Li Heskîfê kurd û ereban mil daye milê hev û dibêjin 'em tên'

img

ÊLIH – Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Heskîfê yek jê ereb e û yek jê jî kurd e. Namzetên Hevşaredariya Heskîfê Mecîd Tokdemîr û Zozan Şîmşek diyar kirin ku ev 4 serdem in AKP ji bilî bêkariyê û hilweşandinê tu tiştek nekiriye û gotin: “Em tên ku Heskîfê bi gelê navçeyê re birêve bibin.” 

Di hilbijartina herêmî de yek ji navendên herî zêde balê dikişîne ser xwe navçeya 12 hezar salî Heskîfê ya Êlihê ye. Tevî ku Heskîf xwedî hemû prensîbên UNESCO ye jî lê ji ber ku di asta hikumetê de serlêdanek nîne navçeya dîrokî hilnedan Lîsteya Mîrasên Cîhanê. AKP dixwaze Heskîfê di bin Bendava Ilisûyê de bihêle. 
 
KURD Û EREBAN MIL DAYE MILÊ HEV 
 
Li warê qedîm û dîrokî navçeya Heskîfê ya Êlihê ji ber polîtîkayên AKP’ê tê wêrankirin. AKP ji ber van polîtîkayan dengên xwe winda dike. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li Heskîfê yek jê ereb Mecîd Tokdemîr û yek jê jî kurd Zozan Şîmşek wek namzetên hevşaredariyê da nîşandan. 
 
Zozan Şîmşek wek zarokek malbatek kedkar a kurd li Gundêdiyra ya bi ser navçeya Heskîfê ve di sala 1989’an de hat dinê. Şîmşek li Zanîngeha Dumlupinar a Kutahyayê beşa Civaknasiyê xwend û di 2013’an de mezûn bû. Şîmşek piştî zanîngeh qedand û şûn ve di nava Tevgera Jinên Azad û HDP’ê xebatên çalak ên siyasetê birêve bir. 
 
‘LI HESKÎFÊ DEMA JINÊ YE’ 
 
Şîmşek diyar kir ku pergal xwe li ser hişmendiya desthilatdar dide nîşandan û got: “Êdî dema jinek destê xwe bigîhîne Heskîfê hatiye.” Şîmşek da zanîn ku ji ber ew bi rêveberiya herêmî ya pir çandî û netewî bawerin partiya wan namzetên hevşaredariyê ereb û kurd daye nîşandan û got: “Li erdnîgariyek wek Heskîfê ku bi hezaran sal ji gelek netewan re malovaniyê kiriye, îro jî gelên kurd û ereb bi hev re dijîn. Ev çar serdem in AKP Heskîfê bi hişmendiya deshilatdar bi rêve dibe. Em jî ji bo ku navçeya 12 hezar salî bi hev re birêve bibin xebatên xwe dikin.” 
 
‘EM TÊN KU HESKÎFÊ ZINDÎ BIKIN’ 
 
Şîmşek anî ziman ku berpirsyariya talana li Heskîfê rêveberiya heyî ye û armancên xwe wiha anî ziman: “Ev çar sal in desthilatdarî vir birêve dibe. Heta îro ji bilî hilweşandinê tiştek li Heskîfê nekirine. Ev çar serdemin tiştek li vir nekirine dê ji niha şûn ve bikin? Dema gel biçe ser sindoqê divê vê yekê ji bîr neke. Ev navçe mozaîka gelan e. Eger gelê ereb û kurd li vir bi hev re dijîn divê bi hev re birêve bibin. Heta ji gel neyê pirsîn dê tu proje neyê hilberandin. Heke li Heskîfê jinek dema destê xwe dirêj bike dê ev hilweşandin bê sekinandin. Li vê navçeya qedîm keda jinê nayê dîtin. Hişmendiya desthilatdar li vir jinê tune dihesibîne. Halbukî dema em lê dinêrin li cihên din ên turîzmê hindik be jî keda jinê tê dîtin. Îro ji ber sedema hilweşandina li Heskîfê turîzm li vir xelas bûye. Em ê bi rêveberiyek çand û dîrok parêziyê hilweşandina li vir bisekinînin. Em ê bikin ku carek din bazarganî û aboriya li Heskîfê zindî bibe û bi gel re li rêyên vê yê çareseriyê bigerin.” 
 
