DERSIM – Namzeta Hevşaredariya Yekîtiya Hêza Şoreşgerî ya Dersimê Nurşat Yeşîl got wê bi jinan re destkeftiyên xwe dîsa bi dest bixin û ew ê şaredariya jinê dewam bikin. Namzetê Hevşaredariyê Hidir Demîr jî bal kişan ser girîngiya yekîtiya hêzê û ew ê li dijî qeyûm 31’ê Adarê tacîdar bikin.
Namzetên Hevşaredariyê yên Yekîtiya Hêza Şoreşgerî ya Dersimê Nurşat Yeşîl û Hidir Demîr têkildarî xebatên xwe ji ajansa me Mezopotamyayê re axivîn.
JI TÊKOŞÎNA SENDÎKAYÊ BER BI RÊVEBERIYA HERÊMÎ VE
Nurşat Yeşîl a hemşîre bi salan li Xarpêt û Dersimê xebitî û ji ber ku endama Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) bû gelek caran hat sirgûnkirin. Bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat îxrackirin. Ev 5 sal e li Dersimê ye ji Serokatatiya Şaxa SES’ê bû namzeta hevşaredariyê.
‘QEYÛM POLÎTÎKAYA PIŞAFTINÊ BIRÊVE DIBE’
Yeşîl bi bîr xist ku nêzî 20 salan xebatên sendîkayî birêve biriye û li vê qadê têkoşiyaye û dixwaze vê têkoşînê li qada rêveberiya herêmî bide meşandin û ji ber vê yekê bûye namzet. Yeşîl bal kişand ser karê qeyûm û got: “Projeyên xistiye meriyetê hemû yên şaredariya DBP’ê ne. Qeyûm tenê li bajêr lembeyan zêde kiriye û polîtîkaya pişaftinê birêve biriye. Polîtîkayên tu eleqeya wê bi çand, bawerî û zimanê me re nîne dixe meriyetê.”
ŞAREDARIYA JINÊ
Yeşîl da zanîn ku ew ê bi jinan re derî bi derî bigerin bixebitin û ew ê qeyûmê tayînî vîna jinan hatine kirin beralî bikin. Yeşîl anî ziman ku saziyên wan ên ji aliyê qeyûm ve hatine xespkirin dê hemû şûn ve bigirin û dîsa bikin xizmeta gel.
NAVNÎŞANA JINAN HDP YE
Yeşîl diyar kir ku partiyên siyasî yên din li 81 bajarî tenê 5 jin namzet dane nîşandan û lê HDP’ê carek din bi siyaseta xwe ya jinê modelbûna xwe da nîşandan. Yeşîl got jinan bi salan têkoşîna birêvebirina siyasetê da û îro navnîşana vê têkoşînê HDP ye.
TÊKOŞÎNA KEDÊ DA
Namzetê Hevşaredariyê Hidir Demîr (60) ê ji Pêrtagê hêj di salên xwendina lîseyê de bi fikrên çep û çepgiran re tê nasîn û ji wê demê heta niha li qadên cuda têkoşîn daye. Demîr bêtir têkoşîna xwe li qada ked û demokrasiyê birêve bir û herî dawî Rêveberiya Navenda Giştî ya Tarim Orkam Senê dikir û ji karmendiyê wî îxrac kirin.
‘EM Ê LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN DESTHILATDARIYÊ BI HEV RE TEVGER BIKIN’
Demîr herî dawî rêveberiya Rêxistina EMEP’ê ya Dersimê dikir û got ava kirina vê yekîtiya hêzê li ser daxwaza gelê Dersimê pêk hatiye û ev jî hêza gel dide nîşandan. Demîr da zanîn ku ji bilî Federasyona Meclîsên Sosyalîst hemû hêz bi hev re tevger dikin û heta roja dawî jî deriyê wan ji hemû hêzan re vekiriye. Demîr destnîşan kir ku tu sedemek nîne ku hêzên din jî beşdarî wan nebin û got: “Tekane armanca me ew e ku bi giştî em li dijî polîtîkaya desthilatdariyê derkevin û li herêmê jî li dijî qeyûman bi hev re tevger bikin. Em bang li CHP û SMF’ê jî dikin ku beşdarî yekîtiya hêzê bibin.”
‘EM Ê BI SERKEFTINÊ TACÎDAR BIKIN’
Demîr anî ziman ku wan lez daye xebatên hilbijartinê û wiha got: “Em ê bi hev re bixebitin. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Em ê xwe û bajarê xwe birêve bibin. Armanca me ewil ew e ku qeyûmên tayînî vîna me kirin e ji vir biqewirînin. Wê li şaredariyên me gel bibe xwedî gotinê. Em ê li dijî qeyûm 31’ê Adarê tacîdar bikin. Em ê feraseta şaredariyê ya gel bixin meriyetê.”
MA / Semra Turan