Serokê Federasyona 78’an: Birayên me tên kuştin agahiya we heye...

  • rojane
  • 10:59 15 Sibat 2019
  • |
img
ENQERE – Serokê Federasyona  78'an a Şoreşger Cumhur Yavuz, diyar kir ku AKP li ser çalakiyên greva biçrîbûnê gelê kurd terorîze dike û xwest hêzên çep û sosyalist li dijî hewldanên komlovarî sekna xwe nîşan bidin û wiha got: “Heta ku em nebêjin birayên me yên tenişta me tên kuştin, dê rojên zahmet li pêş me bin." 
 
Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, ket roja 100'emîn. Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye li Amed, Hewler, Firansa, Mexmûr, Şengalê, Silêmaniyê didome. Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de ketibû grevê û 100 rojin di grevê de ye. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 87'yemîn de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 61'emîn de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 62'emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 300 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.
 
Serokê Federasyona  78'an a Şoreşger Cumhur Yavuz, ku di serdema darbeya12'ê Îlonê de hat girtin û rastî cezayê darvekirinê hat û li dijî şertên tecrîdê ketibû greva birçîbûnê, têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê ya Leyla Guven û 300 girtiyên siyasî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Yavuz, diyar kir ku AKP li ser çalakiyên greva biçrîbûnê gelê kurd terorîze dike û xwest hêzên çep û sosyalist li dijî hewldanên komlovarî sekna xwe nîşan bidin û wiha got: “Heta ku em nebêjin birayên me yên tenişta me tên kuştin, dê rojên zahmet li pêş me bin.  Îro dîsa di rojeva Tirkiye de grevên birçîbûnê heye. Divê em deng bidin dengê wan. 
 
'DI ŞERTÊN TECRÎDÊ DE EM KETIN GREVÊ' 
 
Yavuz, anî ziman ku ewil li Girtîgeha Amasya  ketin greva birçîbûnê û wiha got: "Dema em ketin grevê em di şertên tecrîdê de ketin grevê. Em her dem di nava şertên hucreyê  de dihatin girtin. Me nekarîbû xwe bilivînin. Di mazgalan de xwarin didan me. Demek dirêj em dernexistin hewşê. Çalakiya me bandorek mezin çêkir. Pişti çalakiya me li hemû girtîgehê belav bû, rêveberiya girtîgehê bi me re hevdîtin pêk anî. Piştre em ketin Girtîgeha Mamakê. Em li vir li dijî cilên yek tîpî ketin nava çalakiyan. Armanca wan a sereke ew bû ku me bê bîrdozî û bê nasname bihêlin. Xwestin me bikin mirovên bê vîn û nasname." 
 
'BERXWEDANA ZINDANA AMEDÊ PIR CUDA BÛ'
 
Yavuz, anî ziman ku berxwedana Zindana Amedê pir cuda bû û wiha berdewam kir: "Me berxwedana zindana Amedê ji Mehdi Zana fêr dibûn. Tişta me herî zêde heyecan jê girt, dema me înfaza Esat Oktay di rojnameyê de xwend bû. Zilmek pir mezin kiribû. Ji ber zilma kiribû meda hawiz jî kuştina wî kirin nûçe."  
 
'YA GIRÎNG BERTEKÊN MIROVÎ YÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ NE'
 
Yavuz, destnîşan kir ku armanca girtîgehê îzolasyon e û wiha lê zêde kir: "Girtîgeh qada îzolasyonê ye. Ji ber vê yekê divê tecrîdek din neyê qebûlkirin. Tecrîda dinava tecrîdê de divê tu kes qebûl neke. Tecrîd rewşek li dijî mirovahiyê ye. Ya girîng divê hemû mirov li dijî tecrîdê bertek nîşanî tecrîdê bidin."  
 
'AKP, BERMAHIYA 12'Ê ÎLONÊ YE'
 
Yavuz, bal kişand ser polîtikayên AKP’ê jî û wiha pêde çû: "Hikûmeta AKP'ê îro ruhê 12'ê Îlonê bi awayekî fîîlî dixe meriyetê. Ji xwe AKP berhem û bermahiyê 12'ê Îlonê ye. Demokrasî ji bo wan tenê peyvek ji rêzê ye. Bi zanebûn hestên nijadperestî pêx dixin û dixwazin gelan bînin hemberî hev. Leyla Guven wekîlek hatiye hilbijartin. 100 rojin di greva birçîbûnê de ye. Lê heta niha ji bo daxwazên wê pêk bên tu gav nehatiye avêtin. Îro li Girtîgehah dîsa greva biçribûnê heye. Zimanê vegotina li dijî tecrîdê ye. Lê kesên îro ji bo piştgiriyê bidin çalakiyên grevê derdikevin kolanê jî tên asteng kirin. Em îro di bin zapturapt û zilmê de dijîn."  
 