'ABORÎ Û TURÎZMÊ TÊK BIRIN’ 
 
Namzetê Hevşaredariyê Mecît Tokdemîr (49) jî li navçeya Heskîfê hat dinê û mezin bû. Ji malbatek ereb e û esnafiyê li navçeyê dike. Tokdemîr diyar kir ku ji ber polîtîkaya hilweşandinê û tengezariya aboriyê gelek şêniyên Heskîfê neçar man ji navçeyê koç bikin û wiha got: “Tu pirsgirêkên bingehîn ên Heskîfiyan hene. Pirsgirêka aborî yek ji pirsgirêkên girîng e. Heta çend sal berê jî şêniyên navçeyê bi karê çandiniyê, masîvanî û turîzmê re debara xwe dikirin. Lê îro yek ji van jî nemaye. Hemû bermehên dîrokî hatin veguhestin. Bi vê yekê re rewşa aborî serûbin bû. Mirov dikare bêje ku niha bazirganî têk çûye. Ji ber hilweşandinê jî mirov dudilî man e. Ji ber ku cihê Heskîfa nû jî xelas nebûye mirov nizanin dê çi bikin. Li gel van hemû qewimînên neyînî jî şêniyên Heskîfê dixwazin li ser axa xwe bijîn.” 
 
‘QEYDA DENGÊ MIN JÎ JÊ BIRIN E’ 
 
Tokdemîr anî ziman ji ber polîtîkayên hilweşandinê êdî wisa bûye ku hurmet ji miriyan re jî nayê nîşandan û gelek turbeyên li vir hatin veguhestin û dê goristanên li navçeyê jî di bin avê de bimînin. Tokdemîr da zanîn ku ji bo ew çareseriyê ji van hemû pirsgirêkan re bibînin bi modelek rêveberiya nû li deriyê xelkê didin û wiha got: “Me di hilbijartina 2014’an de bi ferqa 8 dengan şaredariyê winda kir. Lê di vê hilbijartinê de AKP ji niha ve winda kiriye. Ev jî xwe di qeydên hilbijêrên jê hatin birin de dide nîşandan. Gelek hilbijêrên xeyalî li vir hatin qeydkirin. Heta dengê min bi xwe jî ji qeydê hatiye derxistin û jê birin e. Ez li Heskîfê hatime dinê û li vir mezin bûme. Tevî hemû dek û dolabên AKP’ê jî em ê mal bi mal bigerin û em ê bi ser bikevin.” 
 
‘NIHA JÎ XELKÊ BI WADÊN KAR DIXAPÎNIN’ 
 
Tokdemîr destnîşan kir ku desthilatdariyê heta duh jî bi komir û meqarnayan diçû ber deriyê gel lê îro di bêkariya afirandine de bi wadên dê kar bidin xelkê diçin ber deriyê xelkê û got: “Heman rêbaz li Heskîfiyan jî ferz kirin. Dibêjin ‘heke hûn dengê xwe bidin me em ê kadrotiyê bidin we.’ Ev kesên 4 sal in li Heskîfê desthilatdarin çima heta îro bêkariyê neqedandin. Em wek HDP’ê ji bo bêkariyê bi gel re gotûbêj bikin û çareser bikin û çareseriyek mayînde hilberînin tên.” 
 
