HDP'ê Beyannameya Hilbijartinê ya Jinê Aşkere kir: Em dê bi hevre ava bikin

  • jin
  • 13:25 10 Sibat 2019
  • |
img

AMED – HDP'ê Beyannameya Hilbijartinê ya Jinê ya bi dirûşmeya “Em bi hevre soz didin em dê bi hevre ava bikin û pêk bînin." aşkere kir. Meclîsa Jinan a HDP'ê di beyannameyê de got: “Em dê jin bi hevre teqez bi ser bikevin." 

Meclîsa Jinan a HDP'ê Beyannameya Hilbijartina 31'ê Adarê ya Rêveberiya Herêmî ya bi ser navê "Beyannameya Hilbijartinê ya Jinê" li salonek dahwetê aşkere kir. Meclîsa Jinan di beyannameyê de bal kişand ser girîngî û wateya jiyana ekolojik, azadiya jinê û pergala hevserokatiyê.  HDP'ê bi dirûşmeya “Em bi hevre soz didin em dê bi hevre ava bikin û pêk bînin." beyanname aşkere kir. Meclîsa Jinan a HDP'ê di beyannameyê de got: “Em dê jin bi hevre teqez bi ser bikevin." Jinan diyar kirn ku dê xwe jî û bajarê xwe jî bi rêve bibin. 
 
Hevşaredara Qilebanê Zeynep Uren bi kurdî û Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî bi tirkî beyanname xwend. 
 
Beyannameya Hilbijartinê ya Jinan wiha ye: 
 
"Merheba ji we re jinên xweş û xoşewîst,
 
Merheba jinên ku dibêjin “Em ê xwe jî, bajarên xwe jî, bi xwe bi rê ve bibin! 
 
Merheba jinên ku dibêjin “Em jiyaneke azad, demokratîk, ekolojîk dixwazin û azadiya jinê diparêzin.” 
 
Silav li jinên ku bedena xwe li dijî tecrîdê dane ber zilm û zorê. Silav Leyla Guven. Silav heval û rêhevalên Leylayê, yên ku dibêjin “daxwaza Leylayê, daxwaza me ye!” 
 
Hûn hemû bi xêr û xweşî hatine! 
Jinên hêja, 
 
Di dîrokê de hemû desthilatdarî li ser cudakariya zayendê hatine avakirin. Ev cudakarî, cudakariyeke qedîm û esas e. Lê ev dîrok li aliyekî din, dîroka têkoşîna azadî û wekheviyê ya me jinan e. Ev dîrok, dîroka destkeftiyên me ye. Em bi saya van destkeftiyan îro wek jin beyannameya xwe ya hilbijartinê û namzetên hevşaredariyê yên jin eşkere dikin û rê û rêbazên xwe bi awayekî azad diyar dikin.
 
Têkoşîna me ji bo mafên me û jiyana me ye. Ji bo me demokrasiya herêmî gelek girîng e. Eger demokrasiya herêmî xwe bispêre parvekirineke adilane, wê civakeke demokratîk û wekheviya zayendî ava bike. Îro bi taybetî li ser jinan û li ser tevahiya civakê tecrîdeke giran heye. Dixwazin jin xwedî biryar nebin, dixwazin jin xwedî îrade nebin. Dixwazin hemû civakê bixin bin kontrola xwe. Lê jin li dijî van polîtîkayan serî natewînin û çong venadin. Jin li ber xwe didin! 
Tecrûbeya têkoşîna azadiya jinê ya cîhanê û şoreşa jinê ya Rojava, îro rêya me ronî, hêviya me geş dike. Em ê bi rêveberiya xwecihî û herêmî, bi feraseta jiyana nû, bi îdîaya xwe ya hev-jînî,  sedsala 21emîn bikin sedsala azadî û şaristaniya jinê! 
Tifaqa faşîst ya AKP-MHPê, dixwaze bi hilbijartinên herêmî, avakirina rejîma nû temam bike. Em ê li dijî vê feraseta ku dixwaze hemû hêz û desthilatiyê têxe destê “zilamekî” û li dijî rêveberiya mêrane, navendî û otorîter, li Sîstema xwe ya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk, xwedî derkevin û bi hev re jiyaneke nû ava bikin!
 
Em jin li dijî rejîma qeyûman hêza xwe û îradeya xwe dikin yek. Rejîma qeyûman dixwaze ku sîstema me ya herêmî ya ku têkoşîna azadiya jinê dike, hilweşîne. Dixwaze ku jinan ji qadên jiyanî bi dûr bixin û hemû destkeftiyên me yên jinan, yên ku me ked û têkoşîneke mezin bi dest xistiye, desteser bike. 
Rejîma qeyûman, êrişî sîstema me ya hevserokatiyê dike û hemû navendên jinan, stargeh û jîngehên jinan, bazargehên keda jinan, nivîsgehên polîtîkayên jinan, û hemû midûriyetên jinan girtin. Rejîma qeyûman rûyê sîstema mêrane ya AKPê temsîl dike. Em ê berê qeyûman bidin Enqereyê û em ê xwe bi rê ve bibin. 
Li dijî rejîma qeyûman û sîstema tecrîda li ser civakê, ya ku bi KHKyan jin ji qadên jiyanê derxistine, çapemenî bi temamî xistine bin kontrola xwe, hemû dezgehên jinan û komeleyên mafê mirovan girtine û êrişî akademî, zanist, huner û nasnameyên zayendî dike, em jin, em ê bibin yek. Em ê xwe jî, bajarên xwe jî bi xwe bi rê ve bibin. 
Jinên hêja,
Em nikarin têkoşîna azadiya jinê, siberoja gelan, daxwaza aştiyê ya milyonan, teslîmî rejîma zilamekî bikin. Têkoşîna me ya ji bo mirov, xweza û kedê, ji desthilatdariya wan a zilm û zordariyê xurttir û qedîmtir e. 
Em hebin, hêvî jî heye. Em hene û hêviyê geş dikin. 
Em dikarin di vê hilbijartinê de desthilatdariya faşîst a AKP-MHPê ya dijminê jinê û xwezayê têk bibin. Destkeftiyên me ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin. Em dikarin ji wan destkeftiyan zêdetir, destkeftiyên nû bi dest bixin. Em dikarin tifaqa xwe ya demokratîk û tora xwe ya piştevaniyê bi hêz bikin û bi têkoşîna xwe bi ser bikevin. Em bi hev re serfiraz bûn, em ê dîsa bi hev re bi ser bikevin.
Me di şaredariyan de temsîliyeta wekhev û sîstema hevserokatiyê ava kir û mohra xwe li siyaseta herêmî xist û derbarê jiyana xwe de em bûn xwedî biryar û xwedî îrade. Me Nivîsgehên Polîtîkayên Jinê, navendên şêwirmendiyê yên jinan, penageh, navendên îstîhdamê yên jinan, kooperatîfên jinan, bazargehên taxan yên jinan, marketên mor yên cihên aîdî jinan, bostanên bajaran, wargehên xwendekarên keçikan û kreş ava kirin û ev yek bû bingeha siyaseta me. Me siyaseta xwe li ser pêdiviyên jinê ava kir. Hemû xebatên me ji aliyê dewletê ve hatin astengkirin, lê me dîsa jî li gorî budceya zayenda civakî ev xebatên xwe meşandin. Em tenê ne ji bo Tirkiyeyê, em bi xebatên xwe ji bo cîhanê bûn nimûne. 
Em li Sîstema xwe ya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk xwedî derdikevin û jiyaneke nû bi hev re ava dikin. 
50 roj şûnde hilbijartinên herêmî wê bên kirin. Ligel hemû polîtîkayên AKPê yên antî-demokratîk û zextên AKPê, em dibêjin “xwe jî, bajarên xwe jî em ê bi rê ve bibin”. Em îro jî bi biryar in û em dibêjin “em ê li destkeftiyên xwe, li sîstema hevserokatiyê, li sîstema xwe ya pirnasnameyî, pirçandî, pirzimanî û demokratîk, ekolojîk û ya li ser wekheviya zayendî hatî avakirin, xwedî derkevin.” 
Li dijî sîstema “yek zilam” û “tim zilam”, sîstema hevserokatiyê û temsîla wekhev, xeta me ya mor e! 
Em ê sîstema hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev di hemû mekanîzmayên rêveberiyên herêmî de karîgertir bikin, siyasetê demokratîze bikin û feraseta mêrane ya mezhebparêz, tekparêz û talanker hilweşînin. 
Em ê di her qonaxên rêveberiyên herêmî de, budceyeke li gorî wekheviya zayenda civakî ava bikin. Em ê tim li dijî cudakarî/newekhevî têkoşîna xwe bidomînin û wekî berê me kiribû, em ê dîsa budceyeke li gorî wekheviya zayenda civakî ava bikin. 
Xwe jî, herêma xwe jî, em ê bi rê ve bibin! 
Armanca me ew e ku em hemû gund, bajar, bajarok, navçe û jiyangehên xwe ji cudakarî, newekhevî û ji zayendparêziyê rizgar bikin. Em plansaziya bajarî ya ku cudahiya çînî zêde dike, jiyangehên komînal tune dike, rêveberiya bajêr dike navendî û li ser esasên modeleke mêrane, ya yek tîp û yek reng hatiye avakirin, qebûl nakin.
Em ê plansaziyeke bajarî ya ekolojîk, pirreng, pirdeng û li ser pêdiviyên mafên jinê yên wek mafê jiyanê, mafê tendurustiyê, mafê perwerdeyê, mafê veguhastin û ewlehiyê hatiye avakirin esas bigirin. 
Li dijî polîtîkayên şer, li dijî talana xwezayê, li dijî polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê, koçberî û guherandina demografyayê, em ê bi hev re têkoşîna xwe bimeşînin. Em ê hemû bajarên xwe yên werankirî, li gorî daxwaza gelê xwe, bi hev re ji nû ve ava bikin. 
Zihniyeta ku dixwaze serdestiyê li jinê bike, heman polîtîkayê li ser ziman û çand û xwezayê jî pêk tîne. Xwezaya me, bi temamî tê talankirin. Li dijî vê ferasetê, em ê bi perspektîfa xwe ya ekolojîst, têkiliya mirov û xwezayê li ser esasên demokratîk ava bikin.  
Em bi hev re soz didin, em ê bi hev re ava bikin û pêk bînin!
 
* Em ê li dijî talanê, li dijî sîstema ku mafê me yê serekî binpê dike û gelê me bi darê zorê koçber dike rola xwe ya pêşengtiyê bilizîn û rê nedin talana dewlemendiya me ya çandî û dîrokî. Em ê hemû dewlemendiya xwe biparêzin, li dijî destwerdana qada gelemperî û piyaseparêziya xizmetkariya bajêr, em ê têkoşîna xwe bi xurttir bidomînin.  
 
* Em ê her demsal bi dirûşma “dareke te ya çandî tune be, tu jî tune  yî” bi kampanyayan şitlan biçikînin û bostanên bajêr û daristanên bajêr bi hev re ava bikin.
 
* Ji bo parastina tovên herêmî, em ê “xaniyên tovên herêmî” ava bikin. Em ê teşwîq bikin ku kooperatîfên ji bo hilberandina tovan, zêdetir bibin. Em ê van tovan bêpere belavî gelê xwe bikin.  
Li dijî hişmendiya kapîtalîst ya li ser kar û qezencê hatiye avakirin, em ê bi hev re par ve bikin û aboriyeke kolektîf ava bikin;  
Em ê kedxwarî, yekdestî û kar û qezenca li ser keda jinê tê bidestxistin, xelas bikin. 
 
* Ji bo ku jin zêdetir beşdarî aboriyê bibin, em ê “Kooperatîfên Jinê yên Azad” ava bikin. 
 
* Karakterê zayenda koçberiya demsalî, jin e. Em ê bi projeyan rê li ber koçberiya demsalî bigirin û bibêjin “bila cihê jidayikbûnê bibe cihê têrbûnê” 
 
* Ji bo ku jin di nav bajêr bi awayekî azad siwarî seyareyan bibin, em ê di otobûsên şaredariyan de projeya Jin Kart/Karta Jinan pêk bînin.
 
* Ji bo ku jin bi awayekî azad beşdarî nav jiyana aborî û jiyana gelemperî bibin, em ê li her taxê, nemaze li cihên ku îstîhdam lê zêde ye, em ê kreşên ku 24 saetan xizmetê didin yên bêpere û bi zimanê dayikê ava bikin.
Perwerdeya demokratîk, bêpere û wekheviya zayendî, mafekî serekî ye 
Perwerdeya tekparêz, nîjadperest, mezhebperest û cudakariya zayendî, dibe sedema pevçûna mirov û civakê û rolên zayenda civakî kûr dike, şideta li ser jinê meşrû dike, civakê ditirsîne û ziman û çandên cuda tune dihesibîne. 
Em ê perwerdeya zimanê dayikê ya bêpere, zanistî û li ser esasên ziman, çand, nasname, baweriyên cuda û wekheviya zayenda civakî hatî avakirin, bi pêş bixin. Ji bo ku perwerdeya zimanê dayikê dewrî rêveberiyên herêmî bê kirin, em ê têkoşîne xwe bidomînin. 
Mafê tendurustiyê ya wekheviya zayenda civakî mafekî rewa ye
Tendurustî tenê ne tedawî ye, tendurustî ew e ku mirov nexweş nekeve. Şer, pevçûn, zext, zor û kedxwarî, tendurustiya mirov xerab dike. Ji bo mafê tendurustiyê, tiştê esas ew e ku cih û derfetên bi tendurust bên avakirin. 
Li gorî AKPê, tendurustî ne mafek e, ew mirovan wek mişterî, nexweşxaneyan jî wek kargehan dibînin. Em polîtîkayên tendurustiyê yên rantxwer qebûl nakin. Em feraseta AKPê ya ku tendurusitiya jinan dike qurbana polîtîkaya xwe qebûl nakin, em polîtîkayeke giştî ya tendurustiyê diparêzin. 
Em jin dibêjin “em ê bijîn û bidin jiyandin”; em ê wek mafekî civakî, xizmetên tendurustiyê yên bi zimanê dayikê, belav bikin. 
 
* Em ê bi hev re navendên tendurustiya jinê, yên bêpere, bi zimanê dayikê û berdest li bajarên xwe ava bikin. 
 
* Em ê di bin banê şaredariyan de yekîneyên têkoşîna li dijî madeyên hişbir ava bikin. Li dijî madeyên hişbir, em ê Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir yên Rêveriya Herêmî ava bikin. Em ê bi Tora Dildaran, li her dere kampanyayan pêk bînin. 
Cîhan ne cihê dagirkeriyê ye, Cîhan mala me hemûyan e
Sermaye bi piştgiriya desthilatdariyê û bi polîtîkayên veguherîne neolîberal, bajaran, gundan û navçeyan cardin ava dike û serdestiya mêrane û newekheviya civakî cardin diafirîne. 
Em ê polîtîkayeke baregehan, ya ku li ser ewlehî û mehremiyeta mirov hatiye avakirin bi pêş bixin. Em ê jiyangehên erzan, bi şînahî, bi tendurustî û li ser cîrantiyeke xurt hatî avakirin bi pêş bixin. 
Em ê bi hev re ji bo bêmal, koçber, penaber û berastengên jin; baregehên bi ewlehî, bi tendurustî û berdest ava bikin.  
Hunera li ser azadîxwaziya jinê hatiye avakirin, pêkan e
Em polîtîkayên zayendparêz, nîjadperest û li ser mezaxtinê hatî avakirin, qebûl nakin. Em ê çand û hunereke civakparêz û demokratîk bi pêş bixin. Em ê xizmetên çand û hunerê ji bo jinan hêsantir bikin.  
Ne reqabet û qezenc, pêşketineke hevpar pewîst e
Spor, mafê jinan e. Em jin, em ê sporê ji feraseta zayendparêz, neteweparêz û ji polîtîkayên şoven rizgar bikin! Em ê bi rêya rêveberiyên herêmî, hewl bidin ku bila di serî de jin û hemû civak, bi awayekî wekhev ji çalakiyên sporê sûd wergirin. 
Jin astengiyan nas nakin
Ji bo ku jinên berasteng beşdarî jiyana gelemperî bibin û ji mafên jiyanî bi awayekî wekhev sûd wergirin, gelek astengî hene. 
Divê hemû jinên berasteng ji hemû mafan û ji hemû azadiyan bi awayekî wekhev sûd wergirin. Em ê bi hev re polîtîkayên rêveberiya herêmî, li gorî pêdiviyên jinên berasteng, diyar bikin. 
Cudahiyên me dewlemendiya me ye, em ê li dijî cudakariyê têkoşîna xwe bikin yek
Em polîtkaya ku xizanî, şidet, cudakarî û kedxwariyê li ser jinan ferz dike, qebûl nakin. Em nahêlin jin di karê dîplomasiyê de bibin mijara bazara mêran û bazirganiya mirovî. 
 
* Em ê li dijî şerê ku mirovan ji cih û warên wan koçber dike, ji dîrok û bîranînên wan bi dûr dixe, bi hev re têbikoşin. 
 
* Di rêveberiyên me yên herêmî de, di xizmetên perwerde, tendurustî, stargeh û hemû xizmetkariyan de, jinên penaber wê wek hemû jinên herêmê, rastî tu astengiyan neyên. Hemû jin dê bi awayekî wekhev bi zimanên xwe yên dayikê, ji xizmetan sûd wergirin. 
Şideta li ser jinê, polîtîk e
Li dijî desthilatdariya faşîst a şideta li ser jinê rewa dike, êrişî zimanê me, bedena me, îradeya me, rêxistina me û destkeftiyên me dike, em jin, em ê hêz û cesaretê bidin hevdu û jiyaneke azad ava bikin.  
Qeyûman hemû navendên jinan, penagehên jinan û hemû mekanîzmayên têkoşîna li dijî şidetê girtin û bêbandor kirin. Lê bila qeyûm baş bizanibin ku, em jin, em ê zêdetir destkeftiyan bi dest bixin û van qadan zêdetir belav bikin. 
 
* Di şaredariyan de, em ê li dijî şidetê xetên pirzimanî yên wek “Alo Şidet” vekin. Em ê xeteke nû ji bo jinên ku guhên wan nabihîzin, vekin. 
 
* Li dijî piştguhkirin û îstimara zarokan û li dijî “ensestê”, em ê “yekîneyên têkoşîn û şêwirînê” ava bikin. 
 
* Wekî me berê kiribû, em ê dîsa di rêveberiyên herêmî de, di hemû peymannameyên giştî de, kesên ku şidet li jinan kirine, dê cardin rastî mueyîdeyan/cezayan bên.  
 
Jinên hêja,
 
Li dijî talana xwezaya me û jîngehên me,
Li dijî mafê me yê jiyanê, 
Li dijî destwerdana nan, kar û destkeftiyên me,
Li dijî beden, îrade û hebûna me,
Li dijî şideta li dibistan, kuçe, kolan û her derê jiyanê,
Li dijî hovîtiya ku siberoja jinan, zarokan, ciwanan û mirovahiyê tarî kiriye,
Em ê têkoşîna xwe bilind bikin û em jin em ê bi ser bikevin!
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

11/02/2019
19:05 Bi hezaran welatiyên Qamışlo û Şehba li dijî tecrîdê meşiyan
17:01 Di doza Çapxaneya Gunde 4 kes hatin berdan
16:58 Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê: Rewş dikeve xeterê têkevin nava tevgerê
16:46 3 girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê sewq kirin
16:36 Li HDP’ê coşa hilbijartinê mezin dibe
15:39 ÎHD’ê: Li Herêma Egeyê di sala 2018’an de 332 binpê kirin hatin jiyîn
13:48 Îstîxbarata Tirk-MÎT'ê li Dihokê Mizgeftan weke baregeh bi kar tîne
13:47 Lêpirsîna derbarê avahiya li Kartalê hilweşiya de didome
13:09 Wekîlên HDP’ê meşiyan Galatasarayê: Silav li Suleyman Soylu bikin
12:51 Meşa wekîlên HDP’ê hat astengkirin: Wêneyê tecrîdê ev e
12:36 Cîrît dîsan ji bo Serokatiya Dadgeha Bilind hat hilbijartin
12:08 Hevserokê HDP'a Kopê 4 roj in di binçavan de ye
11:53 Polîsan meşa wekîlên HDP'ê asteng kir
11:29 Kesê li Tirkiye di ezmîna KPSS'ê de bû yekemîn bi cih nebû
10:56 Li bakurê Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:48 Nûnerê YSK'ê: Wezîr beriya hilbijartinê polîs û eskeran dikin hilbijêr
10:47 Li gundên Misircê 13 welatî hatin binçavkirin
10:41 Çalakgerê di grevê de Îba carek din rakirin nexweşxanê
09:54 Wezîrê Parastina Rûsya dê Wezîrê Parastina Tirkiye ziyaret dike
09:42 Şaredarî bi der û dorên AKP'iyan tije kirin
09:05 Girtiyan ji Girtîgeha tîpa F a Kirikkale pêkanînên nû vegotin
09:04 ‘Hunermendên ku Leyla stran: Navekî din yê hunermendan berxwedan e
09:04 Kontrola tenduristiya çalakgerên li Girtîgeha Alanya nakin
09:03 Dayik: Min Huseyinê xwe winda kir bila kesên din demirin
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2019'AN
10/02/2019
21:14 Sîrwan Barzanî: Ger ev herêm têkeve kontrola Tirkiye dê hemû kurd koçber bibin
21:05 Saziyên Elewiyan berxwedêrên Strasboûrgê ziyaret kirin
19:14 Mirovên Aqîl Leyla Guven ziyaret kir: Em dê hewl bidin vî dengî bêtir bidin bihîstin
17:13 ‘Axekê ku em piyê xwe danin ser jî nehiştin’
16:24 ‘Pêvajoya qetilkirina me dewam dike’
15:23 Wezîrê Karê Hûndir Soylû dîsan HDP kir hedefê
15:05 Li Mêrsînê, Komeleya Colemêrgiyan hat vekirin
14:43 Bîlgen: Em di wê hêviyê dene bajêr xwe bi rêve bibe
14:09 Buldan: Li ser vê axê ne hişmendiya qeyûm dê jin bijîn
14:02 Namzetê Hevşaredarê HDP’ê yê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin
13:43 Koçyîgît: Li dijî tecrîdê derketin, li dijî şer derketine
13:25 HDP'ê Beyannameya Hilbijartinê ya Jinê Aşkere kir: Em dê bi hevre ava bikin
12:20 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi dirûşmeya ‘Jin bi hev re’ dakeve qadan
12:20 Kavak ê li bendêbû xizmên wî ji bin kavilan bên derxistin krîza dil derbas kir
12:05 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe destpê kirin
11:43 Yên li Şeladizê hatin binçavkirin bi casûsiyê tên sucdarkirin
10:09 Gundiyên Xirabê Bava: Em bûyera 2 sal berê ji bîr nakin
09:28 Karkertên tekstîlê li dijî zama kêm dest bi kar nekirin
09:17 Ji girtîgehê name ji bo Leyla Guven: Sekna te biryara me xurt kir
09:16 Îmîr ji bo TOKÎ'yan hişyar kir: Ger birûxe wê bibe felaket
09:15 Kaya yê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin, bedêl çi dibe bila bibe em amade ne
09:09 Girtiyê 57 roj in di greva birçîbûnê de: Bedêl çi dibe bila bibe, em ê bi ser bikevin
09:06 HDP, ji bo hilbijêrên qeyda wan hat jêbirin serî li YSK'ê da
09:03 ‘Kesê qeyûm dişibîne Xizir, ji rê derketî ye'
09:01 Helbestakurdi.com dest bi weşanê kir: Helbesta kurdî digîhinin dinyayê
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2019'AN
09/02/2019
18:11 Temellî ji Mêrsînê bang kir: Silav ji bo Ocalan
16:55 HDP li Serhedê lez daye xebatên hilbajirtinê
16:20 HDP’ê namzetên Giresîra bi gel dan nasandin
16:15 Bi hezaran kurd li dijî Tecrîdê ji Basel, Berlîn û Stockholmê dimeşin Strasboûrgê
15:59 Balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Zekî Eşîn
15:58 Çalakiya pirsîna aqûbeta windahan li Amed û Êlihê hat lidarxistin
15:49 Çalakiya nobetê bi dawî bû: Roj îro ye dibe sibê dereng be
15:35 ÎHD’ê rapora ‘Greva birçîbûnê' aşkere kir
15:17 ‘Dilê girtiyê nexweşîna giran Tenlî ji sedî 15 dixebite’
14:40 Ji bo girtiyê nexweş Abdulkadir Aksû bang kirin
14:12 Ozturk: Gelê Kurd tecrîd dikin, emê tecrîdê bişkînin
13:57 Dayika Şemiyê Sabriye Maltû: Ma em gorekê jî heq nakin?
13:41 Li Pîranê biryara veguhestina 13 sindoqan hat dayîn
13:25 Berfê rêya 104 gundên Dersîmê girt
12:11 Polîsan di serdegirtina malê de çek xistin serê zarokan
11:42 Turkdogan: DMME di bin bandora xebatên lobî de dimîne
11:28 Ji bo hevdîtina Îmraliyê qedexeyek nû anîn
10:50 Karkerên Jin amadekariya komcivînê dikin
10:12 Di avahiya hilweşiya de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 17’an
09:54 Aslan şevê li ber awaza curaya xwe şên kir
09:53 Sariyildiz: Biryara DMME dê heqîqeta li Cizîrê neguhere
09:23 Dadgehê 'Hêza Tirk' nîşan da û 56 sal ceza birî
09:18 Wê HDP, li dijî tecrîdê bimeşe
09:18 Aydin: Em ê ji bo dosyeya Elçî hinekî din jî sebir bikin
09:17 Hevseroka SES'ê ku piştgirî da Leya Guven ji peywirê dûr xistin
09:16 Ji bo 'cîhadê' daketin kuçeyan, ji bo AKP'ê doza dengan kirin
09:16 'Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike'
09:15 'Bila TOKÎ'yan birûxînin, em ê xaniyên xwe çêbikin'
09:14 Qeydênd zimanê kurdî didomin
09:14 'Em ê tecrîdê bişikînin'
09:13 Girtiyê nexweş Ahmet Çelîk nayê tedawîkirin
09:12 ‘Divê zarok di warê zayenda civakî de bên perwerdekirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2019'AN
08/02/2019
17:23 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
15:44 ‘2 meh in têkildarî rapora cînayeta Elçî pêşketin tune ye’
15:20 Çalakiya nobetê ya li KCD’ê di roja 9’emîn de ye
15:14 Jinên Maya ji Guven re gotin: Em îsyana xwe ji tere dişînin
14:59 Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê hestiyariya mirovî ya pêwîst bê nîşandan
14:47 Jinên Enqereyî: Em deng bidin dengê Leyla Guven
14:30 Li Girtîgeha Elbîstanê koma 6’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
14:16 Mêrsîn ji bo mîtînga ‘Edalet, Azad û Demokrasiyê’ amedeye
13:50 Li Amedê kesek ji ber cilên herêmî hat girtin
13:38 Şandeya YE'yê Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê ziyaret kir û pirsa Guven kir
13:36 Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora Îmraliyê ya 2018'an aşkere kir
13:35 Zanîngeha Londrayê 3 polîsên gumanbar ên cînayeta Tahîr Elçî tespît kir
13:06 Delagasyona Îmraliyê tê Tirkiyeyê
12:57 Rêxistinên HDP'ê yên bajaran piştgirî dan stratejiya hilbijartinê
11:52 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:35 ‘DMME ji hiqûqê û peymanên xwe qût bûye’