Çalakgera li Strasboûrgê Sevîm: Peywira herî girîng dikeve ser milê civakê

  • rojane
  • 09:12 12 Sibat 2019
  • |
img

STENBOL - Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê Nîmet Sevîm, destnîşan kir ku bedêl çi dibe bila bibe wê berxwedana wan bi ser bikeve û got: "Di vî warî de peywira herî girîng dikeve ser milê civaka Kurdistanê." 

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 97'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê çalakiyên greva birçîbûnê yên li Hewlêr, girtîgehn û bajarên Ewropayê jî dudome. Yek ji çalakgerên çalakiya greva birçîbûnê ya Strasboûrga Fransayê Nîmet Sevîm, di sala 2012'an di greva birçîbûnê ya li girtîgehan de jî cih girtibû. 
 
Sevîm, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya 2012'an jixweber derneketiye holê. Sevîm, anî ziman ku ev yek piştî bi sedan siyasetmedarên kurd di sala 2009'an de bi operasyonên KCK'ê hatin girtin derketiye holê. Sevîm, anî ziman ku tevgera siyasî ya kurd di hilbijartina herêmî ya 2009'an de bi serketibû û got: "Ev serketin, serketina Rêber Apo bû. Paradîgmaya demokratîk, di pratîkê de derket holê. A rast bi operasyonên qirkirina siyasî yên di bin navê KCK'ê de, xwestin vê pergala Rêber Apo asteng bikin û qirkirina çandî ya li Kurdistanê temam bikin. Di vê pêvajoyê de bi hezaran siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr hatin girtin. Bi pêkanînên ne kêmî yên 12'ê Îlonê re rû bi rû man. Careke din pêvajo hat xitimandin." 
 
'2012 LI HEMBER KOMPLOYÊ BERSIVA HERÎ BAŞ BÛ' 
 
Sevîm, bilêv kir ku di wê serdemê de siyasetmedarên kurd bi parêziya zimanê zikmakî li ber xwe dan û ev yek bû sedema çêbûna zemîna grevên birçîbûnê yên 2012'an. Sevîm, diyar kir ku parastina bi zimanî zikmakî hatiye astengkirin û bi hezaran kesî gotin "Em li vir in." Sevîm got: "Bi berxwedana zimanê zikmakî, ev rewş li tevahiya cîhanê hat teşhîrkirin. Li dijî pêkanînên hikûmeta faşîst û dewleta Tirkiyeyê, me i destpêka 2010'an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Ev yek heta sala 2012'an 10 bi 10, 20 bi 20 dewam kir. Di raya giştî de daxwaza ji bo zimanê zikmakî daxwazeke rewa ye. Polîtîkayên dagirkeriyê yên Komara Tirkiyeyê deşîfre dikirin. Ev rewş li hemberî komploya navdewletî bersiva herî baş bû. Parastina bi zimanê zikmakî û azadiya Serok di heman potayê de digihaştin hev. Azadiya Serok, dihat wateya azadiya pergalê. Greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger bi 30 kesî dest pê kir û paşê veguherî berxwedaneke ku bi 10 hezaran kes tev lê bûn. Li girtîgehê nêz 9 hezar girtî hebûn. 9 hezar girtî bi hev re di roja 50'yî de tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn. Du daxwazên berxwedanê hebûn." 
 
'BI ROJAN AV NEHAT DAYÎN' 
 
Sevîm, bal kişand ser pirsgirêkên di sala 2012'an de rû dan jî û got: "Di navbera koma ewil û ya dudoyan de 10 roj hebûn. Koma duyem a li Sîlîvriyê ket greva birçîbûnê, li gor koma ewil bêtir zehmetî kişandin. Çimkî, çawa hevalan dest bi berxwedanê kir wan xistin hucreyan. Bi rojan av nedan wan. Êdî heval nikaribûn av û xwê peyda bikin. Jixwe vîtamîna B1 nedihat dayîn. Tenê şekir û xwê digirtin. Eger em li benda şehadetê bûna, ne ji koma yekem, em ê ji koma duyem li bendê bûna. Her wiha hevalên me yên li girtîgehên Behra Reş bi awayekî dijwar hatin îşkencekirin." 
 
'BI HEVDÎTINÊ RE ÇALAKÎ BI DAWÎ BÛ' 
 
Sevîm, destnîşan kir ku wê demê civak zînde û dînamîk bû û got: "Wê berxwedan di roja 60'î de veguheriya rojiya mirinê. Berî Rêber Apo bang bike, Meclîsê ji bo parastina bi zimanê zikmakî zemîneke qanûnî çêkir. Paşê ji nû ve hevdîtin bi Rêber Apo re hatin çêkirin. Bi banga Rêber Apo, çalakî di roja 68'an de bi dawî bû." 
 
'BERXWEDANA LI DIJÎ PERGALA ÎMRALIYÊ' 
 
Sevîm, destnîşan kir ku niha jî ji bo heman daxwazan çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirine û got: "Berxwedana 2012'an, di dîroka têkoşîna me ya zindanan de berxwedana sêyem bû. Ya ewil berxwedana 14'ê Tîrmehê ye, ya duyemîn berxwedana Serok e. Ev berxwedan jî bû xeleke girîn a têkoşîna li zindanan. Hêlên wê yên dişibin hev hene, lê hêlên wê yên cuda jî hene. Lê dîsa jî daxwaza sereke azadiya Rêber Apo ye. Hêla vê berxwedanê ya herî girîng ew e ku bi hikûmeta AKP'ê û dewletê ne sînordarkirî ye. Li dijî hemû hêzên navdewletî yên pergala Îmraliyê ava kirin." 
 
'BERXWEDANEKE DI WESFÊ NETEWÎ DE YE' 
 
Sevîm, destnîşan kir ku berxwedana wan, berxwedaneke di wesfê netewî de ye û got: "Berxwedaneke ku armanca wê têkşikandina tecrîdê û statuya civaka Kurdistanê ye. Her wiha li dijî ferasseta îxanetkar û tevkar a ji bo dagirkirina Kurdistanê ye. Bi hêleke xwe jî berxwedaneke li dijî hêzên navdewletî ye ku faşîzma tirk û dagirkirina herêmê xurt dike. Sedema ku li Strasborûgê berxwedan xurt e, ev e." 
 
'GER GEL DENGÊ XWE BILIND BIKE WÊ BERXWEDÊR BIJÎN' 
 
Sevîm, bi bîr xist ku di sala 2012'an de gel di roja 50'î ya çalakiyê de dengê xwe li dengê gel zêde kir û got: "Ev moraleke pir baş bû. beşdarbûyîna gel a çalakiyê, hemû şert û mercên neyînî yên li girtîgehan ji holê radike. Eger niha jî gel tev li berxwedanê bibe, bêdengiyê ji holê rake wê çalakger karibin bijîn. Tenê ne di warê fizîkî, wê di warê manewî de jî bide jiyîn." 
 
Sevîm got: "Wê ev berxwedan rê li ber azadiya Kurdistanê vebike. Bedêl çi dibe bila bibe, her ku berxwedan ber bi armanca xwe ve biçe wê bi ser bikeve. Dibe naveroka wê zorê bide berxwedanê, lê belê wê encamên bi kêrî pêşketina azadiya pêşerojê bê." 
 
'BERXWEDAN PEYWIRA HEMÛ CIVAKÊ YE' 
 
Sevîm, anî ziman ku îktîdar nahêle dengê çalakgerên greva birçîbûnê bigihê civakê û got: "Wekî berê, divê niha jî ew dîwar bên rûxandin. Di vî warî de peywira herî girîng dikeve ser milê civaka Kurdistanê. Helbet, pewyir û berpirsiyarên di siyaseta demokratîk de li pêş in hene. Lê divê di vî warî de civak ne li benda bendewariyekê be. Armanca berxwedanê azadiya civakê ye. Loma divê civak xwedî li çalakiyê derkeve. Ev peywireke ehlaqî, mirovî û polîtîk e. Eger wisa bibe wê berxwedana hevalên me yên di girtîgehê de bi coş û moraleke mezin bigihê armanca xwe. Dê wê çaxê faşîzm bi paş ve gav bavêje." 
 
'EM JI NIHA VE SERKETINÊ DIBÎNIN' 
 
Sevîm, destnîşan kir ku wê vîna civakê tecrîdê bişikîne û got: "Em baş dizanin wê tecrîda li Îmraliyê nikaribe demeke dirêj li ber vê berxwedanê xwe ragire. Wê gaşîzm birîxe û wê Rêber Apo azad bibe. Loma em dibêjin, em ji niha ve bi ser ketine. Em ji niha ve serketinê dibînin. Ev pir girîng e. Baweriyeke xurt li gelê me peyda bûye. Li hemû deverên ku bawerû û hez lê şax vedaye, wê tirs bişikên, faşîzm bişikê." 
 
