STENBOL - Parêzvanên mafên mirovan di çalakiya "Rûniştina F" a hefteya 360'emîn de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îmam Çelîkdemîr ê ji sala 1995'an ve girtî ye û xwestin demildest bê berdan.
Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê bi daxwaza girtiyên nexweş bên berdan di hefteya 360'emîn de xwestin çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê li dar bixin. Polîsan carek din parêzvanên mafên mirovan asteng kirin û nehiştin çalakî li qadê bê liadarxitsin. Parêzvan li ser vê yekê li ber avahiya Şaxa ÎHD'ê çalakiya xwe li dar xistin û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn, wêneyên girtiyan û pankartên "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û "Tecrîd dikuje û piştevanî dide jiyîn" hildan.
Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Îmam Çelîkdemîr ê ji sala 1995'an ve girtî ye û xwestin demildest bê berdan. Endama Komîsyonê Hatîce Onaran daxuyanî da û da zanîn ku girtî ji ber tên tecrîdkirin û pêkanînên dij mirovî bi nexweşiyên giran dijîn û mafê girtiyan ê dermankirinê tê astengkirin. Onaran xwest daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin û tecrîdkirina li Îmraliyê demildest bi dawî bibe.
BAL KIŞAND SER REWŞA ÎMAM ÇELÎKDEMÎR
Onaran bal kişand ser rewşa Îmam Çelîkdemîr ê di sala 1975'an de li Dersimê hatiye dinê û ji 1995'an ve girtî ye û got: "Cezayê muebetê lê hatiye birîn. Ji salên 2000'î ve nexweşîn lê peyda bûne. Gelek caran hatiye sirgûnkirin. Gelek caran di hucreyên yek kesî de hat hiştin. Tevî hemû nexweşînên wî yên giran rapora tahliyeyê nadinê û ji aliyê dozgeriyê ve tê redkirin. Em dixwazin mafên mirovan bê parastin. Ji bo Çelîkdemîr bigihîje şertên dermankirinek baş bê berdan. Bila hemû girtiyên nexweş bên berdan."
Çalakî bi berzkirina dirûşman xelas bû.