‘ZAROKÊN ME DIMIRIN AGAHIYA WE HEYE? ' 
 
Yauz, herî dawî bal kişan ser yekîtiya hêzên demokratîk û wiha bi dawî kir: "Divê di rewşek wisa de hemû hêzên çep û sosyalistler li qadekê bibin yek û bi hevre tengê xwe bilind bikin. AKP dixwaze bi vê çalakiyê kurdan terorîze bike. Dixwaze rê li pêşiya hemû mirovên çep, sosyal demokrat  bigire. Dayikên me di sala 1984'an de çalakî kiribûn. Ji Ulusê heta Kizilayê meşiya bûn. Her kesê derdiket hemberî wan digotin 'Dimirin agahiya we heye? Bi wêrekî destê xwe dabûn her kesî û her kes li hemberî vê yekê hişyar û hestiyar kiribûn. Îro heta me nebêjin li ber serê me xwişk û birayên me tên kuştin dê rojên dijwartir li pêş me bin. Em neçarin deng bidin dengê girtiyên di çalakiyê de." 

Sernavên din

17/02/2019
09:06 Qeyûm deverên aîdî şaredariyê yeko yeko dewr dike!
09:05 Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe
09:03 Cotkar: Em deyn dikin didin deynan
09:01 'Astengkirina dengdayîna jinên li sitargehan binpêkirina mafan e'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN
08:03 Berxwedana Leyla Guven di roja 102'yemîn de berdewam dike
16/02/2019
19:35 Girtina Kaya û Karaaslan hat şermezarkirin
18:40 Bi deh hezaran kurd beşdarî mîtinga Strasboûrgê bûn û berxwedana Leyla silav kirin
18:25 Dayika Şemiyê Baskin li cem kurê xwe hat veşartin
18:17 Hevserokê HDP'a Hewengê hat girtin
16:57 6 kesên li Amedê hatin binçavkirin hatin berdan
16:09 Aqubeta rojanemger Abayay û Tekdag pirsîn
15:50 ÎHD: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
15:41 'Girtiyê nexweş Îmam Çelîkdemîr bila bê berdan'
15:29 Li Stenbolê avahiya 4 qatî hilweşiya
15:28 11 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:24 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:18 Dayikên Aştiyê nobeta xwe bi dawî kirin
14:17 Dayikên Şemiyê: 24 salên din jî derbas bibe em ê têbikoşin
14:03 Bi deh hezaran Kurd li dijî tecrîdê li Strasbourgê dimeşin
13:44 Gotin întîxar kir û cenaze teslîmê malbatê kirin
13:43 Çiya Firat: Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê didome
13:37 Dayika Şemiyê Meryem Baskin jiyana xwe ji dest da
13:35 Bûldan: Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike
Temellî: Tirkiye dinava krîzek pirhejmarî deye
13:04 HDP'ê beyannameya hilbijartina herêmî aşkere kir
12:35 Li 5 bajarên qeyûm bi rê ve dibin HDP ji sedî 60 partiya yekemîn e
11:52 Dirûşmeya hilbijartinê ya HDP’ê: Bi hevre ber bi demokrasiyê ve
11:49 Malbatên girtiyan: Beyî ku kes bimirin dengê xwe bilind bikin
11:40 Çalakî qediya lê dorpêç ranebû
11:28 13 kes li Edenê hatin berdan
10:58 KJAR'ê name ji Leyla Guven re şand: Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû
10:38 Komeleya Komisyonvanan: Em buha dikirin em buha difiroşin
10:17 Fermandariya Pêngava Bagera Cizîrê dê di saetên peş de daxuyaniyek girîng bide
09:07 3 sal û meh û 15 roj ceza li rojnamevan Paksoy hat birîn
09:06 DMME'yê got 'cezayê muebeta giran' îşkence ye
09:05 Girtiyê 63 roj in di greva birçîbûnê de: Ji xeynî berxwedan û serketinê wekî din tu rê tune ye
09:05 Di doza gundê Xerabê Bava de dadgehê Wezareta Karê Navxweyî mehkûmî tazmînatê kir
09:04 Jinên ciwan ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê li hev dicivin
09:03 KA.DER: Eger partiyên din jî samîmî bin divê wekî HDP'ê pergala hevserokatiyê pêk bînin
09:02 Girtiyê 32 roj in di greva birçîbûnê de: Em ê bi bedena xwe li ber xwe bidin
09:00 Bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2019'AN
15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
23:26 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
22:20 'Dema Ocalan diaxive rê li ber aştiyê vedibe, dema tê bêdengkirin şer û faşîzm bilind dibe'
20:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê Kaya hat girtin
18:31 Namzetên HDP'ê yên Qubînê guherîn
17:51 Meşa wan hat astengkirin
17:40 Dema binçavkirina HDP'iyan careke din hat dirêjkirin
16:58 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:44 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat girtin
15:50 ‘Heta tecrîd ranebe ev welat bêhnê nastine'
15:25 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîdê em her derê bikin qadê têkoşînê
15:24 Girtiyên ji doza PJAK û PKK'ê yên li Îranê ketin greva birçîbûnê
15:11 Eniya Çep a Brezîlya bang li gelên cîhanê kir: Grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe
15:03 KCD, HDK, DBP û HDP'ê daxuyaniya hevpar dan: Divê tecrîd bi dawî bibe
14:42 ‘Heya ku tecrîd ranebe, li vî welatî kes nikare nefes bigire'
14:35 Leyla Guven: Ya ku min li ser piyan digire berxwedana girtîgehan û pêşengtiya jinan e
13:47 Li bendê ye Wekîlên HDP'ê yên nêzî mala Guven bûn daxuyanî bidin
13:44 'Dayika min dê bijî û emê êdî tenê li ser cesaretê biaxivin’
13:30 Di çile de 2 hezar û 159 mafên mirovan hatin binpêkirin
13:15 Parlementerên HDP’ê yên Rihayê: Dengê Leyla bibihîsin û tecrîdê rakin
12:38 Turan: Hikûmet dixwaze halên fêkî û sebze dewrî şîrketan bike
11:49 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:23 Li gel ablûkeya polîsan jî HDP’î di meşa xwe bi israrin
10:59 Serokê Federasyona 78’an: Birayên me tên kuştin agahiya we heye...
10:17 Li gelek bajêran serdegirtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Girtiyên Girtîgeha Şakranê banga hestiyariyê kirin
10:15 DBP: Aştiya Rojhilata Navîn dibin tecrîdê deye
09:47 Fêrî tembûrê bû û niha dersê dide: Her ku diçe em zêde dibin
09:14 Di Roja Çîrokan de çîrok û çîrokbêjî
09:14 Hatîp Dîcle: Tasfiyekirina komployê bi azadiya Ocalan pêkan e
09:13 Rîtma dirûşmeyên kurdan lêdikole
09:12 Sendîkavanê Îngilîz: Divê tecrîd bi dawî bibe, wekî din tu şansê Tirkiyeyê tune
09:11 Piştî hevdîtina li Îmraliyê û berdana Guvenê li ser girtiyan çewisandina derûnî
09:11 Sewalvan ji buhayê êm û kayê nerazî ne
09:10 Komîsyonvan: Pêşî maliyetê kêm bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2019'AN
08:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 100'emîn de berdewam dike
14/02/2019
17:03 Gel eleqe nîşanî namzetên hevşaredariyên HDP'ê dide
16:46 Der barê wekîlê berê Yildirim de lêpirsîn hat destpêkirin
16:37 Mala Leyla Guven hat dorpêçkirin
16:37 Li Rihayê 3 kes hatin girtin
16:09 Salek û 6 meh cezayê hepsê li Alîcan Onlu hat birîn
15:39 Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
15:26 Heyeta Ewrûpî serdanên xwe didomîne: Em Leylayê bidin jiyîn
14:43 Şêwirmendên wekîlên Mûşê hatin binçavkirin
14:36 Ji doza HDK û HDP'ê 3 kes hatin berdan
14:33 Rojnameger Temel hat tahliyekirin
14:32 TJA: Ocalan azad nebe nabe
14:08 'Em ê feraseta cudakar di sindoqan de mehkûm bikin'
13:30 3 sal û 10 meh ceza dan parlamenter Taşçier
13:18 Wekîlên Riha û Dîlokê ber bi Amedê ve dimeşin
13:17 Girtiyên siyasî: Em bang li gelê Tirkiye û Cîhanê dikin
12:36 Baroya Amedê: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re em amade ne
12:35 Parêzerên Ocalan cara 790’an serî li dozgeriyê dan
12:16 KCD: Azadkirina Ocalan sedema tekoşîna me ye
12:13 Parlamenterên HDP'ê ji Serhedê ber bi Amedê ve tên
11:42 Polîsan parlamenterên HDP'ê birîndar kirin
11:21 Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin