Sendîkavanê Îngilîz: Divê tecrîd bi dawî bibe, wekî din tu şansê Tirkiyeyê tune

  • rojane
  • 09:12 15 Sibat 2019
  • |
img

AMED -  Sendîkavanê îngilîz Tony Burke, çûn mala Leyla Guven û serdana wê kirin. Burke ji bo Abdullah Ocalan got: "Tu ferqa wî û Mandela tune ye." Her wiha Burke, anî ziman ku Tirkiye mecbûr e tecrîda li ser Ocalan rake, çimkî wekî din tu şansekî wê tune ye. 

Delegasyona Aştiyê ya Navdewletî, di 12'ê Çileyê de ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat Tirkiyeyê û li Enqereyê serdana hin partiyên siyasî û hin saziyan kir. Paşê heyet hat Amedê û çû serdana Guvenê. 
 
Endamên heyetê, di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku ew dixwazin dengê Leyla Guvenê li raya giştî ya navdewletî berbelav bikin. Her wiha heyetê ji bo hevdîtinê bi Ocalan re çêbike serî li Wezareta Dadê da, lê belê wezaretê serlêdana wan qebûl nekir. 
 
Yek ji endamên vê heyetê Alîgirê Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Brîtanya UNITE Tony Burke, destnîşan kir ku ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û ji bo der barê azadkirina wî de hin gav bên avêtin hatine Tirkiyeyê û ji bo vê jî wan bi hin saziyên rêxistina civakî re hevdîtin çêkiriye. 
 
Burke, bilêv kir ku ew ê naveroka van hevdîtinan bi raya giştî ya Îngîltereyê re parve bikin. Burke, anî ziman ku di van serdanan de tişta herî zêde bala wî kişandiye ew bû ye ku polîsan tim heyet şopandiye. Burke ji bo vê got: "Mirovên li vir tiştekî îllegal nakin. Daxwazên wan hiqûqî ne. Loma divê Tirkiye jî li gorî qanûnên xwe tev bigere." 
 
‘WÊ HEWLDANÊN ME YÊN DÎPLOMATÎK ÇÊBIBIN' 
 
Burke, ji bo tecrîdkirina Ocalan got: "Sedema hebûna me a li vir helbet rakirina tecrîdê ye. Em ê ji bo vê li qada navnetewî têkevin nav hewldanên dîplomatîk. Em ê vê yekê bi rêya sendîkayên xwe bikin. Bi milyonan endamên sendîkaya me hene. Ji bo dawî li tecrîdê bê em ê di warê dîplomatîk de tev bigerin û hin kampanyayan li dar bixin." 
 
OCALAN ŞIBAND MANDELA 
 
Burke, anî ziman ku sendîkaya wan Britanya UNITE bi salan li dijî rejîma Apartheîdê têkoşiyaye û ji bo azadiya Rêberê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela jî têkoşiyaye. Burke, rewşa Ocalan şiband rewşa Mandela û got: "Tu ferqa Ocalan û Mandela ji hev tune ye." 
 
‘WEKÎ DIN TU RÊ TUNE YE' 
 
Burke ji bo Leyla Guven jî got, der barê jiyana wê de şik û gumanên wan hene. Burke, anî ziman ku tenê rêyek li ber Tirkiyeyê heye, ew jî rakirina tecrîdê ye û got: "Divê Tirkiye dawî li tecrîdê bîne. Wekî din tu şansekî wê tune ye. Hem Leyla Guven hem jî çalakgerên greva birçîbûnê yên din amade ne ji bo baweriya xwe jiyana xwe têxin talûkeyê. Leyla jineke pir wêrek e." 
 
Burke, bilêv kir ku ew û sendîkayên li cîhanê di bin banekî de ne û got: "Em ê bi rêya sendîkayan bi ser Tirkiyeyê de bên. Em ê li hemû dewletên sendîka lê hene vê yekê bikin. Em ê hewl bidin ew jî zorê bidin tirkiyeyê. Em ê li tevahiya Ewropayê tecrîdê têxin rojevê. Ji bo dawî li tecrîdê bê çi ji destê me bê em ê bikin." 
 
MA / Ozgur Paksoy - Mehmet Şah Oruç 

Sernavên din

17/02/2019
09:06 Qeyûm deverên aîdî şaredariyê yeko yeko dewr dike!
09:05 Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe
09:03 Cotkar: Em deyn dikin didin deynan
09:01 'Astengkirina dengdayîna jinên li sitargehan binpêkirina mafan e'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN
08:03 Berxwedana Leyla Guven di roja 102'yemîn de berdewam dike
16/02/2019
19:35 Girtina Kaya û Karaaslan hat şermezarkirin
18:40 Bi deh hezaran kurd beşdarî mîtinga Strasboûrgê bûn û berxwedana Leyla silav kirin
18:25 Dayika Şemiyê Baskin li cem kurê xwe hat veşartin
18:17 Hevserokê HDP'a Hewengê hat girtin
16:57 6 kesên li Amedê hatin binçavkirin hatin berdan
16:09 Aqubeta rojanemger Abayay û Tekdag pirsîn
15:50 ÎHD: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
15:41 'Girtiyê nexweş Îmam Çelîkdemîr bila bê berdan'
15:29 Li Stenbolê avahiya 4 qatî hilweşiya
15:28 11 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:24 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:18 Dayikên Aştiyê nobeta xwe bi dawî kirin
14:17 Dayikên Şemiyê: 24 salên din jî derbas bibe em ê têbikoşin
14:03 Bi deh hezaran Kurd li dijî tecrîdê li Strasbourgê dimeşin
13:44 Gotin întîxar kir û cenaze teslîmê malbatê kirin
13:43 Çiya Firat: Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê didome
13:37 Dayika Şemiyê Meryem Baskin jiyana xwe ji dest da
13:35 Bûldan: Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike
Temellî: Tirkiye dinava krîzek pirhejmarî deye
13:04 HDP'ê beyannameya hilbijartina herêmî aşkere kir
12:35 Li 5 bajarên qeyûm bi rê ve dibin HDP ji sedî 60 partiya yekemîn e
11:52 Dirûşmeya hilbijartinê ya HDP’ê: Bi hevre ber bi demokrasiyê ve
11:49 Malbatên girtiyan: Beyî ku kes bimirin dengê xwe bilind bikin
11:40 Çalakî qediya lê dorpêç ranebû
11:28 13 kes li Edenê hatin berdan
10:58 KJAR'ê name ji Leyla Guven re şand: Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû
10:38 Komeleya Komisyonvanan: Em buha dikirin em buha difiroşin
10:17 Fermandariya Pêngava Bagera Cizîrê dê di saetên peş de daxuyaniyek girîng bide
09:07 3 sal û meh û 15 roj ceza li rojnamevan Paksoy hat birîn
09:06 DMME'yê got 'cezayê muebeta giran' îşkence ye
09:05 Girtiyê 63 roj in di greva birçîbûnê de: Ji xeynî berxwedan û serketinê wekî din tu rê tune ye
09:05 Di doza gundê Xerabê Bava de dadgehê Wezareta Karê Navxweyî mehkûmî tazmînatê kir
09:04 Jinên ciwan ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê li hev dicivin
09:03 KA.DER: Eger partiyên din jî samîmî bin divê wekî HDP'ê pergala hevserokatiyê pêk bînin
09:02 Girtiyê 32 roj in di greva birçîbûnê de: Em ê bi bedena xwe li ber xwe bidin
09:00 Bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2019'AN
15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
23:26 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
22:20 'Dema Ocalan diaxive rê li ber aştiyê vedibe, dema tê bêdengkirin şer û faşîzm bilind dibe'
20:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê Kaya hat girtin
18:31 Namzetên HDP'ê yên Qubînê guherîn
17:51 Meşa wan hat astengkirin
17:40 Dema binçavkirina HDP'iyan careke din hat dirêjkirin
16:58 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:44 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat girtin
15:50 ‘Heta tecrîd ranebe ev welat bêhnê nastine'
15:25 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîdê em her derê bikin qadê têkoşînê
15:24 Girtiyên ji doza PJAK û PKK'ê yên li Îranê ketin greva birçîbûnê
15:11 Eniya Çep a Brezîlya bang li gelên cîhanê kir: Grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe
15:03 KCD, HDK, DBP û HDP'ê daxuyaniya hevpar dan: Divê tecrîd bi dawî bibe
14:42 ‘Heya ku tecrîd ranebe, li vî welatî kes nikare nefes bigire'
14:35 Leyla Guven: Ya ku min li ser piyan digire berxwedana girtîgehan û pêşengtiya jinan e
13:47 Li bendê ye Wekîlên HDP'ê yên nêzî mala Guven bûn daxuyanî bidin
13:44 'Dayika min dê bijî û emê êdî tenê li ser cesaretê biaxivin’
13:30 Di çile de 2 hezar û 159 mafên mirovan hatin binpêkirin
13:15 Parlementerên HDP’ê yên Rihayê: Dengê Leyla bibihîsin û tecrîdê rakin
12:38 Turan: Hikûmet dixwaze halên fêkî û sebze dewrî şîrketan bike
11:49 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:23 Li gel ablûkeya polîsan jî HDP’î di meşa xwe bi israrin
10:59 Serokê Federasyona 78’an: Birayên me tên kuştin agahiya we heye...
10:17 Li gelek bajêran serdegirtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Girtiyên Girtîgeha Şakranê banga hestiyariyê kirin
10:15 DBP: Aştiya Rojhilata Navîn dibin tecrîdê deye
09:47 Fêrî tembûrê bû û niha dersê dide: Her ku diçe em zêde dibin
09:14 Di Roja Çîrokan de çîrok û çîrokbêjî
09:14 Hatîp Dîcle: Tasfiyekirina komployê bi azadiya Ocalan pêkan e
09:13 Rîtma dirûşmeyên kurdan lêdikole
09:12 Sendîkavanê Îngilîz: Divê tecrîd bi dawî bibe, wekî din tu şansê Tirkiyeyê tune
09:11 Piştî hevdîtina li Îmraliyê û berdana Guvenê li ser girtiyan çewisandina derûnî
09:11 Sewalvan ji buhayê êm û kayê nerazî ne
09:10 Komîsyonvan: Pêşî maliyetê kêm bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2019'AN
08:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 100'emîn de berdewam dike
14/02/2019
17:03 Gel eleqe nîşanî namzetên hevşaredariyên HDP'ê dide
16:46 Der barê wekîlê berê Yildirim de lêpirsîn hat destpêkirin
16:37 Mala Leyla Guven hat dorpêçkirin
16:37 Li Rihayê 3 kes hatin girtin
16:09 Salek û 6 meh cezayê hepsê li Alîcan Onlu hat birîn
15:39 Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
15:26 Heyeta Ewrûpî serdanên xwe didomîne: Em Leylayê bidin jiyîn
14:43 Şêwirmendên wekîlên Mûşê hatin binçavkirin
14:36 Ji doza HDK û HDP'ê 3 kes hatin berdan
14:33 Rojnameger Temel hat tahliyekirin
14:32 TJA: Ocalan azad nebe nabe
14:08 'Em ê feraseta cudakar di sindoqan de mehkûm bikin'
13:30 3 sal û 10 meh ceza dan parlamenter Taşçier
13:18 Wekîlên Riha û Dîlokê ber bi Amedê ve dimeşin
13:17 Girtiyên siyasî: Em bang li gelê Tirkiye û Cîhanê dikin
12:36 Baroya Amedê: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re em amade ne
12:35 Parêzerên Ocalan cara 790’an serî li dozgeriyê dan
12:16 KCD: Azadkirina Ocalan sedema tekoşîna me ye
12:13 Parlamenterên HDP'ê ji Serhedê ber bi Amedê ve tên
11:42 Polîsan parlamenterên HDP'ê birîndar kirin
11:21 Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin