MÊRDÎN – Dema DBP’ê li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê birêve dibir gelek proje amade kiribû. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin, hemû proje bi bihayek mezin dan îhaleyan. Proje di demên xwe de nehatin qedandin. Ev proje hêj nîvcoyî ne. Tê gotin ku dixwazin van projeyan bigihînin û dê Serokomar Erdogan bike propagandaya hilbijartinê.
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin ji bo bernameyên hilbijartinê yên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dest bi amadekariyan kir. Dema DBP’ê li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê birêve dibir gelek proje amade kiribû. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin, hemû proje bi bihayek mezin dan îhaleyan. Proje di demên xwe de nehatin qedandin.
Qeyûma Şaredariya Mêrdînê Mustafa Yaman ê ku waliyê Mêrdînê ye ji du mehan carek derdikeve pêşberî kamerayên Ajansa Andoluyê (AA) û Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (ÎHA) û her çiqas ji wan re dibêje ku dê projeyan biqedînin jî lê tevî van gotinên wî jî hej projeyek nehatiye qedandin.
Projeyan ji bo hilbijartina 31’ Adarê amade dikin ku bi beşdariya Erdogan di bin navê “Merasîma vekirinên giştî” pêk bînin. Beriya bi demekê xebata van projeyan ku hatibû sekinandin lê niha bi taqviyeya kar dixwazin van projeyan bigîhînin hatina Erdogan.
ÇÊKIRINA AVAHIYÊ DAN FÎRMAYA AKP’YÎ
Yek ji van projeyên dixwazin bigîhînin hatina Erdogan jî avahiya Akademiya Hunerê ya Mêrdînê ye. Divê ev avahî di 24’ê îlona 2018’an de bihata qedandin lê hêj nehatiye qedandin. Bi 2 milyon û 925 TL îhaleya projeyê dan Mehmet Serhat Bîngul û Mahmut Ulaş Bîngul ên AKP’yî. Li gel van hemû kirinan jî hêj çêkirina avahiyê neqediyaye. Ji bo hatina Erdogan di rojên dawî de lez dan çêkirina projeyê.
5 QATÊ BIHAYÊ ŞAREDARIYA DBP’Ê
Yyek ji projeyên ji bo hatina Erdogan dest bi lezkirina çêkirina wê kirin e jî projeya Kompleksa Werzîş û Qada Jiyanê ya Kamorê ye. DBP’ê di sala 2016’an de ji bo projeyê 2 milyon û 700 TL pere razemenî veqetand. Ji ber qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin proje neqediya. Pişt re qeyûm wek projeya xwe da nasîn. Qeyûm ji bo projeyê 14 milyon 403 hezar û 215 TL maliyetê veqetand. Projeyê bi 10 milyon 937 hezar û 905 TL dan Fîrmaya Înşatê ya Diyar Sûr. Divê proje di 12’ê cotmeha 2018’an de bihata qedandin. Lê ji ber nêzbûna hilbijartinê û hatina Erdogan lez dane çêkirina projeyê û dixwazin di van rojan de biqedînin.
PROJEYA RÊ JÎ NEQEDANDIN
Di dema rêveberiya DBP’ê ya şardariyê de jî yek ji projeyan jî rêya ku ji semta Yenîşehîrê diçe Mêrdîna dîrokî. Tevî hemû hewldanan jî çêkirina vê riyê neqedandin. Her wiha qedandina vê projeya rê jî ji bo hatina Erdogan amade dikin.
MA / Ahmet Kanbal