AMED - Beriya meşa HDP'ê ya ji 15 bajaran a ber bi Amedê ve li derdora mala Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye ku bi bariyeriyên polîsan hatibû dorpêçkirin hêj nehatiye rakirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 101'emîn de didome.
ÇALAKÎ XELAS BÛ LÊ DORPÊÇ RANEBÛYE
HDP'ê bi boneya piştgiriya Leyla Guven û girtiyên bi heman daxwazê di girevê de ne di roja 100'emîn de ji 15 bajarên herêmê ber bi Amedê ve meş li dar xistibû. Beriya meşê derdora mala Guven a li navçeya Rezana Amedê polîsan bi bariyeran dorpêç kiribû. Dorpêça li derdora mala Guven hêj dewam dike. Tevî ku meş bi dawî bû jî lê dorpêç nehatiye rakirin.
MAŞÎNEYÊN ZIRXÎ JÎ TÊN SEKINANDIN
Li gel bariyeran maşîneyên zirxî yên polîsan jî hatine bicihkirin. Sekinandina maşîneyan li derdora sîteyê û kolanên derdikevin mala Guven didome.