BÛRSA – Di operasyonên hemwext ên li navçeyên Bûrsayê hatin lidarxistin de 11 kes hatin binçavkirin.
Di operasyonên hemwext ên li navçeyên Yildirim, Înegol, Gemlîk û gelek navçeyên din ên Bûrsayê hatin lidarxistin de 11 kes hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku 11 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin.
Ji 11 kesên hatin binçavkirin navê sê kesan wihaye: Fesîh Şencî, Yûsûf Dag û Omer Oner.
Hat destnîşna kirin ku kesên hatin binçavkirin li Şaxa TEM’ê ya avahiya FSM a Miduriyeta Polîsan a Bajêr tên girtin.