Biryara bi hincet a doza Komkujiya Lîce: Delîl razber û xeyalî ne

img
AMED - Biryara bi hincet a beraeta bersûcên Komkujiya Lîcê aşkere bûn. Heyete di biryara bi hincet de diyar kir ku delîl ne razber û xeyalî ne. Dadgehê parast ku bûyer de çalakiyek yek alî ya eskerî ye û bersucan di bin îşkenceyê de îfade daye.
 
Li Licê ya Amedê di 22'yê Cotmeha 1993'yan de piştî kuştina Fermandarê Cendirmeyan Bahtiyar Aydin leşker û polîsan li navenda navçeyê 16 sivîl kuştin û 36 kes jî birîndar kirin. Danişîna 14'an a dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê di 7'ê Kanûna 2018'an de pêk hatibû. Di dozê de Fermandar Tûnay Yanardag û Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê Amedê yê wê demê Albay Eşref Hatîpoglû dihatin darizandin. Lê ji ber Yanardag mir, Hatîpoglû tenê dihat darizandin. Dadgehê der barê Hatîpoglû de biryara beraatê da û biryara da ku Yanardag ji dosyeyê bê derxistin. Li aliyê din bi hinceta li Licêya Amedê di 22'yê 1993'yan de Fermandarê Cendirmeyan Bahtiyar Aydin kuştiye cezayê muebeta giran li Mehmet Emîn Ozkan birhîn. Ozkan 22 sal in girtî ye û li benda edaletê ye. 
 
Dadgehê di biryara bi hincet a beraeta bersûcan de hemû delîlên şênber wekî delîlên xeyalî û razber hesiband. Dadgehê daxuyaniyên di lehê bersûc de têr dît. Dadgehê parast ku bûyer ji aliyê PKK'ê ve pêk hatiye û Bayram Çakir ê di bin çavan de îfade daye, di bin îşkenceyê de ew îfade dane, Heyetê parasti ku di bûyerê de ne tenê gelê herêmê, her wiha Tuggeneral Bahtiyar Aydin, çawîşê pispor û mamosteyek jî jiyana xwe ji dest daye. Dîsa parast ku di bûyerê de polis û eskerên birîndar bûne jî hene. Heyetê parast ku êrîş ji aliyê PKK'ê ve pêk hatiye û çekên ku PKK'ê di bûyerên din de bikar anîne li vir jî bikar anîne. Heyetê parasti ku di bûyerê de 39 çekên ku artêşê bikar neanîne hatine bikar anîn.
 
RABORIYA BÛYERÊ 
 
Di 22'ê Cotmeha 1993'an de leşkeran li navçeya Liceyê komkujî pêk anîbû û herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di 22'yê Cotmeha 1993'an de hat îdîakirin ku PKK'ê avêtiye ser navenda Liceyê û pişt re Fermandarê Asayîşê yê Jendermeyan Hasan Kûndakçi û alîkarê wî Îlker Başbûg ên wê demê, Fermandarê Jendermeyan ê Herêma Amedê Tûggeneral Bahtiyar Aydin şandin Liceyê. Li gorî îdîayan, Bahtiyar Aydin li navenda navçeyê, di dema pevçûna bi PKK'ê re li hewşa qereqolê ji aliyê segvanekî ve bi çeka "kanas" bi guleya li serî ketî, hat kuştin. Êrîşa li ser Liceyê piştî vê cînayetê dest pê kir. Navend û gundên Liceyê 48 saetan bi çekên giran hatin gulebarankirin. Di roja destpêkê de kolan, mizgeft, dibistan û avahiya şaredariyê tevî ku mirov tê de hebûn jî hatin bombekirin û hilweşandin. Li dû vê yekê malên şewitî, dûxan, xwîn û hêsrên çavan li Liceyê man. Bi qasî hefteyekê têkiliya navçeyê bi cîhanê re hat qutkirin. Bi rojan agahî ji Liceyê nehat girtin. Di encamê de jî Tûggeneral Bahtiyar Aydin, 5 zarok, mamosteyek bi giştî 16 kes hatin kuştin.
 
25 SALIN DIDOME
 
Gelê Liceyê ku piştî komkujiyê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê meşand, tevî hemû hewldanan jî encamek bi dest nexist. Di roja ku li gorî qanûnan dem wê di ser dozê re derbas bibûya, gilînameya Dozgeriya Amedê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 8'emîn a Amedê ve hat qebûlkirin. Der heqê Fermandarê JÎTEM'ê yê hingê Tûncay Yanadardag û Fermandarê Jendermeyan ê Bajarê Amedê Esref Hatîpoglû de doz hat vekirin. Di dozê de der barê bersûcan de hat xwestin ku ji ber sûcên "Bi zanebûn kuştina mirovan", "Teşwîqkirina gel ji bo îsyan û qetilkirina hev" û "Ji bo sûc bike rêxistin ava kirine" yên TMK, bi cezayê ragirtina heta bi hetayê yê girankirî û cezayê hepsê yê 24 salan werin cezakirin.
 
Lê dozê dest pê nekir û du caran hat sirgûnkirin. Bi hinceta "ewlekariya bersûcan" doz ji Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê re hat şandin. Dema hat fêmkirin ku li Eskîşehîrê "dadgeha xwedî erka taybet" nîne, vê carê doz birin Îzmîrê. Lê doz li Îzmîrê jî demeke dirêj dest pê nekir. Li ser daxwaza bersûcan a "divê HSYK destûra darizandinê bide" dosya ji nû ve ji Dadgeha Bilind re hat şandin. Dadgeha Bilind daxwaz red kir û dosya ji 1. Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê re şand.
 
20 sal piştî komkujiyê doz vekirin. Doz di 16'ê Çileya 2014'an de ji nû ve pêk hat. Rûniştina dozê bi hinceta "ewlehiyê" sewqî Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Îzmirê kirin. Di rûniştina ku Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Amedê Eşerf Hatipoglu û Ustegmen Tunay Yanardag wekî bersûc tên darizandin dê îdîaname bê xwendin. Di rûniştinê de bersûc amade nebûn, lê malbata Tuggeneral Bahtiyar Aydin û parêzerên wî, parêzerên mudafî û parêzerên OHD û ÇHD'ê amade bûn. Dîsa endamên Platforma Lîce li Edaletê digere û namzetê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu û Eylem Yildiz li salonê amade bûn. Serokê heyeta dadgehê diyar kir ku dê di vê rûniştinê de îdîaname bê xwendin. Lê parêzerê malbatên mexdûran Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, diyar kir ku di rûniştina bê bersûc de îdîaname bê xwendin li dijî hiqûqê ye û îtîraz kir. 
 
JI 2 BERSÛCAN YEK MIR 
 
Ji du bersûcan Tegmen Tunay Yanardag, di 23'ê Tebaxa 2015'an de li Singapurê krîza dil derbas kir û mir. Niha ji bersûcê dozê tenê Eşref Hatipoglu bi awayekî serbest tê darizandin. 
 
KALÊ 79 SALÎ 22 SALIN GIRTÎ TÊ DARIZANDIN
 
Li aliyê din Mehmet Emîn Ozkan ê 79 salî ku bi îdîaya General û Fermandarê Cendirmeyan a Heremê Bahtiyar Aydin kuştiye 22 salin bi awayekî girtî tê darizandin. 
 
Piştî doza Liceyê bi hinceta ewlehiyê ji Amede sewqî Eskişehirê kirin û ji wir ji sewqî Îzmirê kirin heta niha 6 caran heyeta dadgehê hat guhertin.  Herî dawî di danişîna 14'an a doza Licê de der barê bersûc Fermandar Alaya Cendirmeyan a Amedê ya wê demê Eşref Hatîpoglû de biryara beraatê da. Dadgehê der barê Hatîpoglû de biryara beraatê da û biryara da ku Yanardag ji dosyeyê bê derxistin. 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

05/02/2019
15:20 Polîsan êrîşî vekirina buroya HDP'ê kir û namzeta hevşaredariyê binçav kir
15:00 Doza Komkujiya Pirsûsê: Hat xwestin şahid bên guhdar kirin
14:48 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 10 hezar û 500 îmze kom bûn
14:47 Şêniyên Firatê li dijî tecrîdkirina Ocalan daketin qadan
14:39 Cezayê zilamê Palandoken kuşt hat erêkirin
13:58 Ji bo Rojnameger Alagaş îdîanameyek din amade kirin
13:30 Cenazeyê Mîr Tehsîn Bek hat definkirin
13:19 Buldan: Hemû wekilên HDP'ê li meclîsê dest bi nobeta aştiyê dikin
13:04 Li Mexmûrê koma 18'emîn grev dewir girt
13:01 HDP’ê namzetên hevşaredarên Çinarê eşkere kirin
12:30 Ji ber Gergerlîoglu bertek nîşan neda fezleke jêre amade kirin
12:29 Hejmara girtiyên ketin greva birçûbûnê derket 291’an
11:42 Parêzerên Ocalan cara 787’emîn ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:37 ‘Li Girtîgeha Xarpêtê pîvanên tansiyon û şekir ên çalakgeran jî nayên kirin'
11:17 HDP dê li Dîlokê piştgiriyê bide Celal Dogan
10:30 Li Heskîfê kurd û ereban mil daye milê hev û dibêjin 'em tên'
10:26 Taşçier: Bêhiqûqî li Kurdistanê dest pê dike, li Tirkiyeyê belav dibe
10:06 Leyla Guven 3 meh in li dijî tecrîdê di grevê de ye
09:39 Qeyûmên Mêrdînê nû dest bi xizmetê kirin
09:38 Li Licê û Pasûrê qedexeya derketina derve û operasyon
09:36 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Êdî em li malê xwarinê çênakin
09:35 ‘Sîweregê êdî ji qiraliyet û dîktatoriyê bêzar bûye'
09:35 Gora Pîr Sara Gîn ji bo defîneyê hat texrîbkirin?
09:34 ‘Pêwist be em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin'
09:34 Ji bo Komkujiya Pirsûsê komcivîna 'Em dev jê bernadin'
09:33 Helbesta çalakgerê greva birçîbûnê: Em ê li dora roja xwe bigerin
09:32 ‘Eger wisa bidome em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin'
09:31 Erkmen: Mozaîka Qersê dişibe mozaîka HDP'ê
09:31 Penaber Fattahî: Ne li Îranê ne jî li Tirkiyeyê ewlehiya min tune ye
09:00 ROJEVA 5'YÊ SIBATA 2019'AN
07:36 Li Parisê agir bi avahiyekê ket: 7 kes mirin
04/02/2019
21:15 Çalakiyên ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven didomin
18:25 Kongreya Star xwest rêxistinên mafên mirovan helwesta xwe diyar bikin
18:14 Ji bo Sîsê Bîngol serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê dan
16:57 Çalakiya nobetê di roja 5’emîn deye
16:43 Bernhard Guhl: Tirkiye Zeytûnê Efrînê difiroşe Yekîtiya Ewropayê
15:57 Tenduristiya Guven ne baş bû
15:48 TJA bertek nîşanî ceza dayîna Tuncel û Kişanak da
15:31 Cenazeyê Mîr Tehsîn Beg gihişt Hewlêrê
15:05 Ozturk a 6 mehan dibin çavan de ma neanîn dadgehê
15:04 OHP: Girtiyên di greva birçîbûnê de tên derbkirin
14:40 Malbatên girtiyan bang kirin: Dawî li tecrîd û îzolasyonê bînin
14:29 Li Colemêrgê starta hilbijartinê
14:17 Li Mêrdînê starta hilbijartinê hat dayîn
14:11 ÎHD: ‘Azadiya îfadeyê’ ya hezar û 166 kesî tune hat hesibandin
13:53 'Dadgehê di doza Tuncel û Kişanak de xwe mehkûm kir’
13:49 Bîlgen: Dê Tirkiye neçar bimîne bedelê polîtîkayên şaş bide
13:28 Mîrê Bilûrê Egîtê Cîmo hat oxirkirin
12:24 'Heya ku tecrîd bişike emê li qadan bin’
12:07 ÎSÎGM: Di Çile de 155 karker bûn qurbana cînayetên kar
11:44 ‘Ji hêza jinê ya diguherîne ditirsin’
11:43 Kurdên Qazaxistanê: Egîdê Cimo hîmekî bingehîn bû
11:40 Hemama Cincikli wêran bû
10:19 Kiliçaslan ê CHP’yî: Grevên birçîbûnê ji bo me hemûyan mijara xwerexnekirinê ye
10:18 Ji ber berfa zêde li Wanê rê hatin gitin
10:18 Biryara bi hincet a doza Komkujiya Lîce: Delîl razber û xeyalî ne
09:33 Ciwanên HDP'î banga tevlîbûna Konferansa Jinên Ciwan kirin
09:32 Berxwedana Leyla Guven ket roja 89'an
09:07 Kaçmaz: Berxwedana çalakgeran ji bo rizgariya siberojê ye
09:06 Namzetên Hevşaredariya Yekîtiya Hêzê: Li dijî polîtîkayên qeyûm dê yekîtî bi ser bikeve
09:05 Projeyên şaredariya DBP'ê ji bo hatina Erdogan amade dikin
09:05 Faksa girtiyan a ragihandina greva birçîbûnê bifikar hat dîtin
09:04 Namzetên Hevşaredariya Îdirê: Wê biratiya azerî, terekem û kurdan bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 04'Ê SIBATA 2019'AN
03/02/2019
22:24 Tevî astengkirinê jî piştgirî dan Guven
21:51 Li Bismilê danasîna namzetên hevşaredariyê veguherî mitîngê
17:35 Ozturk: Rêberê Gelê Kurd heye, emê li ber xwe bidin
Arslan: Em li ber xwe nedin emê gelek nirxên mezin winda bikin
17:08 Di nobeta li KCD'ê de çîrokên berxwedêran xwendin
16:36 Leyla Guven tev li mîtingê bû: Bi ruhê Zindana Amedê we silav dikim
16:24 YJC'ê li Minbicê piştgirî dan berxwedana Guven
15:44 ‘Bi rihê berxwedana zindanan em ê bendan bişikînin’
15:27 Taşdemir: Ev berxwedan wê tecrîdê bişkîne
14:58 Temellî: Em soz didin Leylayê em dê tecridê bişkînin
13:58 Bi deh hezaran li dijî tecridê di mîtînga Stenbolê de gihiştin hev
12:50 Gel li dijî tecrîdê dimeşin Bakirkoyê
12:36 ‘Cezakirina Kişanak û Tuncel, cezakirinia têkoşîna demokratik e'
11:40 HDP, dê li 6 navçeyên Stenbolê namzetên xwe diyar bike
11:08 Di derya Egeyê de 3 zarok xeniqîn
10:46 Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Tetwanê bi çapemeniyê re civiyan
10:34 Berxwedana Leyla Guven ket roja 88'an
10:08 Namzeta jin a Şaredariya Stenbolê Akman: Qad Ya Me Ye
09:07 Ocaxa tenduristiyê bû axur
09:06 ‘Ji bo girtiyan em dengê xwe bilind bikin'
09:05 Îdareyên girtîgehê ketin nav hewldanên qanehkirinê
09:04 Namzetên îtifaqê yên Şaxê: Em ê bi hev re jiyanê ava bikin
09:03 Bavê kurê wî di greva birçîbûnê de: Divê cîhan dengê wan bibihîse
09:02 ‘Divê di bin banê zewicandinê de îstismarkirina zarokan neyê rewakirin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2019'AN
02/02/2019
22:10 Ber bi mala Leyla Guven ve meşiyan
17:16 Nûçegîhana Jinnewsê Melike Aydin hat berdan
17:13 Çalakî li çarhawîr belav dibin
17:09 Girtiya nexweş Rihan Kavak Ozbek nayê dermankirin
16:38 Gotin ‘Leyla Guven rûmeta me ye’
16:16 Gelê Wanê li dijî tecrîdê meşiya
16:05 Kemalbay: Leyla Guven gavek wêrek avêt
15:39 Çalakiya Nobetê li KCD'ê di roja 3'emîn de didome
15:35 Bal kişandin ser rewşa Apê Dedo
14:55 Di Çile de 100 rojnameger hatin darizandin
14:50 Li aqûbeta Kemal Mumbarîz û Mehmet Yaşar hat pirsîn
14:29 Zarokên Taniş û Deniz: Em dest ji lêgerîna we bernadin