Dayikên Şemiyê: 24 salên din jî derbas bibe em ê têbikoşin

  • rojane
  • 14:17 16 Sibat 2019
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de Ridvan Karakoç ê 24 sal berê di binçavan de hat kuştin û cenazeyê wî li goristana bêkesan hat dîtin bibîr anî. Birayê Karakoç, Hasan Karakoç got: "24 salên din jî derbas bibe em ê dest ji têkoşînê bernedin." 
 
Dayikên Şemiyê di hefteya 725'emîn de ji bo aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe ya heftane pêk bînin. Polîs carek din ji Dayikên Şemiyê re bûn asteng û destûr nedan çalakiyê. Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Polîsan hemû kolanên derdikevin ber avahiya ÎHD'ê dorpêç kirin. Tevî vê dorpêçê jî dayikan li aqûbeta zarok û xizmên xwe pirsîn. 
 
Dayikan tîşortên wêneyên windayan li ser bû li xwe kirin û wêneyên windayan û qurnefilan hildan. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Ridvan Karakoç ê di sala 1994'an de di binçavan de hat windakirin û pişt re cenazeyê wî li Goristana Bêkesan hat dîtin pirsîn û bibîr anîn. 
 
Daxuyaniya vê hefteyê keça Fehmî Tosun ê di 1995'an de hat windakirin Besna Tosun xwend. 
 
‘JI CIHÊ DAYIKA ASIYE KARAKOÇ TÊKOŞÎNA XWE LÊ HIŞTIYE EM DIDOMÎNIN' 
 
Tosun diyar kir ku ew li pey têkoşîna Dayika Şemiyê Asiye Karakoç a 3 sal berê ji nava wan koç kir têdikoşin û got: "Ji bo Ridvan û hemû windayên me em edaletê dixwazin. Ridvan ji ber xwebatên xwe yên siyasî her tim di hedefa polîsan de bû. Her tim polîs li pey wî bûn û diavêtin ser mala wan ê zextên giran li malbatê dikirin û gefên kuştinê li wan dixwarin. Parêzera malbatê Eren Keskîn û malbata Karakoç heta 15'ê sibata 1995'an jî jê agahî digirtin û ji vê demê şûn ve agahiyên wan qût bûn. Hemû saziyên dewletê ji bo binçavkirina Ridvan Karakoç gotin 'ne li gel me ye.' Piştî 3 mehan malbata Hasan Ocak a li cenezeyê kurê xwe digeriya bi tesadufî di nav dosyeyên li Dozgeriya Beykozê de wêneyê Karakoç ku îşkence dîtiye di nav dosyeyê de dît. Pişt re derket holê ku cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê ye. Tevî ku kujerên Karakoç tên zanîn jî lê kujer bi faîltiya nediyar hatin parastin. Lê em li vir carek din dibêjin ku em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û li aqûbeta windayan bipirsin. Em ê dest ji Galatasarayê jî bernedin." 
 
‘YÊN HATIN WINDAKIRIN ZAROKÊN VÎ WELATÎ BÛN' 
 
Piştî Tosun, birayê Karakoç Hasan Karakoç jî got 24 sal ew li dijî bêedaletiyê têkoşîn didin. Karakoç da zanîn ku dosyeya doza birayê wî li refên tozgirî tê sekinandin û wiha got: "Wek serê derziyê jî pêşketin di dosyeyê de çênabe. Her tim em bi heman gotinan re hevrû dimînin û dosyeya me ya 24 salan bi dembihûriyê re rû bi rû ye. Tiştek ez ji bo birayê xwe bikim nemaye. Tenê gorek wî heye û dikarin ziyaret bikim û çîçekan deynim ser gorê. Me şîna xwe kir û êşa xwe kişand. Ji bo aqûbetê û faîl bên darizandin ez têkoşiyam. Ro li nîvro mirov hatin revandin û hatin qetilkirin. Kesî dengê xwe nekir. Me 24 sal berê li dijî van dest bixwîn û hêzên tariyên dewletê dest bi têkoşînê kir. Yên hatin windakirin zarokên vî welatî bûn. Li vî welatî mirovên av ji ber wan şolî nabe hatin windakirin û tunekirin. Yên 80 salî jî û yên 11 salî jî hatin windakirin lê rayedarên dewletê li hember vê bêdeng man. Ne 24 sal heke 24 salên din jî bi ser re derbas bibe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin." 
 
Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû. 

Sernavên din

17/02/2019
09:06 Qeyûm deverên aîdî şaredariyê yeko yeko dewr dike!
09:05 Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe
09:03 Cotkar: Em deyn dikin didin deynan
09:01 'Astengkirina dengdayîna jinên li sitargehan binpêkirina mafan e'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN
08:03 Berxwedana Leyla Guven di roja 102'yemîn de berdewam dike
16/02/2019
19:35 Girtina Kaya û Karaaslan hat şermezarkirin
18:40 Bi deh hezaran kurd beşdarî mîtinga Strasboûrgê bûn û berxwedana Leyla silav kirin
18:25 Dayika Şemiyê Baskin li cem kurê xwe hat veşartin
18:17 Hevserokê HDP'a Hewengê hat girtin
16:57 6 kesên li Amedê hatin binçavkirin hatin berdan
16:09 Aqubeta rojanemger Abayay û Tekdag pirsîn
15:50 ÎHD: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
15:41 'Girtiyê nexweş Îmam Çelîkdemîr bila bê berdan'
15:29 Li Stenbolê avahiya 4 qatî hilweşiya
15:28 11 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:24 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:18 Dayikên Aştiyê nobeta xwe bi dawî kirin
14:17 Dayikên Şemiyê: 24 salên din jî derbas bibe em ê têbikoşin
14:03 Bi deh hezaran Kurd li dijî tecrîdê li Strasbourgê dimeşin
13:44 Gotin întîxar kir û cenaze teslîmê malbatê kirin
13:43 Çiya Firat: Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê didome
13:37 Dayika Şemiyê Meryem Baskin jiyana xwe ji dest da
13:35 Bûldan: Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike
Temellî: Tirkiye dinava krîzek pirhejmarî deye
13:04 HDP'ê beyannameya hilbijartina herêmî aşkere kir
12:35 Li 5 bajarên qeyûm bi rê ve dibin HDP ji sedî 60 partiya yekemîn e
11:52 Dirûşmeya hilbijartinê ya HDP’ê: Bi hevre ber bi demokrasiyê ve
11:49 Malbatên girtiyan: Beyî ku kes bimirin dengê xwe bilind bikin
11:40 Çalakî qediya lê dorpêç ranebû
11:28 13 kes li Edenê hatin berdan
10:58 KJAR'ê name ji Leyla Guven re şand: Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû
10:38 Komeleya Komisyonvanan: Em buha dikirin em buha difiroşin
10:17 Fermandariya Pêngava Bagera Cizîrê dê di saetên peş de daxuyaniyek girîng bide
09:07 3 sal û meh û 15 roj ceza li rojnamevan Paksoy hat birîn
09:06 DMME'yê got 'cezayê muebeta giran' îşkence ye
09:05 Girtiyê 63 roj in di greva birçîbûnê de: Ji xeynî berxwedan û serketinê wekî din tu rê tune ye
09:05 Di doza gundê Xerabê Bava de dadgehê Wezareta Karê Navxweyî mehkûmî tazmînatê kir
09:04 Jinên ciwan ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê li hev dicivin
09:03 KA.DER: Eger partiyên din jî samîmî bin divê wekî HDP'ê pergala hevserokatiyê pêk bînin
09:02 Girtiyê 32 roj in di greva birçîbûnê de: Em ê bi bedena xwe li ber xwe bidin
09:00 Bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2019'AN
15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
23:26 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
22:20 'Dema Ocalan diaxive rê li ber aştiyê vedibe, dema tê bêdengkirin şer û faşîzm bilind dibe'
20:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê Kaya hat girtin
18:31 Namzetên HDP'ê yên Qubînê guherîn
17:51 Meşa wan hat astengkirin
17:40 Dema binçavkirina HDP'iyan careke din hat dirêjkirin
