KCD, HDK, DBP û HDP'ê daxuyaniya hevpar dan: Divê tecrîd bi dawî bibe

  • rojane
  • 15:03 15 Sibat 2019
  • |
img

STENBOL - Hevserokên KCD, HDK, HDP û DBP'ê bi minasebeta 100'emîn roja çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û salvegera 15'ê Sibatê Roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiye banga berxwedanê kirin û xwestin tecrîd bi dawî bibe. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku berxwedana Guven ji bo demokratîkbûna Tirkiye gavek girîng e û xwest demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe.

 
Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 100 rojin di greva birçîbûnê de ye. Bi minasebeta 100'emîn roja çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û salvegera 15'ê Sibatê Roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nûherê KCD'ê, Hevserokên HDK, DBP  HDP'ê li otelek li Taksîmê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê  Pervin Buldan û Sezaî Temellî, Hevberdevkên HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit û Sedat Şenoglu, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan û Endamê Diwana Hevserokatiya KCD'ê Selim Sadak  amade bûn. 
 
'TECRÎDÊ RAKIN SIYASETMEDARÊN KURD BERDIN' 
 
Ewil Endamê Dîwana KCD'ê Selim Sadak axivî û wiha got: "Di sala 1999'an de Ocalan diyar kir ku dê ji bo aştiya gelê Kurd û Tirk têbikoşe. Lê ji wê rojê heta niha Tirkiye tu gavên çareseriyê neavêtiye. Em dixwazin bi rêya demokratîk û aştiyane vê pirsgrêkê çareser bikin. Lê dewlet çareseriya demokratîk qebûl nake. Hevseroka me 100 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye. Dewlet vîna demokratîk a gelê kurd nas nake. Ger ku wisa bidode dê dewlet têk biçe. Ger ku tecrîd bi dawî bibe dê li tirkiye jiyana bi hevre pêkan be. Em bang li rayedaran dikin û dixwazin demek berî demekê ev tecrîd bi dawî bibe. Hemû siyasetmedarên kurd berdin. Em dixwazin pêvajoya  2013'an ji nûve dest pê bike." 
 
‘TU HINTECA VÊ KOMPLOYE TUNE YE' 
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan jî bal  kişand ser 15'ê sibatê û tecrîdê û wiha got: “15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd roja reş e. Me 20 salin komplo li pişt xwe hişt. Tu îzahata vê komployê tune ye. Radestkirina Brêz Ocalan û girtina wî lîstik û komploya ku li ser gelê Kurd û Rojhilata Navîn hatiye lîstin. Mixabin ji 15'ê Sibata 1999’an heta niha vê kompoyê ruyê xwe yê qirêj winda nekir û didome. Em careke din kesên di nava vê komploya 15'ê Sibatê de cih girtine şermezar dikin. Ev komplo êrîşa li dijî jiyana hevpar a gelê Kurd û Tirk e. Divê bê zanîn ku ji rêzê Nêzî Birêz Ocalan nebin. Komploya li ser birêz Ocalan piştî 2015’an bi tecrîda giran berdewam dike. Ev tecrîd li ser hemû gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn tê meşandin. Dema Mehmet Ocalan di 11'ê Îlona 2016’an de çû Îmraliyê û hevdîtin kir, diyar kir ku Ocalan ji ber kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane raneza ye. 
 
Di sala 2013'an de hevdîtin pêk hatin. Dizanin ku Birêz Ocalan çawa hêza çareseriyê ye. Em û gelê rojhilata Navîn baş dizanin ku Birêz Ocalan rola wî ya çarseriyê çiqas mezin e. Dewlet jî bi qasî me dizane. Di sala 2015’an de pişti pêvajoya çareseriyê hat xelaskirin dîsa li Tirkiye şer û kuştin pêş ket. Pêvajoya darbeyê pêk hat. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe Tirkiye pêş nakeve. Ji ber tecrid heye û pirsgirêka Kurd çareser nabe hemû gelê Tirkiye winda dike. Tecrîdkirina Ocalan bi gelê Tirkiye dide windakirin. Brêz Ocalan di qada siyasî de aktorekî pir mezin e. Li cîhê ku Brêz Ocalan vî rolê xwe rast û baş bilîze, niha di bin tcrîdê de tê girtin." 
 