MA / Yasin Kobulan 
 

Sernavên din

14/02/2019
11:42 Polîsan parlamenterên HDP'ê birîndar kirin
11:21 Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin
11:21 Parlamenterên HDP'ê: Heta tecrîd bişkê dê meşa me bidome
11:04 Der barê Aydenîz de lêpirsîn hat destpêkirin
10:55 Li Amed, Wan, Agirî û Îdirê bi dehan kes hatin binçavkirin
10:53 Farîsogullari: Greva birçîbûnê di heman demê de berxwedana li dijî komployê ye
10:53 Doza Panzêrê vê carê 30 saniye dom kir
10:01 'Ji bo teklîfa wan sîxûrtiyê red kir gef lê xwarin'
09:46 20 jinên wekil ên Alman piştgirî dan Guven: Daxwazên wê daxwazên me ne'
09:22 Polîsan li Edeneyê herî kêm 16 kes binçav kirin
09:21 Parêzerê Ocalan Emekçî: 15'ê Sibatê, li Rojhilata Navîn bû sedema krîz û aloziyê
09:20 Bavê Sebahat Tûncel: Divê hêzên demokrasiyê jî xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
09:20 Dayika Aştiyê behsa 1999'an kir, ji bo grevên birçîbûnê bang kir
09:19 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike
09:18 'Bila daxwazên xizmên me yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin'
09:18 Piştgiriya dê û bav a ji bo kurê di greva birçîbûnê de: Hûn her hebin
09:17 ‘Niha rengê berxwedanê grevên birçîbûnê ye'
09:16 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ew gotinên Erdogan mikurhatin e
09:15 Suheyla Taş a di greva birçîbûnê de: Şikandina tecrîdê wê bibe destpêkeke nû
09:15 'Em ê li Erdîşê bi rêjeyeke mezin bi ser bikevin'
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2019'AN
08:16 Berxwedana Leyla Guven di roja 99'emîn de berdewa dike
13/02/2019
19:32 Mehmet Gok ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da spartin axê
19:28 Xelata Mafên Mirovan a Martin Ennals dan aktivîstê sûdanî Muhamat
19:20 Guven ku rakirin nexweşxaneyê dîsa birin mala wê
18:18 Rojnameger Semiha Alankuş hat darizandin
18:03 Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî Guven ziyaret kir: Tecrîdê rakin
17:10 HDP'iyan li Wanê barikata polîsan derbas kir
17:02 Namzetên HDP'ê li Amed, Mêrdîn û Dersimê di nav gel de ne
16:06 ÎHD’ê li ser êrîşa Esenyurtê rapor amade kir
16:01 Cezayê hepsê li Dîcle Anter û Veysî Altay hat birîn
15:11 Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê
Guven tedawî red kir
14:59 Girtiyê 62 salî Gok krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da
14:18 Kontrola edlî ya derbarê Hevserokê DBP'ê de hat rakirin
13:15 Temellî: Emrê rejîmê 2021’an derbas nake
13:00 Namzeta Hevşaredariya Agiriyê Karaaslan hat binçavkirin
12:55 Li Stenbol, Kocaelî û Meletiyê serdegirtinên malan
12:17 Li Çewligê gelek kes hatin binçavkirin
12:15 TRT'ê vîdeo ya Demirtaş ji YouTube'yê rakir
12:09 Meşên ji bo xwedîderketina Guven hatin astengkirin
11:52 Selma Irmak: Her kes bi înat divê li dijî tariyê findekê pêxin
11:03 Polîsan pêşiya wekîlên HDP'ê birîn û wan tehdît kirin
10:05 Dadgehê ji bo 'Doza Komîteya Serokatî' biryarek nû da
09:38 Rojnameger Ceyhan û gelek kes hatin binçavkirin
09:38 Wezîrê Karê Navxweyî yê Îzlandayê yê berê: Li Îmraliyê hiqûqeke taybet heye
09:37 Danişîna 7'an a 'doza panzêrê' sibê ye
09:37 Hem hatin derbkirin, hem jî ceza li wan hat birîn
09:36 Li ser maseya DYA û Rûsyayê Tirkiye û Îran tune ne!
09:35 Înîsyatîfa Nivîskarên Kurd: Divê daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin, tecrîd bê rakirin
09:34 ‘Ocalan bi paradîgmaya xwe bû temînata aştiyê'
09:33 Serokê SP'a Dîlokê: 31 Adarê ji bo AKP'ê hilbijartina dawî ye
09:32 Li goristana bêkesan a Meletiyê 200 cenaze li benda malbatên xwe ne
09:31 Ampûlên qeyûm yeko yeko ditefin!
09:31 Bijîşk Zekî Gul: Pêdivî bi heyetên serbixwe heye û divê neyên taloqkirin
09:30 Ubîç ê di greva birçîbûnê de: Xelekeke xurt divê
09:29 Xwişka Yuksel Koç: Berî bi derengî bikeve em tiştekî bikin
09:28 Li Qersê bayê HDP'ê tê
09:27 Namzetên keyatiyê yên taxên Sûrê nikarin xwe bigihînin hilbijêran!
09:27 Li Girtîgeha Menemenê girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2019'AN
08:55 Berxwedana Leyla Guven di roja 98'emîn de berdewa dike
08:55 Qedexeya li 21 gund û gundikên Licê rakirin
12/02/2019
17:41 Ege-TUHAYDER: Piştî greven birçîbûnê zext zêde bûn
17:25 Çalakiya sêva mêxekrêj tê lidarxistin
16:25 299 binpêkirina mafan li dijî jin û zarokan pêk hat
16:24 ‘Min pitika xwe ya 7 mehî hişt. Ew qatilê bombevan çima ne li vê derê ye?’
16:12 Gefa 'Tu carek din biçe HDP'ê em ê te bikujin' li HDP'î xwar'
15:24 Mexdûrên KHK’ê: Em karê xwe paşve dixwazin
15:04 Namzetên hevşaredariyên HDP'ê bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin
14:58 HDP'yiyên qeydên hilbijêrên sexte derxistin holê, hatin binçavkirin
14:54 HDP'iyên ji bo Guven li Colemêrgê meşiyan hatin astengkirin
14:12 DBP ji bo rojevên tecrîd û hilbijatina herêmî civiya
14:09 Temellî: Em bêdeng namînin teqez em ê bi ser bikevin
14:00 Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî: Divê tecrîd bê rakirin
13:38 Leyla Guven ji koma HDP’ê re peyam bi vîdeo şand: Berxwedan jiyane
13:26 Li Êlihê, xebatên hilbijartinê yên HDP’ê tên astengkirin
13:06 Wekîlên HDP’ê: Astengkirina meşê wêneyê faşîzmê ye
12:25 HDK: Ji bo aştî û demokrasiyê teqez divê tecrîd rabe
12:24 Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzeran cara 789’emîn serlêdan kirin
11:44 Li Meletiyê di serdegirtina malê de 3 kest hatin binçavkirin
11:41 Çûyîna malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ya Meclîsê hat astengkirin
11:34 Polîsên Alman bi ser Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr muzîkê de girtin
10:40 Axa bin TOKî yên Şirnexê dîsa hilweşiya
10:14 IPHS'ê bi 'Projeya Gavên Vînê' protes xist dest û piyên 840 Sûriyeyiyan
09:17 Dayika Selma Irmak: Pêkanîna daxwazan ne tiştekî zehmet e
09:15 Ji ber birayê Mehmet Tûnç e, îtiraza ji bo dosyeya wî hat redkirin!
09:15 Nasir Yagiz: Bi saya berxwedana li Îmraliyê li ser piya me
09:14 Girtiyê 59 roj in di grevê de: Dive her mirov li dijî tecrîdê bisekinin
09:13 Malbata sûriyeyî: Em rojê 12 saetan ji bo 48 lîreyî dixebitin
09:12 Çalakgera li Strasboûrgê Sevîm: Peywira herî girîng dikeve ser milê civakê
09:11 Namzetên Agiriyê: Wê hikûmet bibîne ku qeyûm jî bi kêr nehatin
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2019'AN
08:14 Li 21 gund û gundikên Licê qedexeya derketina derve îlan kirin
07:57 Berxwedana Leyla Guven di roja 97'emîn de berdewa dike
11/02/2019
22:05 Li Edeneyê ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan grevên birçîbûnê
19:05 Bi hezaran welatiyên Qamışlo û Şehba li dijî tecrîdê meşiyan
17:01 Di doza Çapxaneya Gunde 4 kes hatin berdan
16:58 Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê: Rewş dikeve xeterê têkevin nava tevgerê
16:46 3 girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê sewq kirin
16:36 Li HDP’ê coşa hilbijartinê mezin dibe