MA / Metîn Yoksu
 

Sernavên din

08/02/2019
11:35 ‘DMME ji hiqûqê û peymanên xwe qût bûye’
11:07 Sebahat Tuncel: Ji bo jiyana azad em berxwedanê geş bikin
10:58 Çîroka malbateke Kurd
09:51 Îdîaya qeyûm fermana ‘heya Adarê budçeya 2019’an biqedînin’ daye
09:42 Ji çalakgerê greva birçîbûnê peyama bi deng
09:30 Berxwedana Leyla Guven di roja 93'yemîn de berdewa dike
09:19 Malbata kurê wan di greva birçîbûnê de: Kesê dibê ez kurd im divê dakeve kuçeyan
09:19 Parêzerê doza Cizîrê: Em dizanin hikûmet di ser konseyê re zor daye dadgehê
09:18 Ji ber îfadeya di bin îşkenceyê de, 6 caran muebeta giran lê hat birîn
09:17 ‘Biryara der barê Tûncel û Kişanak de, li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye'
09:16 'Em ê li ber polîtîkayên sîxurtiyê serî netewînin'
09:15 Namzetên Qisleyê: Pêdiviya navçeyê bi guherînê heye
09:15 'Tûşba, sebir nake bibe 31'ê Adarê'
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2019'AN
07/02/2019
16:07 Aslan ê parastina wî hat desteserkirin parastin nekir
16:01 13 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
16:00 Ji bo mitînga ‘Edalet, Azadî û Demokrasiyê’ bang hat kirin
15:56 Nivîkar Femînîst Gargallo ji bo Guven peyam şand: Çalakiya we muezeme
15:30 Li Dûîsbûrgê meşa dirêj
15:04 Xizmên kesên di jêrzemîna Cizîrê de hatin kuştin: DMME bû şirîkê komkujiyê
14:59 Doza Medenî Yildirim: Piştî 5 sal û nîvan delîlên eslî hatin dîtin
14:20 Pirtûka ‘Qîza Bavê Xwe” ya çîrokan derket
14:10 Bi deh hezaran li Şehba, Kobanê û Qamişlo tecrîd şermezar dikin
13:46 Komîsyona Karê Hilbijartinê ya HDP'ê: 14 hezar leşker-polîs şandin bajarên Kurdan
13:35 Zaroka 5 salî ji bin kavilê avahiya hilweşiya de hat rizgarkirin
13:32 Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Serêkaniyê hat berdan
13:26 Çalakiya nobetê ya wekîlên HDP’ê di roja 8’emîn deye
13:26 Danişina doza Abdullah Kaya hat dîtin
13:25 Temellî: Leyla Guven pêşenga têkoşînê ye
13:08 KCD’ê ji bo bûyerên Cizîrê daxuyanî da
13:07 Soylu fermana operasyona li dijî siyasetmedarên Mêrdînê daye!
12:41 Nûnerê METRO ji PDK'ê xwest kesên hatine binçavkiriyan berdin
12:36 DMME serlêdana doza Cizîrê red kir
12:18 Ji bo tecrîd rabe 6200 îmze teslîmî NY’yê kirin
12:17 Lêpirsîna disîplînê ji çalakgerê di greva birçîbûnê deye re vekirin
12:05 Dozger 15 sal cezayê hepsê ji Feleknas Uca re xwest
11:53 Di avahiya li Stenbolê hilweşiya de kesek din hat dîtin
11:52 Namzetên Hevşaredariya Qoserê: Em ê vîna gel radestî gel bikin
11:41 Hunermendan ji bo piştgiriya çalakiya Leyla stranek ristin: Dilê milyonan Leyla
11:17 Gelê Komurê HDP’ê dixwaze
11:07 Parêzerên Ocalan cara 788’emîn serî li Dozgeriya Bûrsayê dan
11:05 Polîsan Hevserokên HDP'ê û DBP'ê binçav kirin
10:48 Aborînas: Tirkiye krîza hilberînê dijî
10:32 Biraziyê Ocalan: Çalakiya Leyla Guven çirûskek e
10:23 Rojnameger Îdrîs Yilmaz beraet kir
10:05 Li Şirnexê xaniyên TOKî nadin xwediyên wan
09:54 Berxwedana Leyla Guven di roja 92'emîn de berdewa dike
09:26 Qedexeya li 11 gundan hat rakirin
09:26 'Kiryarê cinayetên kar îktîdara siyasî ye'
09:24 HDP: Kesên dixwazin dawî li tecrîdê bê divê ber bi qada mîtîngê ve biherikin
09:24 Esnafên Wanê: Em qediyan, neman
09:23 Rojnamevan Îke ku 53 roj in di greva birçîbûnê de ye: A diguherîne berxwedan e
09:20 'Projeya rantê' beriya hilbijartinê dîsa di rojevê de ye
09:19 'Têkoşîna Guvenê ji bo kedkaran dibe mînak'
09:18 Namzetên hevşaredariya Îpekyolûyê: Dê 31'ê Adarê bibe roja rûxandina dîwarên tirsê
09:17 3 kiryarên muhtemel ên Tahir Elçî hatin diyarkirin
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2019'AN
06/02/2019
16:42 Doza Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun hat taloqkirin
16:21 Bi dowîzên Leyla Guven ketin Lîjneya Giştî ya Meclîsê
16:07 ‘Di meha Çile de 43 jin hatin kuştin’
16:07 Asayîşa Hewlêrê mudaxeleyî çalakiya grevê kirin: 5 kes binçav kirin
15:47 Li 50 kesan cezayê hepsê hat birîn
15:41 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
15:31 Li sêgoşeya Lîcê, Hênê û Dara Hênî operasyona leşkerî
15:15 Coşkun: Li Tirkiye 25 milyon çekên şexsî heye
15:10 Bangî Wezareta Dadê kirin: Tecrîdê rakin
14:58 'Em bang dikin ku hemû kes bibin dengê berxwedana Guven'
14:47 Paylan ji Soylu pirsî: Rayedarên polîsan çend gencine kolandine
14:25 Çalakiya nobetê di roja 7’emîn de ye
14:15 Di facîaya qursa Quranê de sûcdar nehatin dîtin
13:26 PZK: Di Newrozê de bila mafê zimanê kurdî bikeve rojêvê
13:06 Li Şirnexê, li qada ku TOKÎ lê bû ax hilweşiya
13:04 Berdevkê HDP'ê Oluç: Em dê piştgiriyê bidin namzetê Dîlokê Dogan û namzetê Semsûrê Unsal
12:49 Bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan’ piştgirî dan
12:10 Danişina Rojnameger Kaya sibê ye
11:14 Wezareta Dadê ji bo çalakgerê Strasbourg biryara bultena sor derxist
11:11 Namzeta Hevşaredariya Serê Kaniyê anîn Rihayê
10:52 'Nobeta Aştiyê' ya li Meclisê bi dawî bû: Azadi dê bi şikandina tecrîdê pêş bikeve
10:45 Qedexeyek rakirin, qedexeyek din îlan kirin
10:14 Gulum a HDP’î: Tecrîd pirsgirêka hemû civaka Tirkiyeyê ye
09:52 Li taxa 37 blokî 40 kes bûn namzetên muxtariyê
09:36 Berxwedana Leyla Guven ket meha 4'an
09:14 Li şûna darberûyên hatin jêkirin, berûyan diçinin: 50 sal şûnde wê bibe daristan
09:13 Di ser jêrzemînên Cizîrê re 3 sal derbas bûn: Wê DMME biryara xwe aşkere bike
09:12 Welatiyê ku li Sûrê ji aliyê dewletê ve hat xapandin, li ber xwe dide!
09:08 Dayika 2 zarokên çalakger: Daxwaza zarokên min daxwaza min e
09:08 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Girtî bi biryar in
09:05 Ji ber peyva 'heval' a di stranê de hat girtin!
09:04 8 meh in li benda vekirina bazarê ne
09:02 Li Girtîgeha Şakranê vîtamîna B1 nayê dayîn
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2019'AN
05/02/2019
22:46 Li Edeneyê ji bo Leyla Guven çalakiya dengderxistinê
20:11 Hunermend Îlkay Akkaya, çû serdana Leyla Guvenê
19:33 Malbatên Roboskiyê çûn serdana Leyla Guvenê
16:30 HDP’ê yekemîn buroya xwe li Wanê vekir: Em ê bi ser bikevin
16:29 Ji Gebzeyê bang kirin: Tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin
15:50 Çalakiya nobetê ya li KCD’ê berdewam dike
15:49 Rapora ÎHD'ê ya herêmê: Edalet, hiqûq û demokrasî hat pelixandin
15:20 Polîsan êrîşî vekirina buroya HDP'ê kir û namzeta hevşaredariyê binçav kir
15:00 Doza Komkujiya Pirsûsê: Hat xwestin şahid bên guhdar kirin