'TENÊ DAXWAZEK WAN HEYE EW JÎ RAKIRINA TECRÎDÊ YE' 
 
Arslan, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wiha bi dawî kir: "Çalakiya Birêz Leyla Guven a li dijî tecrîdê di roja 100’emîn de berdewam dike. Bêyî dereng bibe em deng tev li dengê wê bikin. Çalakiya Sebahat Tuncel û Selma Irmak di roja 33’emîn de berdewam dike. Dîsa zêdeyî 300 girtî bi heman armancê li girtîgehan di çalakiyê de ne. Tenê daxwazek wan heye. Dixwazin tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Li vi welatî hemû kesên aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin divê her yek tiştekî blike û dengê xwe bilind bikin. Deng bidin dengê çalakgeran. Divê ji bo rakirina tecrîdê di nava hewldanan de be. Mafê Ocalan ê telefona malbatê jî hatiye qutkirin û têkiya wî û cîhanê bi tevahî ji hev hatiye qutkirin. Dewlet bi polîtikayên li dijî Birêz Ocalan hiqûq û zagonên xwe binpê dike. Em bang li dewlet û hikûmetê dikin ku dewlet zagonên xwe pêk bîne. Em disa bang li hemû derdorê dikin ku bêyî dereng bimîne her kes deng tev li dengê Leyla bikin û dewlet gavan bavêje." 
 
'EM LI DORA BERXWEDÊRAN BIBIN XELEK'
 
Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu jî axivî û wiha got: "20 sal berê Birêz Ocalan radestî Tirkiye hat kirin. Birêz Guven 100 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Leyla dixwaze ev tecrîd bi dawî bibe. Çalakiya Birêz Leyya ji bo çareseriya Tirkiye berxwedanek bi rûmet e. Berxwedanek jiyana bi rûmet e. Ger ku îro Birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîdê de be û mafê wî yê rewa û mirovî ji destê wî tê girtin, ji ber ku têkoşîna Ocalan nayê hesabê hin kesan. Di salên 2013-20157an de dema firsenda birêz Ocalan bang li civakê bike çêbû, encamên pir mezin stendin. Kesên xwestin Birêz Ocalan ji civakê qut bikin polîtikayên wan têk çûn. Di wê pêvajoyê de heviyên civakê pir zêde bûn. Birêz Ocalan mimarê wê pêvajoyê bû. Divê îro ev tecrîd bê şikandin. Armanca çalakiya Leyla Guven şikandina tecrîdê ye. Divê em hemû li dora vê têkoşînê bibin xelek. Divê em tecridê rakin."
 
'OCALAN JI BO AŞTIYA TIRKIYE PIR GIRÎNG E' 
 
Herî dawî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî axivî û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî ku 20 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ye, nêrînên xwe yên li ser demokratîkbûna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi pirtûk, parêzname, hevdîtinên bi parêzer û heyetên siyasî re bi raya giştî re parve kir. Brêz Ocalan li ser aştî, azadî û paşeroja Tirkiyeyê xwedî nêrîn, perspektîf û analîzên gelekî girîng in û diyar kir, ji pirtûk û daxuyaniyên Ocalan ev yek tê dîtin. " 
 
Bûldan, bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya hevdîtinên li Îmraliyê û wiha axivî: "5'ê Nîsana 2015'an bi şidandina tecrîdê re pêvajo ji holê hate rakirin. Pêvajoya navbera salên 2011-2015'an ji bo her kesî, ji bo civak û gelên Tirkiyeyê gelekî girîng bûn, lê ji dest hate berdan. Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de ji wan re got, 'Eger pêvajoya danûstandinan li ber şahidiya heyetên çavdêr neyê kirin, pêvajo wê ji holê rabe û hûn ê careke din nikaribin bên vê derê'. Me hemû ev yek dît. Ji hingî ve destûr ji bo avakirina heyetên çavdêr nehate dayin û ji bo bidawîkirina pêvajoyê tecrîdeke mutleq li ser Birêz Ocalan hate ferzkirin, pêşî li çûn û hatina wê derê hate girtin."
 
'OCALAN Û KURDAN PÊŞÎ LI KOMPLOYÊ GIRTIN'
 
Bûldan anî ziman, Ocalan bi nêrînên xwe pêvajoya komployê ya 20 salan pûç kir û got: "Gelê Kurd pêşî li vê pêvajoya komployê girt. Ji daxuyaniyên hatin kirin tê fêhmkirin ku Birêz Ocalan bi nêrînên xwe yên li ser aştî, demokrasî û azadiyê ji bo paşeroja vî welatî girîng e. Ev mesele civak û gelên Tirkiyeyê ji nêz ve eleqedar dike. Eger îro xwedî lê neyê derketin û tecrîd neyê rakirin, paşeroj wê ji bo me û zarokên me nebaş be. Eger em îro nikarin behsa piştevanî û hevgirtineke li dijî tecrîdê bikin, wê çaxê zehmet e mirov qala paşerojeke ronî bikin."
 
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
 
Bûldan bi bîr xist ku parlamentera wan Leyla Guven 100 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha bi dawî kir: "Bû 100 roj ku Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye. Li gelek girtîgehên Tirkiyeyê û Ewropayê jî zêdeyî 300 kes di greva birçîbûnê de ne. Daxwazên çalakgeran daxwazên nemeşrû ne. Divê ev daxwazên wan pêk bên. Pêkhatina hevdîtinên bi rêk û pêk ên bi Ocalan re li gorî qanûnan divê bê kirin. Tiştekî ji vê wêdetir naxwazin. Leyal Guven jî, mirovên din jî yên ketine greva birçîbûnê di vê daxwazê de israr dikin. Dixwazin parêzer û malbat karibin hevdîtinê bikin. Ji bo paşeroja Tirkiyeyê, ji bo pêvajoyeke demokratîk ev gelekî girîng e. Pêwîste polîtîkaya tecrîdê tavilê bi dawî bibe û edalet û hiqûq bi cih were anîn."

Sernavên din

17/02/2019
09:06 Qeyûm deverên aîdî şaredariyê yeko yeko dewr dike!
09:05 Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe
09:03 Cotkar: Em deyn dikin didin deynan
09:01 'Astengkirina dengdayîna jinên li sitargehan binpêkirina mafan e'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN
08:03 Berxwedana Leyla Guven di roja 102'yemîn de berdewam dike
16/02/2019
19:35 Girtina Kaya û Karaaslan hat şermezarkirin
18:40 Bi deh hezaran kurd beşdarî mîtinga Strasboûrgê bûn û berxwedana Leyla silav kirin
18:25 Dayika Şemiyê Baskin li cem kurê xwe hat veşartin
18:17 Hevserokê HDP'a Hewengê hat girtin
16:57 6 kesên li Amedê hatin binçavkirin hatin berdan
16:09 Aqubeta rojanemger Abayay û Tekdag pirsîn
15:50 ÎHD: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
15:41 'Girtiyê nexweş Îmam Çelîkdemîr bila bê berdan'
15:29 Li Stenbolê avahiya 4 qatî hilweşiya
15:28 11 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:24 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:18 Dayikên Aştiyê nobeta xwe bi dawî kirin
14:17 Dayikên Şemiyê: 24 salên din jî derbas bibe em ê têbikoşin
14:03 Bi deh hezaran Kurd li dijî tecrîdê li Strasbourgê dimeşin
13:44 Gotin întîxar kir û cenaze teslîmê malbatê kirin
13:43 Çiya Firat: Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê didome
13:37 Dayika Şemiyê Meryem Baskin jiyana xwe ji dest da
13:35 Bûldan: Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike
Temellî: Tirkiye dinava krîzek pirhejmarî deye
13:04 HDP'ê beyannameya hilbijartina herêmî aşkere kir
12:35 Li 5 bajarên qeyûm bi rê ve dibin HDP ji sedî 60 partiya yekemîn e
11:52 Dirûşmeya hilbijartinê ya HDP’ê: Bi hevre ber bi demokrasiyê ve
11:49 Malbatên girtiyan: Beyî ku kes bimirin dengê xwe bilind bikin
11:40 Çalakî qediya lê dorpêç ranebû
11:28 13 kes li Edenê hatin berdan
10:58 KJAR'ê name ji Leyla Guven re şand: Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû
10:38 Komeleya Komisyonvanan: Em buha dikirin em buha difiroşin
10:17 Fermandariya Pêngava Bagera Cizîrê dê di saetên peş de daxuyaniyek girîng bide
09:07 3 sal û meh û 15 roj ceza li rojnamevan Paksoy hat birîn
09:06 DMME'yê got 'cezayê muebeta giran' îşkence ye
09:05 Girtiyê 63 roj in di greva birçîbûnê de: Ji xeynî berxwedan û serketinê wekî din tu rê tune ye
09:05 Di doza gundê Xerabê Bava de dadgehê Wezareta Karê Navxweyî mehkûmî tazmînatê kir
09:04 Jinên ciwan ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê li hev dicivin
09:03 KA.DER: Eger partiyên din jî samîmî bin divê wekî HDP'ê pergala hevserokatiyê pêk bînin
09:02 Girtiyê 32 roj in di greva birçîbûnê de: Em ê bi bedena xwe li ber xwe bidin
09:00 Bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2019'AN
15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
23:26 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
22:20 'Dema Ocalan diaxive rê li ber aştiyê vedibe, dema tê bêdengkirin şer û faşîzm bilind dibe'
20:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê Kaya hat girtin
18:31 Namzetên HDP'ê yên Qubînê guherîn
17:51 Meşa wan hat astengkirin
17:40 Dema binçavkirina HDP'iyan careke din hat dirêjkirin
16:58 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:44 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat girtin
15:50 ‘Heta tecrîd ranebe ev welat bêhnê nastine'
15:25 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîdê em her derê bikin qadê têkoşînê
15:24 Girtiyên ji doza PJAK û PKK'ê yên li Îranê ketin greva birçîbûnê
15:11 Eniya Çep a Brezîlya bang li gelên cîhanê kir: Grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe
15:03 KCD, HDK, DBP û HDP'ê daxuyaniya hevpar dan: Divê tecrîd bi dawî bibe
14:42 ‘Heya ku tecrîd ranebe, li vî welatî kes nikare nefes bigire'
14:35 Leyla Guven: Ya ku min li ser piyan digire berxwedana girtîgehan û pêşengtiya jinan e
13:47 Li bendê ye Wekîlên HDP'ê yên nêzî mala Guven bûn daxuyanî bidin
13:44 'Dayika min dê bijî û emê êdî tenê li ser cesaretê biaxivin’
13:30 Di çile de 2 hezar û 159 mafên mirovan hatin binpêkirin
13:15 Parlementerên HDP’ê yên Rihayê: Dengê Leyla bibihîsin û tecrîdê rakin
12:38 Turan: Hikûmet dixwaze halên fêkî û sebze dewrî şîrketan bike
11:49 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:23 Li gel ablûkeya polîsan jî HDP’î di meşa xwe bi israrin
10:59 Serokê Federasyona 78’an: Birayên me tên kuştin agahiya we heye...
10:17 Li gelek bajêran serdegirtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Girtiyên Girtîgeha Şakranê banga hestiyariyê kirin
10:15 DBP: Aştiya Rojhilata Navîn dibin tecrîdê deye
09:47 Fêrî tembûrê bû û niha dersê dide: Her ku diçe em zêde dibin
09:14 Di Roja Çîrokan de çîrok û çîrokbêjî
09:14 Hatîp Dîcle: Tasfiyekirina komployê bi azadiya Ocalan pêkan e
09:13 Rîtma dirûşmeyên kurdan lêdikole
09:12 Sendîkavanê Îngilîz: Divê tecrîd bi dawî bibe, wekî din tu şansê Tirkiyeyê tune
09:11 Piştî hevdîtina li Îmraliyê û berdana Guvenê li ser girtiyan çewisandina derûnî
09:11 Sewalvan ji buhayê êm û kayê nerazî ne
09:10 Komîsyonvan: Pêşî maliyetê kêm bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2019'AN
08:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 100'emîn de berdewam dike
14/02/2019
17:03 Gel eleqe nîşanî namzetên hevşaredariyên HDP'ê dide
16:46 Der barê wekîlê berê Yildirim de lêpirsîn hat destpêkirin
16:37 Mala Leyla Guven hat dorpêçkirin
16:37 Li Rihayê 3 kes hatin girtin
16:09 Salek û 6 meh cezayê hepsê li Alîcan Onlu hat birîn
15:39 Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
15:26 Heyeta Ewrûpî serdanên xwe didomîne: Em Leylayê bidin jiyîn
14:43 Şêwirmendên wekîlên Mûşê hatin binçavkirin
14:36 Ji doza HDK û HDP'ê 3 kes hatin berdan
14:33 Rojnameger Temel hat tahliyekirin
14:32 TJA: Ocalan azad nebe nabe
14:08 'Em ê feraseta cudakar di sindoqan de mehkûm bikin'
13:30 3 sal û 10 meh ceza dan parlamenter Taşçier
13:18 Wekîlên Riha û Dîlokê ber bi Amedê ve dimeşin
13:17 Girtiyên siyasî: Em bang li gelê Tirkiye û Cîhanê dikin
12:36 Baroya Amedê: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re em amade ne
12:35 Parêzerên Ocalan cara 790’an serî li dozgeriyê dan
12:16 KCD: Azadkirina Ocalan sedema tekoşîna me ye
12:13 Parlamenterên HDP'ê ji Serhedê ber bi Amedê ve tên
11:42 Polîsan parlamenterên HDP'ê birîndar kirin
11:21 Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin