Girtiyên siyasî: Em bang li gelê Tirkiye û Cîhanê dikin

  • rojane
  • 13:17 14 Sibat 2019
  • |
img
AMED - Girtiyên siyasî bi daxuyaniyekê 15’ê Sibatê roja radestkrina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku li dijî faşîzmê roj roja yekitiyê û şikandina tecrîdê ye. Girtiyan bang li her kesî kirin û wiha gotin: "Tecrîdkirina Rêbertiya me di esasê xwe de tê wateya tecrîdkirina me. Kesên ku qêrîna me ya berxwedanê nabihîzin bila mirovbûna xwe lêpirsîn bikin. Li hemberî faşîzmê roj roja yekitiyê ye û roj roja şikandina tecrîdê ye.”  
 
Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek nivîskî belav kir. Kaya, 15’ê Sibatê roja redestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û anî ziman ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê 301 girt bi biryariyeke mezin çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin û heta tecrîd bê şikandin dê çalakiyên xwe bidomînin. Kaya da zanîn ku Komploya Navneteweyî bi ser neketiye lê talûkeya komployê hêj dewam dike û wiha got: “Komploya Navneteweyî ku li hemberî Rêbertiya me bi pêş ket sala 21’emîn û hemû hesabên pergalên despot û olîgarşîk û her wiha pêkanînên faşîzan bêencam man. Dewletên serdest ên cîhanê bûn yek û li hemberî Rêbertiya me komployeke navneteweyî pêşxistin û bêguman ev komplo di heman demê de li hemberî gelê Kurd, gelê tirk û gelên Rojhilata Navîn pêk hat. Ger Komploya 15’ê Sibatê bi ser biketa pergala faşîst dê bi rewabûna qanûnan nasname û hebûna gelên bi komkujî û qetlîaman binixûmanda û talûkeya li hemberî gelan bi temamî ji holê ranebûye.”
 
Kaya kesên di çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û wiha cih da daxuyaniyê: “Armanca bingehîn a tifaqa faşîst ya AKP û MHP’ê ew e ku ji komployê encamê bi dest bixin. Ji ber vê yekê ji bo Komploya Navneteweyî rojane bikin hesabên qirêj dikin. Dewamkirina pergala Îmraliyê, ji bo îxbarkirina rêvebirên PKK’ê xelatdayîn, bombekirina bajar û çiyayên Kurdistanê, girtina siyasetmedar û welatparêzan nîşan dide ku dixwazin komployê rojane bikin û encamekê bi dest bixin. Rêber Apo bi berxwedan û sekna xwe ya bêhempa hemû kodên komployê deşîfre kir. Em jî careke din vê komploya ku li hemberî afirînerê hemû bedewiyan ango komploya ku li hemberî Rêber Apo pêk hatiye lanet dikin. Em şehîdên ku bi çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û pêşengê vê çalakiyê Halît Oral bi rêzdarî bi bîr tînin.”
 
Kaya destnîşan kir ku ew tu caran jiyaneke bêyê Ocalan qebûl nakin û wiha pêde çû: “Dibe ku em li zindanan girtî bin, lê em tu caran teslîm nabin. Ji bo tecrîda li ser Rêbertiya me bê rakirin, şert û mercên jiyana azad û xebatê bên afirandin, hevdîtinên bi parêzer û malbatê re pêk werin, hiqûqa gerdûnî li Îmraliyê pêk were me grevên birçîbûnê daye destpêkirin û çalakiyên greva birçîbûnê bi biryarî û cidiyeteke mezin dê dewam bikin. Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, di 8'ê mijdarê de di çarçoveya hemleya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger da destpêkirin. Me li zindanan di 27’ê mijdarê û 16’ê kanûnê de grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger da destpêkirin. Bedela wê çi dibe bila bibe heta tecrîd were şikandin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Bi hêviya serkeftinê em berxwedana xwe mezin dikin. Em hemû çalakvanên li Ewropayê, li başûrê Kurdistanê û hemû hevalên ku di berxwedaneke wiha pîroz de cih digirin silav dikin. Ji 16’ê kanûnê vir ve di zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê de 301 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi biryardarî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. 
 
BANGA HÊZÊN DEMOKRATÎK 
 
Kaya, herî dawî bang li hêzên demokratîk, rewşenbir û akademîsyenan kir û wiha bi dawi kir: “Mazlûm Dogan di zindana Amedê de got; ‘Teslîmbûn îxanet e, pasîfîzm têkçûn e û berxwedan serkeftin e’ û em jî li gorî vê gotinê û xeta serkeftinê li ber xwe didin. Ji ber ku li hemberî faşîzmê berxwedan her tim rewa ye. Berxwedana siyaseta demokratîk, di hilbijartinên heremî de bi meşandina xebatan pêşxistina berxwedanê ye, Rêbertiya me şaredariyan wekî dibistanên demokrasiyê bi nav dike û rizgarkirina şaredariyan bi berxwedanê pêkan e. Em bang li hemû hezkiriyên demokrasiyê, nivîskar û akademîsyenan dikin ku li hemberî faşîzmê li ber xwe bidin. Em bang li gelên Tirkiye û cîhanê dikin ku li hemberî faşîzmê dengê xwe bilind bikin. Tecrîdkirina Rêbertiya me di esasê xwe de tê wateya tecrîdkirina me. Kesên ku qêrîna me ya berxwedanê nabihîzin bila mirovbûna xwe lêpirsîn bikin. Li hemberî faşîzmê roj roja yekitiyê ye û roj roja şikandina tecrîdê ye.” 
 
 
 

Sernavên din

17/02/2019
09:06 Qeyûm deverên aîdî şaredariyê yeko yeko dewr dike!
09:05 Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe
09:03 Cotkar: Em deyn dikin didin deynan
09:01 'Astengkirina dengdayîna jinên li sitargehan binpêkirina mafan e'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN
08:03 Berxwedana Leyla Guven di roja 102'yemîn de berdewam dike
16/02/2019
19:35 Girtina Kaya û Karaaslan hat şermezarkirin
18:40 Bi deh hezaran kurd beşdarî mîtinga Strasboûrgê bûn û berxwedana Leyla silav kirin
18:25 Dayika Şemiyê Baskin li cem kurê xwe hat veşartin
18:17 Hevserokê HDP'a Hewengê hat girtin
16:57 6 kesên li Amedê hatin binçavkirin hatin berdan
16:09 Aqubeta rojanemger Abayay û Tekdag pirsîn
15:50 ÎHD: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
15:41 'Girtiyê nexweş Îmam Çelîkdemîr bila bê berdan'
15:29 Li Stenbolê avahiya 4 qatî hilweşiya
15:28 11 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:24 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:18 Dayikên Aştiyê nobeta xwe bi dawî kirin
14:17 Dayikên Şemiyê: 24 salên din jî derbas bibe em ê têbikoşin
14:03 Bi deh hezaran Kurd li dijî tecrîdê li Strasbourgê dimeşin
13:44 Gotin întîxar kir û cenaze teslîmê malbatê kirin
13:43 Çiya Firat: Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê didome
13:37 Dayika Şemiyê Meryem Baskin jiyana xwe ji dest da
13:35 Bûldan: Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike
Temellî: Tirkiye dinava krîzek pirhejmarî deye
13:04 HDP'ê beyannameya hilbijartina herêmî aşkere kir
12:35 Li 5 bajarên qeyûm bi rê ve dibin HDP ji sedî 60 partiya yekemîn e
11:52 Dirûşmeya hilbijartinê ya HDP’ê: Bi hevre ber bi demokrasiyê ve
11:49 Malbatên girtiyan: Beyî ku kes bimirin dengê xwe bilind bikin
11:40 Çalakî qediya lê dorpêç ranebû
11:28 13 kes li Edenê hatin berdan
10:58 KJAR'ê name ji Leyla Guven re şand: Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû
10:38 Komeleya Komisyonvanan: Em buha dikirin em buha difiroşin
10:17 Fermandariya Pêngava Bagera Cizîrê dê di saetên peş de daxuyaniyek girîng bide
09:07 3 sal û meh û 15 roj ceza li rojnamevan Paksoy hat birîn
09:06 DMME'yê got 'cezayê muebeta giran' îşkence ye
09:05 Girtiyê 63 roj in di greva birçîbûnê de: Ji xeynî berxwedan û serketinê wekî din tu rê tune ye
09:05 Di doza gundê Xerabê Bava de dadgehê Wezareta Karê Navxweyî mehkûmî tazmînatê kir
09:04 Jinên ciwan ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê li hev dicivin
09:03 KA.DER: Eger partiyên din jî samîmî bin divê wekî HDP'ê pergala hevserokatiyê pêk bînin
09:02 Girtiyê 32 roj in di greva birçîbûnê de: Em ê bi bedena xwe li ber xwe bidin
09:00 Bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2019'AN
15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
23:26 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
22:20 'Dema Ocalan diaxive rê li ber aştiyê vedibe, dema tê bêdengkirin şer û faşîzm bilind dibe'
20:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê Kaya hat girtin
18:31 Namzetên HDP'ê yên Qubînê guherîn
17:51 Meşa wan hat astengkirin
17:40 Dema binçavkirina HDP'iyan careke din hat dirêjkirin
16:58 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:44 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat girtin
15:50 ‘Heta tecrîd ranebe ev welat bêhnê nastine'
15:25 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîdê em her derê bikin qadê têkoşînê
15:24 Girtiyên ji doza PJAK û PKK'ê yên li Îranê ketin greva birçîbûnê
15:11 Eniya Çep a Brezîlya bang li gelên cîhanê kir: Grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe
15:03 KCD, HDK, DBP û HDP'ê daxuyaniya hevpar dan: Divê tecrîd bi dawî bibe
14:42 ‘Heya ku tecrîd ranebe, li vî welatî kes nikare nefes bigire'
14:35 Leyla Guven: Ya ku min li ser piyan digire berxwedana girtîgehan û pêşengtiya jinan e
13:47 Li bendê ye Wekîlên HDP'ê yên nêzî mala Guven bûn daxuyanî bidin
13:44 'Dayika min dê bijî û emê êdî tenê li ser cesaretê biaxivin’
13:30 Di çile de 2 hezar û 159 mafên mirovan hatin binpêkirin
13:15 Parlementerên HDP’ê yên Rihayê: Dengê Leyla bibihîsin û tecrîdê rakin
12:38 Turan: Hikûmet dixwaze halên fêkî û sebze dewrî şîrketan bike
11:49 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:23 Li gel ablûkeya polîsan jî HDP’î di meşa xwe bi israrin
10:59 Serokê Federasyona 78’an: Birayên me tên kuştin agahiya we heye...
10:17 Li gelek bajêran serdegirtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Girtiyên Girtîgeha Şakranê banga hestiyariyê kirin
10:15 DBP: Aştiya Rojhilata Navîn dibin tecrîdê deye
09:47 Fêrî tembûrê bû û niha dersê dide: Her ku diçe em zêde dibin
09:14 Di Roja Çîrokan de çîrok û çîrokbêjî
09:14 Hatîp Dîcle: Tasfiyekirina komployê bi azadiya Ocalan pêkan e
09:13 Rîtma dirûşmeyên kurdan lêdikole
09:12 Sendîkavanê Îngilîz: Divê tecrîd bi dawî bibe, wekî din tu şansê Tirkiyeyê tune
09:11 Piştî hevdîtina li Îmraliyê û berdana Guvenê li ser girtiyan çewisandina derûnî
09:11 Sewalvan ji buhayê êm û kayê nerazî ne
09:10 Komîsyonvan: Pêşî maliyetê kêm bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2019'AN
08:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 100'emîn de berdewam dike
14/02/2019
17:03 Gel eleqe nîşanî namzetên hevşaredariyên HDP'ê dide
16:46 Der barê wekîlê berê Yildirim de lêpirsîn hat destpêkirin
16:37 Mala Leyla Guven hat dorpêçkirin
16:37 Li Rihayê 3 kes hatin girtin
16:09 Salek û 6 meh cezayê hepsê li Alîcan Onlu hat birîn
15:39 Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
15:26 Heyeta Ewrûpî serdanên xwe didomîne: Em Leylayê bidin jiyîn
14:43 Şêwirmendên wekîlên Mûşê hatin binçavkirin
14:36 Ji doza HDK û HDP'ê 3 kes hatin berdan
14:33 Rojnameger Temel hat tahliyekirin
14:32 TJA: Ocalan azad nebe nabe
14:08 'Em ê feraseta cudakar di sindoqan de mehkûm bikin'
13:30 3 sal û 10 meh ceza dan parlamenter Taşçier
13:18 Wekîlên Riha û Dîlokê ber bi Amedê ve dimeşin
13:17 Girtiyên siyasî: Em bang li gelê Tirkiye û Cîhanê dikin
12:36 Baroya Amedê: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re em amade ne
12:35 Parêzerên Ocalan cara 790’an serî li dozgeriyê dan
12:16 KCD: Azadkirina Ocalan sedema tekoşîna me ye
12:13 Parlamenterên HDP'ê ji Serhedê ber bi Amedê ve tên
11:42 Polîsan parlamenterên HDP'ê birîndar kirin
11:21 Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin