41 'Girtiyê nexweş Îmam Çelîkdemîr bila bê berdan'
15:29 Li Stenbolê avahiya 4 qatî hilweşiya
15:28 11 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:24 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:18 Dayikên Aştiyê nobeta xwe bi dawî kirin
14:17 Dayikên Şemiyê: 24 salên din jî derbas bibe em ê têbikoşin
14:03 Bi deh hezaran Kurd li dijî tecrîdê li Strasbourgê dimeşin
13:44 Gotin întîxar kir û cenaze teslîmê malbatê kirin
13:43 Çiya Firat: Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê didome
13:37 Dayika Şemiyê Meryem Baskin jiyana xwe ji dest da
13:35 Bûldan: Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike
Temellî: Tirkiye dinava krîzek pirhejmarî deye
13:04 HDP'ê beyannameya hilbijartina herêmî aşkere kir
12:35 Li 5 bajarên qeyûm bi rê ve dibin HDP ji sedî 60 partiya yekemîn e
11:52 Dirûşmeya hilbijartinê ya HDP’ê: Bi hevre ber bi demokrasiyê ve
11:49 Malbatên girtiyan: Beyî ku kes bimirin dengê xwe bilind bikin
11:40 Çalakî qediya lê dorpêç ranebû
11:28 13 kes li Edenê hatin berdan
10:58 KJAR'ê name ji Leyla Guven re şand: Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû
10:38 Komeleya Komisyonvanan: Em buha dikirin em buha difiroşin
10:17 Fermandariya Pêngava Bagera Cizîrê dê di saetên peş de daxuyaniyek girîng bide
09:07 3 sal û meh û 15 roj ceza li rojnamevan Paksoy hat birîn
09:06 DMME'yê got 'cezayê muebeta giran' îşkence ye
09:05 Girtiyê 63 roj in di greva birçîbûnê de: Ji xeynî berxwedan û serketinê wekî din tu rê tune ye
09:05 Di doza gundê Xerabê Bava de dadgehê Wezareta Karê Navxweyî mehkûmî tazmînatê kir
09:04 Jinên ciwan ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê li hev dicivin
09:03 KA.DER: Eger partiyên din jî samîmî bin divê wekî HDP'ê pergala hevserokatiyê pêk bînin
09:02 Girtiyê 32 roj in di greva birçîbûnê de: Em ê bi bedena xwe li ber xwe bidin
09:00 Bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2019'AN
15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
23:26 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
22:20 'Dema Ocalan diaxive rê li ber aştiyê vedibe, dema tê bêdengkirin şer û faşîzm bilind dibe'
20:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê Kaya hat girtin
18:31 Namzetên HDP'ê yên Qubînê guherîn
17:51 Meşa wan hat astengkirin
17:40 Dema binçavkirina HDP'iyan careke din hat dirêjkirin
16:58 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:44 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat girtin
15:50 ‘Heta tecrîd ranebe ev welat bêhnê nastine'
15:25 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîdê em her derê bikin qadê têkoşînê
15:24 Girtiyên ji doza PJAK û PKK'ê yên li Îranê ketin greva birçîbûnê
15:11 Eniya Çep a Brezîlya bang li gelên cîhanê kir: Grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe
15:03 KCD, HDK, DBP û HDP'ê daxuyaniya hevpar dan: Divê tecrîd bi dawî bibe
14:42 ‘Heya ku tecrîd ranebe, li vî welatî kes nikare nefes bigire'
14:35 Leyla Guven: Ya ku min li ser piyan digire berxwedana girtîgehan û pêşengtiya jinan e
13:47 Li bendê ye Wekîlên HDP'ê yên nêzî mala Guven bûn daxuyanî bidin
13:44 'Dayika min dê bijî û emê êdî tenê li ser cesaretê biaxivin’
13:30 Di çile de 2 hezar û 159 mafên mirovan hatin binpêkirin
13:15 Parlementerên HDP’ê yên Rihayê: Dengê Leyla bibihîsin û tecrîdê rakin
12:38 Turan: Hikûmet dixwaze halên fêkî û sebze dewrî şîrketan bike
11:49 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:23 Li gel ablûkeya polîsan jî HDP’î di meşa xwe bi israrin
10:59 Serokê Federasyona 78’an: Birayên me tên kuştin agahiya we heye...
10:17 Li gelek bajêran serdegirtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Girtiyên Girtîgeha Şakranê banga hestiyariyê kirin
10:15 DBP: Aştiya Rojhilata Navîn dibin tecrîdê deye
09:47 Fêrî tembûrê bû û niha dersê dide: Her ku diçe em zêde dibin
09:14 Di Roja Çîrokan de çîrok û çîrokbêjî
09:14 Hatîp Dîcle: Tasfiyekirina komployê bi azadiya Ocalan pêkan e
09:13 Rîtma dirûşmeyên kurdan lêdikole
09:12 Sendîkavanê Îngilîz: Divê tecrîd bi dawî bibe, wekî din tu şansê Tirkiyeyê tune
09:11 Piştî hevdîtina li Îmraliyê û berdana Guvenê li ser girtiyan çewisandina derûnî
09:11 Sewalvan ji buhayê êm û kayê nerazî ne
09:10 Komîsyonvan: Pêşî maliyetê kêm bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2019'AN
08:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 100'emîn de berdewam dike
14/02/2019
17:03 Gel eleqe nîşanî namzetên hevşaredariyên HDP'ê dide
16:46 Der barê wekîlê berê Yildirim de lêpirsîn hat destpêkirin
16:37 Mala Leyla Guven hat dorpêçkirin
16:37 Li Rihayê 3 kes hatin girtin
16:09 Salek û 6 meh cezayê hepsê li Alîcan Onlu hat birîn
15:39 Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
15:26 Heyeta Ewrûpî serdanên xwe didomîne: Em Leylayê bidin jiyîn
14:43 Şêwirmendên wekîlên Mûşê hatin binçavkirin
14:36 Ji doza HDK û HDP'ê 3 kes hatin berdan
14:33 Rojnameger Temel hat tahliyekirin
14:32 TJA: Ocalan azad nebe nabe
14:08 'Em ê feraseta cudakar di sindoqan de mehkûm bikin'
13:30 3 sal û 10 meh ceza dan parlamenter Taşçier
13:18 Wekîlên Riha û Dîlokê ber bi Amedê ve dimeşin
13:17 Girtiyên siyasî: Em bang li gelê Tirkiye û Cîhanê dikin
12:36 Baroya Amedê: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re em amade ne
12:35 Parêzerên Ocalan cara 790’an serî li dozgeriyê dan
12:16 KCD: Azadkirina Ocalan sedema tekoşîna me ye
12:13 Parlamenterên HDP'ê ji Serhedê ber bi Amedê ve tên
11:42 Polîsan parlamenterên HDP'ê birîndar kirin
11:21 Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin