ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, aqûbeta Mûrat Yildiz ê Şaxa Asayîşa Ozkanlar a li navçeya Bornova ya Îzmîrê di 23’yê Sibata 1995’an de winda kirin û çarek din agahî jê nehat girtin pirsî.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê ya Îzmîrê, bi boneya winda bên dîtin, girtiyên nexweş bên berdan, ligel xizmên windayan û malbaten girtiyan di hefteya 469’emîn de li pêş avahiya Serokwezîriyê ya Konakê daxuyaniyê dan çapemeniyê. Endamên HDP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Caner Canli, daxuyaniya vê heftê xwend û aqûbeta aqûbeta Mûrat Yildiz ê Şaxa Asayîşa Ozkanlar a li navçeya Bornova ya Îzmîrê di 23’yê Sibata 1995’an de winda kirin û çarek din agahî jê nehat girtin pirsî.
‘DAYIKA WÎ TESLÎMÊ ŞAXA ASAYÎŞÊ KIR’
Canli, diyar kir ku ev 24 salin aqûbeta Yildiz dipirsin û wiha bilêv kir: “Ev heftê jî ji bo ku em aqûbeta Mûrat Yildiz bipirsin, li qadane. Mûrat Yildiz ê 19 salî bi dayîka xwe re li Îzmîrê dijiya. Yildiz bi kelecantiya ciwantiyê li Îzmîrê hes keçekê dikir, lê malbata keçikê ev têkilî nedixwest. Ji ber vê, polîsekê xizmê keçikê gelek çaran Mûrat Yildiz dabû ber zilehan û jê re gotibû ‘Ger tu neçî Stenbolê ezê te bikujim.’ Bi îdîya Mûrat li dawetekê Bornova ya Îzmîrê guleyek barandiye lêgerîna wê derketibû. Polîsan tim dayîka wî li cihê kar nerehet dikirin. Dayik Hanîfe Yildiz kurê xwe bi parêzer Fatma Yercan re di 23’yê Sibata 1995’an de dibe teslîmî Şaxa Asayîşa Ozkanlar a Bornova dike. Dayik Hanîfe Yildiz bi destên xwe kurê xwe teslîmî fermandarê Qereqolê Ramazan Kaya, polîs Tahîr Şerbetçî û Şahîsmaîl Ozturk dike.”
‘EMÊ LÊGERÎNA XWE BERDEWAM BIKIN’
Canli, da zanîn ku ji wê rojê û şûnde tu agahî ji Mûrat nehatin girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dayika Yildiz dozê vedike û serê li Şaxa ÎHD’ê ya Îstenbolê dide. Di doza 5 salan berdewam kir de, 5 dozger hatin guhertin. Ji serwinda kirin Mûrat Yildiz, Midûrê Polîsan ê Îzmîrê yê wê demê Kemal Yazicioglu, Waliyê Îzmîrê Kûtlû Aktaş, Qeymeqamê Bornova Yuksel Ayhan, Midûrê Giştî yê Ewlekariyê Mehmet Agar, Wezîrê Karê Hûndir Nahît Menteşe, Serokwezîrê wê demê Tansû Çîller û Serokomarê wê demê Sûleyman Demîrel berpirsiyarin.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.