16:58 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:44 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat girtin
15:50 ‘Heta tecrîd ranebe ev welat bêhnê nastine'
15:25 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîdê em her derê bikin qadê têkoşînê
15:24 Girtiyên ji doza PJAK û PKK'ê yên li Îranê ketin greva birçîbûnê
15:11 Eniya Çep a Brezîlya bang li gelên cîhanê kir: Grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe
15:03 KCD, HDK, DBP û HDP'ê daxuyaniya hevpar dan: Divê tecrîd bi dawî bibe
14:42 ‘Heya ku tecrîd ranebe, li vî welatî kes nikare nefes bigire'
14:35 Leyla Guven: Ya ku min li ser piyan digire berxwedana girtîgehan û pêşengtiya jinan e
13:47 Li bendê ye Wekîlên HDP'ê yên nêzî mala Guven bûn daxuyanî bidin
13:44 'Dayika min dê bijî û emê êdî tenê li ser cesaretê biaxivin’
13:30 Di çile de 2 hezar û 159 mafên mirovan hatin binpêkirin
13:15 Parlementerên HDP’ê yên Rihayê: Dengê Leyla bibihîsin û tecrîdê rakin
12:38 Turan: Hikûmet dixwaze halên fêkî û sebze dewrî şîrketan bike
11:49 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:23 Li gel ablûkeya polîsan jî HDP’î di meşa xwe bi israrin
10:59 Serokê Federasyona 78’an: Birayên me tên kuştin agahiya we heye...
10:17 Li gelek bajêran serdegirtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Girtiyên Girtîgeha Şakranê banga hestiyariyê kirin
10:15 DBP: Aştiya Rojhilata Navîn dibin tecrîdê deye
09:47 Fêrî tembûrê bû û niha dersê dide: Her ku diçe em zêde dibin
09:14 Di Roja Çîrokan de çîrok û çîrokbêjî
09:14 Hatîp Dîcle: Tasfiyekirina komployê bi azadiya Ocalan pêkan e
09:13 Rîtma dirûşmeyên kurdan lêdikole
09:12 Sendîkavanê Îngilîz: Divê tecrîd bi dawî bibe, wekî din tu şansê Tirkiyeyê tune
09:11 Piştî hevdîtina li Îmraliyê û berdana Guvenê li ser girtiyan çewisandina derûnî
09:11 Sewalvan ji buhayê êm û kayê nerazî ne
09:10 Komîsyonvan: Pêşî maliyetê kêm bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2019'AN
08:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 100'emîn de berdewam dike
14/02/2019
17:03 Gel eleqe nîşanî namzetên hevşaredariyên HDP'ê dide
16:46 Der barê wekîlê berê Yildirim de lêpirsîn hat destpêkirin
16:37 Mala Leyla Guven hat dorpêçkirin
16:37 Li Rihayê 3 kes hatin girtin
16:09 Salek û 6 meh cezayê hepsê li Alîcan Onlu hat birîn
15:39 Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
15:26 Heyeta Ewrûpî serdanên xwe didomîne: Em Leylayê bidin jiyîn
14:43 Şêwirmendên wekîlên Mûşê hatin binçavkirin
14:36 Ji doza HDK û HDP'ê 3 kes hatin berdan
14:33 Rojnameger Temel hat tahliyekirin
14:32 TJA: Ocalan azad nebe nabe
14:08 'Em ê feraseta cudakar di sindoqan de mehkûm bikin'
13:30 3 sal û 10 meh ceza dan parlamenter Taşçier
13:18 Wekîlên Riha û Dîlokê ber bi Amedê ve dimeşin
13:17 Girtiyên siyasî: Em bang li gelê Tirkiye û Cîhanê dikin
12:36 Baroya Amedê: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re em amade ne
12:35 Parêzerên Ocalan cara 790’an serî li dozgeriyê dan
12:16 KCD: Azadkirina Ocalan sedema tekoşîna me ye
12:13 Parlamenterên HDP'ê ji Serhedê ber bi Amedê ve tên
11:42 Polîsan parlamenterên HDP'ê birîndar kirin
11:21 Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin