AMED - Civîna nasandina namzetên Hevşaredarên HDP’ê yên Bismilê Gulşen Ozer û Orhan Ayaz veguherî mîtîngê.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Amedê bi şahiyekê namzetên hevşaredariya Bismilê Gulşen Ozer û Orhan Ayaz, namzetên hevşaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Ûyanik bi gel dan nasandin. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Dersim Dag, Salîha Aydenîz û Îmam Taşçier beşdarî civînê bûn. Balkêş bû ku şahiya danasîna namzetan veguherî mitîngê.
Namzetên hevşaredariyê di ketina navçeyê de bi konvoyê hatin pêşwazîkirin û derbasî avahiya HDP’ê ya navçeyê bûn. Gel bi coşeke mezin namzet pêşwazî kirin û dirûşmeyên “Amed ya me ye, Bismil ya me ye” , “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Bijî berxwedana zîndanan”, “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” û “Zext nikarin me bêzar bikin” berz kirin. Namzeta hevşaredariyê Gulşen Ozer gel silav kir û got: “Bi xizmetê em ê layîkî gel bikin. Em ê bi hev re bi ser bikevin.”
Namzet Orhan Ayaz jî bibîrxist ku Leyla Guven û 281 girtî di greva birçîbûnê de ye û wiha got: “Leyla Guven rûmeta me ye. Em ê bi gelê Bismilê re 31’ê Adarê bilêta qeyûm bibirin.”
'ÎRO ROJA YEKÎTIYÊ YE'
Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli jî wiha got: “Sembola serketinê ya gel û netewan yekîtî, hevkarî û piştgirî ye. Her gelê ku yekîtiya xwe ava neke wê hertim dijmin êrîş bike û dibin zextan de bimîne. Îro roj roja yekîtiyê ye. Bijî yekîtiya me, em gel in mafdar in em ê bi ser bikevin.”
Mizrakli balkişand li ser cezayê ku ji bo Gulten Kişanak û Sebahat Tûncel hat dayîn û got: “Li wir edalet nayê belavkirin. Bingehê edaleta hiqûq nîne. Bingehê zilmê tê danîn. Lê jinek heye ku darizandina sîstema hiqûqê yan wan dike. Em ê şeva 31’ê Adarê şaredariyên ku hatine xespkirin em ê radestî xwediyên wan gel bikin.”
SILAV DAN GUVEN
Parlamenter Dersim Dag, Salîha Aydenîz û Îmam Taşçier piştî ji Bismilê vegeriyan derbasî pêşiya mala Leyla Guven bûn û silav dan Leyla Guven.