KJAR'ê name ji Leyla Guven re şand: Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû

  • jin
  • 10:58 16 Sibat 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJAR'ê' nameyek ji Hevseroka KCD'ê Leyla Guven re şand û piştevaniya xwe ani ziman û got: "Bi sedan rêhevalên me, bi dirûşma “Hûn nikarin Roja me tarî bikin!” bedenên xwe veguherandin parçeyek ji agir û rêya azadiyê ronî kirin. Hûn jî bûn şopdarên rêya van qehremanan. Yek ji hevalên ku vê pêvajoyê herî baş xwendin jî hûn in. Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû, kelehên zilmê rûxiyan."  
 
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 101'an de berdewam dike. Koordînasyona Komeleya Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) nameyek ji Hevseroka KCD'ê Leyla Guven re şand û piştevaniya xwe ani ziman. KJAR'ê  di nameyê de destnîşan kir ku yek ji hevalên ku vê pêvajoyê herî baş xwendin jî Leyla ye û wiha got: "Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû, kelehên zilmê rûxiyan."  
 
Nameya Koordînasyona Komeleya Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) ya bi ser navê 'Ji Leylaya me ya meşvanên azadiyê re' wiha ye: 
 
"JI LEYLAYA ME YA MEŞVANA AZADIYÊ RE 
 
Bi zanebûna ku em di pêvajoyeke pir giran re derbas dibin em vê nameya ji te re dinvîsin. Bi taybetî em dikevin saleke din a Komploya Navnetewî. Em di pêvajoyeke li gor giraniya Komployê re derbas dibin. Di vê dema giran de we jî xwest vê demê baştir bixwînin û bersiveke rast bidinê. Bi sedan rêhevalên me, bi dirûşma “Hûn nikarin Roja me tarî bikin!” bedenên xwe veguherandin parçeyek ji agir û rêya azadiyê ronî kirin. Hûn jî bûn şopdarên rêya van qehremanan. Yek ji hevalên ku vê pêvajoyê herî baş xwendin jî hûn in.  
 
Her sal, her heyam li gorî xwe beşdariyek, seknek û rastiya watedayîn û bersivbûnekê xwe heye. We jî ev tecrîda girankirî ya li ser Mîmarê Azadiyê dît, bi kûranî hîs dikir û weke jinek ji bo jêre bibin bersiv hûn  niha canê xwe feda dikin. Di heman demê de jin ji bo vê tecrîda hovane bişkênin canên xwe dikin mertalên zindî.
 
Belê Leylaya me ya tî û birçiya azadiyê û ji bo jiyaneke birûmet derketiye rêyeke binirx. Beriya her tiştî ji çiyayên gul û kulîlkên wan azad bêhn didin, çûkên wan bi azadî dixwînin û bi rengê jinê dixemilin, bi wate dibin, bi hezkirin û hesretên xwe yên ji dil û can we silav dikin. Weke jinên Rojhilatê Kurdistanê û KJAR’ê bi hesreta azadiyê we hembêz dikin û silav li têkoşîna we dikin. Hûn ji bo me sembolên azadiyê ne. Di demeke wiha de hûn, pêşengên têkoşîneke wiha ne û mîna şopdarên Sakîne Cansizan me serbilind dikin, rûmetê didin me û careke din nîşan didin ku Sakîne nemir in. Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû, kelehên zilmê rûxiyan. 
Dirûşma dîrokî ya Mazlûm Doxan a “BERXWEDAN JIYAN E!” her roja derbas dibe zêdetir bi wate dibe û meşaleya serkeftinê gur û geş dike. Jinên kurd di her serdemên dîrokê de vê meşaleya azadiyê dewrî hev kirine. We bixwe jî vê meşaleyê ji Sara, ji Şîrîn Elemhûlî dewir girt. Jinên Kurd her tim xwedî rûmet û têkoşînê ne. Hûn bixwe jî di nav van jinên ku meşaleyê geş dikin de ciyê xwe digirin. 
 
Em jî vê têkoşîna we kêlî bi kêlî dişopînin û li ser navê we xurûr digirin, serbilind dibin. Weke jinek we dest bi vê çalakiyê kiriye û veguherandiye xelekek ji zincîra berxwedanê ku ev ji bo me jî gelek girîng e. Her wiha hûn îro pêşengên vî gelî ne. Ev çalakiya di pêşentiya we de, niha berfirehtir bûye û her deverên Rojhilata Navîn girtiye. Çawa ku Sakîne Cansiz li Zindana Amedê têkoşîna xwe mezin kiriye û derbeyek li faşîzmê xistiye, hûn jî îro berdewamiya yên derbeya herî mezin li xeyalên siltaniya Erdoxan dixin in. We jî li zindanê, ya girîngtir ji Zindana Amedê dest bi çalakiyeke wiha kiriye ku gelek watedar û girîng e. Cesareta Sakîneyan, li Rojhilatê Kurdistanê Şîrînan afirand. Hevala me Şîrîn li ber sêdareyê jî dibêje “Hûn dikarin canê min bigirin lê hûn nikarin Rûmeta min teslîm bigirin!”. Mîmarê Azadiyê Rêber Apo jî ji bo azadiyê dibêje; “Eger azadî tiştekî hêsan bûya Ronahî û Bêrîvan xwe nedişewitandin!”  
 
Belkî wan bedenên xwe kirin mîna ronahiya findê lê ya girîng; mirov vê pêvajoyê rast fêm bike û rast bersiv bide. Hûn jî ji bo vê pêvajoyê baş bixwînin û rast bibin bersiv, sembolek ji nav şerekî dijwar in. Li Rojhilatê Kurdistanê jî deshilatdariya mêr dixwaze xwe mezin bike û jinê dike mal û mulkê xwe û dixwaze bi zihniyeta xwe wê bihelîne. 
 Şopdarên mîna Sakîne, jinên mîna Şîrîn diafirînin. Hevala me Şîrîn, weke şopdareke hevala Sara, serî ji rejîma Îranê re nedanî. Heta ku çû ber sêdarê jî sekneke di têkoşîna xwe de bi israr û bi îrade ya jina Kurd pêşkêş kir. Em jî di wê baweriyê de ne ku ev çalakiya di şexsê we de dest pê kirî wê serkeftinê bîne.  
 
 
Em bi hêvî ne; ji ber ku hûn ji Mîmarê Azadiyê Rêber Apo rast têgihîştin.  Em bi hêvî ne; ji ber ku hûn jinek in. Em bi hêvî ne; ji ber ku hûn berxwedêr in û we serî ji vê tecrîdê re, ji vê sîstemê re nedanî. 
Em jinên KJAR’ê belkî bi fizîkî ne li cem we ne lê ji bîr nekin ku hûn ji bo me çirûskek hêviyê ne. Em di ruh û giyanê xwe de we hîs dikin, dijîn û bi we serbilind in. Di şexsê we de bi hezaran Leylayên me di zindanan de, li derveyî welat û çiyayên azad têdikoşin. Lewra di şexsê we de em hemû hevalên çalakger ku li tevahî zindanan û li her deverên welat di çalakiyê de ne silav dikin û hesretên xwe pêşkêş dikin.  
 
Dibe ku gelê Rojhilat ji ber zextên hovane yên rejîma Îranê nikarin tam derkevin meydanan. Lê em dixwazin hûn bizanbin ku ew jî şopdarên we ne û ji bo rast têbigihîjin têdikoşin. Berxwedana we ya birûmet hêvî û bawerî dide jinên Rojhilatê Kurdistanê. Belkî rejîma Îranê serhildana gel serkut dike lê rastiyeke me ya gel heye. Li ku derê neheqî, zext, çewisandin, dagirkerî û qetlîam hebe, gelê Kurd her tim li hember vana têkoşer e. Hûn bixwe jî pêlek ji vê ne. Dîsa em nêzikahiya bi rûmet û şeref a rêhevalê xwe Nasir Yagiz jî bi hurmet pêşwazî dikin. Em dibînin ku rêheval Nasir Yagiz jî şopdarekî jinê û girêdayî azadiyê ye û sekna ku pêşwazî dike gelek birûmet e.   
Belê rêhevala Leyla, me xwest bi vê nameyê hinek be jî bayê Rojhilat ê azadiyê ber bi te ve bişînin. Bi hêz û morala ku jinên KJAR’ê ji we digirin em we silav dikin, bi dil û can ji te û tevahî têkoşeran re serkeftinê dixwazin. Hemû rêhevalên jin ên KJAR’î ku niha li cem me ne we silav dikin.  
Bi hêviya ku her tim di têkoşîna xwe de serkeftî bî … 
 
KOORDÎNASYONA KJAR" 
 
 

Sernavên din

17/02/2019
09:06 Qeyûm deverên aîdî şaredariyê yeko yeko dewr dike!
09:05 Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe
09:03 Cotkar: Em deyn dikin didin deynan
09:01 'Astengkirina dengdayîna jinên li sitargehan binpêkirina mafan e'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN
08:03 Berxwedana Leyla Guven di roja 102'yemîn de berdewam dike
16/02/2019
19:35 Girtina Kaya û Karaaslan hat şermezarkirin
18:40 Bi deh hezaran kurd beşdarî mîtinga Strasboûrgê bûn û berxwedana Leyla silav kirin
18:25 Dayika Şemiyê Baskin li cem kurê xwe hat veşartin
18:17 Hevserokê HDP'a Hewengê hat girtin
16:57 6 kesên li Amedê hatin binçavkirin hatin berdan
16:09 Aqubeta rojanemger Abayay û Tekdag pirsîn
15:50 ÎHD: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
15:41 'Girtiyê nexweş Îmam Çelîkdemîr bila bê berdan'
15:29 Li Stenbolê avahiya 4 qatî hilweşiya
15:28 11 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:24 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:18 Dayikên Aştiyê nobeta xwe bi dawî kirin
14:17 Dayikên Şemiyê: 24 salên din jî derbas bibe em ê têbikoşin
14:03 Bi deh hezaran Kurd li dijî tecrîdê li Strasbourgê dimeşin
13:44 Gotin întîxar kir û cenaze teslîmê malbatê kirin
13:43 Çiya Firat: Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê didome
13:37 Dayika Şemiyê Meryem Baskin jiyana xwe ji dest da
13:35 Bûldan: Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike
Temellî: Tirkiye dinava krîzek pirhejmarî deye
13:04 HDP'ê beyannameya hilbijartina herêmî aşkere kir
12:35 Li 5 bajarên qeyûm bi rê ve dibin HDP ji sedî 60 partiya yekemîn e
11:52 Dirûşmeya hilbijartinê ya HDP’ê: Bi hevre ber bi demokrasiyê ve
11:49 Malbatên girtiyan: Beyî ku kes bimirin dengê xwe bilind bikin
11:40 Çalakî qediya lê dorpêç ranebû
11:28 13 kes li Edenê hatin berdan
10:58 KJAR'ê name ji Leyla Guven re şand: Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû
10:38 Komeleya Komisyonvanan: Em buha dikirin em buha difiroşin
10:17 Fermandariya Pêngava Bagera Cizîrê dê di saetên peş de daxuyaniyek girîng bide
09:07 3 sal û meh û 15 roj ceza li rojnamevan Paksoy hat birîn
09:06 DMME'yê got 'cezayê muebeta giran' îşkence ye
09:05 Girtiyê 63 roj in di greva birçîbûnê de: Ji xeynî berxwedan û serketinê wekî din tu rê tune ye
09:05 Di doza gundê Xerabê Bava de dadgehê Wezareta Karê Navxweyî mehkûmî tazmînatê kir
09:04 Jinên ciwan ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê li hev dicivin
09:03 KA.DER: Eger partiyên din jî samîmî bin divê wekî HDP'ê pergala hevserokatiyê pêk bînin
09:02 Girtiyê 32 roj in di greva birçîbûnê de: Em ê bi bedena xwe li ber xwe bidin
09:00 Bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2019'AN
15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
23:26 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
22:20 'Dema Ocalan diaxive rê li ber aştiyê vedibe, dema tê bêdengkirin şer û faşîzm bilind dibe'
20:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê Kaya hat girtin
18:31 Namzetên HDP'ê yên Qubînê guherîn
17:51 Meşa wan hat astengkirin
17:40 Dema binçavkirina HDP'iyan careke din hat dirêjkirin
16:58 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:44 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat girtin
15:50 ‘Heta tecrîd ranebe ev welat bêhnê nastine'
15:25 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîdê em her derê bikin qadê têkoşînê
15:24 Girtiyên ji doza PJAK û PKK'ê yên li Îranê ketin greva birçîbûnê
15:11 Eniya Çep a Brezîlya bang li gelên cîhanê kir: Grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe
15:03 KCD, HDK, DBP û HDP'ê daxuyaniya hevpar dan: Divê tecrîd bi dawî bibe
14:42 ‘Heya ku tecrîd ranebe, li vî welatî kes nikare nefes bigire'
14:35 Leyla Guven: Ya ku min li ser piyan digire berxwedana girtîgehan û pêşengtiya jinan e
13:47 Li bendê ye Wekîlên HDP'ê yên nêzî mala Guven bûn daxuyanî bidin
13:44 'Dayika min dê bijî û emê êdî tenê li ser cesaretê biaxivin’
13:30 Di çile de 2 hezar û 159 mafên mirovan hatin binpêkirin
13:15 Parlementerên HDP’ê yên Rihayê: Dengê Leyla bibihîsin û tecrîdê rakin
12:38 Turan: Hikûmet dixwaze halên fêkî û sebze dewrî şîrketan bike
11:49 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:23 Li gel ablûkeya polîsan jî HDP’î di meşa xwe bi israrin
10:59 Serokê Federasyona 78’an: Birayên me tên kuştin agahiya we heye...
10:17 Li gelek bajêran serdegirtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Girtiyên Girtîgeha Şakranê banga hestiyariyê kirin
10:15 DBP: Aştiya Rojhilata Navîn dibin tecrîdê deye
09:47 Fêrî tembûrê bû û niha dersê dide: Her ku diçe em zêde dibin
09:14 Di Roja Çîrokan de çîrok û çîrokbêjî
09:14 Hatîp Dîcle: Tasfiyekirina komployê bi azadiya Ocalan pêkan e
09:13 Rîtma dirûşmeyên kurdan lêdikole
09:12 Sendîkavanê Îngilîz: Divê tecrîd bi dawî bibe, wekî din tu şansê Tirkiyeyê tune
09:11 Piştî hevdîtina li Îmraliyê û berdana Guvenê li ser girtiyan çewisandina derûnî
09:11 Sewalvan ji buhayê êm û kayê nerazî ne
09:10 Komîsyonvan: Pêşî maliyetê kêm bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2019'AN
08:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 100'emîn de berdewam dike
14/02/2019
17:03 Gel eleqe nîşanî namzetên hevşaredariyên HDP'ê dide
16:46 Der barê wekîlê berê Yildirim de lêpirsîn hat destpêkirin
16:37 Mala Leyla Guven hat dorpêçkirin
16:37 Li Rihayê 3 kes hatin girtin
16:09 Salek û 6 meh cezayê hepsê li Alîcan Onlu hat birîn
15:39 Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
15:26 Heyeta Ewrûpî serdanên xwe didomîne: Em Leylayê bidin jiyîn
14:43 Şêwirmendên wekîlên Mûşê hatin binçavkirin
14:36 Ji doza HDK û HDP'ê 3 kes hatin berdan
14:33 Rojnameger Temel hat tahliyekirin
14:32 TJA: Ocalan azad nebe nabe
14:08 'Em ê feraseta cudakar di sindoqan de mehkûm bikin'
13:30 3 sal û 10 meh ceza dan parlamenter Taşçier
13:18 Wekîlên Riha û Dîlokê ber bi Amedê ve dimeşin
13:17 Girtiyên siyasî: Em bang li gelê Tirkiye û Cîhanê dikin
12:36 Baroya Amedê: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re em amade ne
12:35 Parêzerên Ocalan cara 790’an serî li dozgeriyê dan
12:16 KCD: Azadkirina Ocalan sedema tekoşîna me ye
12:13 Parlamenterên HDP'ê ji Serhedê ber bi Amedê ve tên
11:42 Polîsan parlamenterên HDP'ê birîndar kirin
11:21 Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin