ROJEVA 13'Ê SIBATA 2019'AN

* Parêzer Zafer Încîn, li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê  çû serdana girtiyên nexweş. Încîn, bilêv kir ku girtî nayên tedawîkirin û rêveberiya girtîgehê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan tu tiştî nake. 

* Li navçeya Sûrê qedexeya derketina 6 taxên di dema qedexekirina derve ya li navçeyê de hatin rûxandin didome. Namzetên keyatiyê yên van taxan, bi rêya telefonê xwe digihînin hilbijêrên xwe yên li çar hawirdorê bajêr belav bûne. Keya Koçero Topdemîr ku 3 sal in mohra wî di bêrîka wî de ye, diyar kir ku ji ber tax tune ne, ew nikarin projeyên xwe bînin ziman. 
 
* Li bajarê Qersê ku xwedî dîrokeke bi sedan sala ye, hema bêje beriya hemû bajaran dest bi xebatên hilbijartinê kiriye. Heta niha ji ber pêkanînên çewt ên rêveberiyên herêmî ji wê îhtişama xwe ya dîrokî dûr ketiye. Lê belê, ji bo hilbijartina 31'ê Adarê her çend partî ketibin pêşbaziyê jî, lê belê hemû nîşane HDP'ê îşaret dikin. 
 
* Cahîde Yildirim, xwişka Yuksel Koç ku 59 roj in li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye, got: "Ma wê ên di greva birçîbûnê de heta kengî li ber xwe bidin. Werin em dest bi bidin destê hevdu, dil bispêrin dilê hevdu û dakevin kuçeyan. Berî bi derengî bikeve, em tiştina bikin." 
 
* Emrah Ûbîç, ku 50 roj in li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê di greva birçîbûnê de ye got, divê gel li dor Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibe xelekeke xurt.
 
* Bijîşk Zekî Gul, çalakiyên greva birçîbûnê nirxandin û destnşan kir ku di pêvajoyên ku heyetên serbixwe hatin avakirin, encamên neyînî rû nedan. Gul got: "Heyetên serbixwe, divêtiyeke ku nayê taloqkirin." 
 
* Li Dersimê, qeyûm pergala ronîkirinê çêkiribû. Tê diyarkirin ku ev pergal bi 10 milyon lîreyî çêkiriye. Lê bila niha yeko yeko hildiweşin. Endamê Meclîsa Şaredariya Dersimê ya DBP'î Seydalî Bûlût, got qeyûm budçeya 2019'an qedandiye û şaredarî heta qirikê di nav deynan de hiştiye. 
 
* Tê gotin ji cenazeyê nêzî 500 kesên di 3 salên dawî de di pevçûnana de jiyana xwe ji dest dane û wan anîne Meletiyê, 200 jê li goristanên bêkesan hatine veşartin. Malbat jî li benda encamên DNA'yê ne ku cenazeyên xwe wergirin. 
 
* Wê Partiya Saadetê (SP), li Dîlokê bi namzetê xwe têkeve hilbijartinê. Serokê SP'a Dîlokê Mehmet Îslam got: "Wê 31'ê Adarê, ji bo AKP'ê hilbijartina dawî be." 
 
* Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 15'ê Sibata 1999'an de bi destê hêzên navdewletî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Parêzerê Ocalan, Mahmût Şakar 20 salên borî nirxandin û destnîşan kir ku Ocalan bi helwesta xwe û paradîgmaya xwe ya li Îmraliyê afirand bûye temînata aştiyê. 
 
* Înîsyatîfa Nivîskarên Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û bang li rayedarên dewletê kir ku demildest daxwaza Leyla Guven û girtiyan bê peijarandin û tecrîd bê rakirin.
 
* Li Sûriyeyê, tenê deverek di destê DAIŞ'ê de maye û hindik maye ew der jî bê stendin. Ligel vê lêgerînên hêzên li Sûriyeyê jî didomin. Tê diyarkirin ku DYA û RÛsya ji bo veguhastina petrolê li hev kirine, lê belê li ber wan kêşeya Îran û Tirkiyeyê heye. Tê destnîşankirin ku wê di civîna sibê ya li Soçiyê ev yek bê nîqaşkirin. 
 
* 3 birayên hev ji ber ji polîsên ew dan sekinandin xwestin nasnameya xwe ya polîstiyê nîşan bidin, hatin derbkirin û ceza li wan hat birîn. 
 
* Danişîna 7'an a doza birayên Yildirim ku li Silopiyayê panzer ketibû mala wan û ew eciqandibûn, sibê ye. Bav Yildirim got: "Em dixwazin biryareke bi wijdan bê dayîn." 
 
* Wezîrê Karên Navxweyî û Wezîrê Dadê yê Îzlandayê yê berê Ogmundur Jónasson ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk bîne û tecrîdê li girtîgehan lêkolîn bike hat Tirkiyeyê, destnîşan kir ku li ser Ocalan hiqûqeke taybet heye û ev li dijî peymamên navdewletî ye. 
 
* Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê û Dîlokê, bi minasebeta 100'emîn Roja çalakiya Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê ketiye grevê dê ji Şirnexê bimeşin Amedê. (11.00-12.00)
 
* Namzeten HDP'e yên dersimê beriya ku dest bi xebatên hilbijartinê bikin dê Ana Fatma û Gola Çeto ziyaret bikin. (12.00)
 
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê rapora têkildarî êrîşa li dijî welatiyên Sûriye ya Esenyurtê li avahiya xwe bi raya giştî re parve bike. (12.30)
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/02/2019
11:21 Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin
11:21 Parlamenterên HDP'ê: Heta tecrîd bişkê dê meşa me bidome
11:04 Der barê Aydenîz de lêpirsîn hat destpêkirin
10:55 Li Amed, Wan, Agirî û Îdirê bi dehan kes hatin binçavkirin
10:53 Farîsogullari: Greva birçîbûnê di heman demê de berxwedana li dijî komployê ye
10:53 Doza Panzêrê vê carê 30 saniye dom kir
10:01 'Ji bo teklîfa wan sîxûrtiyê red kir gef lê xwarin'
09:46 20 jinên wekil ên Alman piştgirî dan Guven: Daxwazên wê daxwazên me ne'
09:22 Polîsan li Edeneyê herî kêm 16 kes binçav kirin
09:21 Parêzerê Ocalan Emekçî: 15'ê Sibatê, li Rojhilata Navîn bû sedema krîz û aloziyê
09:20 Bavê Sebahat Tûncel: Divê hêzên demokrasiyê jî xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
09:20 Dayika Aştiyê behsa 1999'an kir, ji bo grevên birçîbûnê bang kir
09:19 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike
09:18 'Bila daxwazên xizmên me yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin'
09:18 Piştgiriya dê û bav a ji bo kurê di greva birçîbûnê de: Hûn her hebin
09:17 ‘Niha rengê berxwedanê grevên birçîbûnê ye'
09:16 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ew gotinên Erdogan mikurhatin e
09:15 Suheyla Taş a di greva birçîbûnê de: Şikandina tecrîdê wê bibe destpêkeke nû
09:15 'Em ê li Erdîşê bi rêjeyeke mezin bi ser bikevin'
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2019'AN
08:16 Berxwedana Leyla Guven di roja 99'emîn de berdewa dike
13/02/2019
19:32 Mehmet Gok ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da spartin axê
19:28 Xelata Mafên Mirovan a Martin Ennals dan aktivîstê sûdanî Muhamat
19:20 Guven ku rakirin nexweşxaneyê dîsa birin mala wê
18:18 Rojnameger Semiha Alankuş hat darizandin
18:03 Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî Guven ziyaret kir: Tecrîdê rakin
17:10 HDP'iyan li Wanê barikata polîsan derbas kir
17:02 Namzetên HDP'ê li Amed, Mêrdîn û Dersimê di nav gel de ne
16:06 ÎHD’ê li ser êrîşa Esenyurtê rapor amade kir
16:01 Cezayê hepsê li Dîcle Anter û Veysî Altay hat birîn
15:11 Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê
Guven tedawî red kir
14:59 Girtiyê 62 salî Gok krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da
14:18 Kontrola edlî ya derbarê Hevserokê DBP'ê de hat rakirin
13:15 Temellî: Emrê rejîmê 2021’an derbas nake
13:00 Namzeta Hevşaredariya Agiriyê Karaaslan hat binçavkirin
12:55 Li Stenbol, Kocaelî û Meletiyê serdegirtinên malan
12:17 Li Çewligê gelek kes hatin binçavkirin
12:15 TRT'ê vîdeo ya Demirtaş ji YouTube'yê rakir
12:09 Meşên ji bo xwedîderketina Guven hatin astengkirin
11:52 Selma Irmak: Her kes bi înat divê li dijî tariyê findekê pêxin
11:03 Polîsan pêşiya wekîlên HDP'ê birîn û wan tehdît kirin
10:05 Dadgehê ji bo 'Doza Komîteya Serokatî' biryarek nû da
09:38 Rojnameger Ceyhan û gelek kes hatin binçavkirin
09:38 Wezîrê Karê Navxweyî yê Îzlandayê yê berê: Li Îmraliyê hiqûqeke taybet heye
09:37 Danişîna 7'an a 'doza panzêrê' sibê ye
09:37 Hem hatin derbkirin, hem jî ceza li wan hat birîn
09:36 Li ser maseya DYA û Rûsyayê Tirkiye û Îran tune ne!
09:35 Înîsyatîfa Nivîskarên Kurd: Divê daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin, tecrîd bê rakirin
09:34 ‘Ocalan bi paradîgmaya xwe bû temînata aştiyê'
09:33 Serokê SP'a Dîlokê: 31 Adarê ji bo AKP'ê hilbijartina dawî ye
09:32 Li goristana bêkesan a Meletiyê 200 cenaze li benda malbatên xwe ne
09:31 Ampûlên qeyûm yeko yeko ditefin!
09:31 Bijîşk Zekî Gul: Pêdivî bi heyetên serbixwe heye û divê neyên taloqkirin
09:30 Ubîç ê di greva birçîbûnê de: Xelekeke xurt divê
09:29 Xwişka Yuksel Koç: Berî bi derengî bikeve em tiştekî bikin
09:28 Li Qersê bayê HDP'ê tê
09:27 Namzetên keyatiyê yên taxên Sûrê nikarin xwe bigihînin hilbijêran!
09:27 Li Girtîgeha Menemenê girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2019'AN
08:55 Berxwedana Leyla Guven di roja 98'emîn de berdewa dike
08:55 Qedexeya li 21 gund û gundikên Licê rakirin
12/02/2019
17:41 Ege-TUHAYDER: Piştî greven birçîbûnê zext zêde bûn
17:25 Çalakiya sêva mêxekrêj tê lidarxistin
16:25 299 binpêkirina mafan li dijî jin û zarokan pêk hat
16:24 ‘Min pitika xwe ya 7 mehî hişt. Ew qatilê bombevan çima ne li vê derê ye?’
16:12 Gefa 'Tu carek din biçe HDP'ê em ê te bikujin' li HDP'î xwar'
15:24 Mexdûrên KHK’ê: Em karê xwe paşve dixwazin
15:04 Namzetên hevşaredariyên HDP'ê bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin
14:58 HDP'yiyên qeydên hilbijêrên sexte derxistin holê, hatin binçavkirin
14:54 HDP'iyên ji bo Guven li Colemêrgê meşiyan hatin astengkirin
14:12 DBP ji bo rojevên tecrîd û hilbijatina herêmî civiya
14:09 Temellî: Em bêdeng namînin teqez em ê bi ser bikevin
14:00 Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî: Divê tecrîd bê rakirin
13:38 Leyla Guven ji koma HDP’ê re peyam bi vîdeo şand: Berxwedan jiyane
13:26 Li Êlihê, xebatên hilbijartinê yên HDP’ê tên astengkirin
13:06 Wekîlên HDP’ê: Astengkirina meşê wêneyê faşîzmê ye
12:25 HDK: Ji bo aştî û demokrasiyê teqez divê tecrîd rabe
12:24 Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzeran cara 789’emîn serlêdan kirin
11:44 Li Meletiyê di serdegirtina malê de 3 kest hatin binçavkirin
11:41 Çûyîna malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ya Meclîsê hat astengkirin
11:34 Polîsên Alman bi ser Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr muzîkê de girtin
10:40 Axa bin TOKî yên Şirnexê dîsa hilweşiya
10:14 IPHS'ê bi 'Projeya Gavên Vînê' protes xist dest û piyên 840 Sûriyeyiyan
09:17 Dayika Selma Irmak: Pêkanîna daxwazan ne tiştekî zehmet e
09:15 Ji ber birayê Mehmet Tûnç e, îtiraza ji bo dosyeya wî hat redkirin!
09:15 Nasir Yagiz: Bi saya berxwedana li Îmraliyê li ser piya me
09:14 Girtiyê 59 roj in di grevê de: Dive her mirov li dijî tecrîdê bisekinin
09:13 Malbata sûriyeyî: Em rojê 12 saetan ji bo 48 lîreyî dixebitin
09:12 Çalakgera li Strasboûrgê Sevîm: Peywira herî girîng dikeve ser milê civakê
09:11 Namzetên Agiriyê: Wê hikûmet bibîne ku qeyûm jî bi kêr nehatin
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2019'AN
08:14 Li 21 gund û gundikên Licê qedexeya derketina derve îlan kirin
07:57 Berxwedana Leyla Guven di roja 97'emîn de berdewa dike
11/02/2019
22:05 Li Edeneyê ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan grevên birçîbûnê
19:05 Bi hezaran welatiyên Qamışlo û Şehba li dijî tecrîdê meşiyan
17:01 Di doza Çapxaneya Gunde 4 kes hatin berdan
16:58 Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê: Rewş dikeve xeterê têkevin nava tevgerê
16:46 3 girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê sewq kirin
16:36 Li HDP’ê coşa hilbijartinê mezin dibe
15:39 ÎHD’ê: Li Herêma Egeyê di sala 2018’an de 332 binpê kirin hatin jiyîn