Temellî: Em soz didin Leylayê em dê tecridê bişkînin

img
STENBOL - Bi deh hezaran gelê Stenbolê, li dijî tecrîdê di mîtinga Stenbolmê de gihiştin hev. Mîtînga Stenbolê bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî, di mîtîngê de bal kişand ser zilma AKP'ê û xwest her kesên aştî, demokrasî û edaletê dixwazin li dijî vê zilmê biçin ser sindoqan û li sindoq û dengê xwe xwedî derkevin. Temelî, bal kişand ser tecridê û wiho got: "Tecrîd li ser hemû gelê Tirkiye tê meşandin. Birêz Leyla Gucen li dijî tecrîd û vê zilmê 88 rojin li ber xwe dide. Em soz didin Leyla Guven em dê vê tecrîdê bişkînin. Em dê di 1'ê Nîsanê de bi hevre stranên azadiyê bistrênin. Azadî serkeftîn Ya Me ye. Stenbol Ya Me ye." 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser greva birçîbûnê û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike û bi armanca piştgiriyê bide çalakiya Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 88 rojin di grevê de ye, li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîng pêk anî. Bi deh hezaran kes beşdardî mîtîngê bûn. Mîtîng bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn dest pê kir. Girsê li qada mîtîngê pankartên "Tecrîd dê tariyê biçirîne!" "Dê meşaleya Azadiyê geş bike!" "Gelên bi berxedanê diçin Şoreşê dê bi ser bikevin" vekirin.  Girseya ku qada mîtîngê dagirtirn, li qadê wêneyên siyasetmedarên kurd Leyla Guven ku 88 rojin di grevê de ye û temsîlî wêneyên siyasetmedarên kurd ên girtî Abdullah Zeydan, Gulser Yildirim, Ferhat Encu, Sabahat Tuncel, Aysel Tugluk, Selma Irmak, Gultan Kişanak, Figen Yuksekdag, Selahatin Demîrtaş, li qada mîtinge bilind kirin. Girsê alên HDP'ê bilind kirin û qad neqişandin. 
 
TEMELLÎ: EM SOZ DIDIN LEYLA GUVEN EM DÊ TECRÎDÊ BIŞKÎNIN
 
Di mîtingê de piştî rêzgirtinê Hevserokê Giştî Sezaî Temellî ewil derket ser dikê û axivî. Axaftina Temelî wiha ye: 
 
Bajarê têkoşîna demokrasî, ked û aştiyê Stenbolê. Li her derê welat bê edaletî difişiqe. Li dijî vê edaletî û zilmê ev têkoşîn bilind dibe. Em silavên xwe li vir ji birêz Leyla Guven ku li dijî tecrîde bi bedena xwe têdikoşe re dişînin. 
Ger ku aştî, demokrasî, azadi bê vî welatî, berî her tiştî divê ev tecrîd bişkê. Ji ber vê yekê Leyla Guven 88 rojin li ber xwe dide. Em li  vir soz didin Leyla Guven em ê vê tecrîdê bişkînin.  Nasır Yagız 75 rojin vêtêkoşîna bi rûmet dimeşîne. Li girtîgehan 50 rojin girtiyên zindanan vê tekoşînê dimeşîne. Li strasbourgê vêtêkoşîna bi rumet dimeşînin. Sebahat Tuncel li zindanê vê têkoşîna bi rûmet dimeşînin. Em silavên xwe ji wan re dişînin. 
 
Em carek din bang li rayedaran dikin. Ya tê xwestin maf û hiqûq e. Em dixwazin demek berî demekê tecridê bi dawî bikin. Hevditina malbat û parêzeran bila bi rêk û pêk bên kirin. Ji bo wê çi lazim be divê gav bên avêtin. Heta ku ev tecrîd bişkê emê vê tekoşîna xwe berd8ewam bike. Ji ber ku tecrîd li ser gelê Tirkiye, li ser jinan û gelên Tirkiye tê meşandin. Em bi hevre ji bo demokrasî bê vî welatî di vê têkoşînê de bigêjin hev. Ya ku me tîne cem hev evîname ya Komara Demokratîk, Neteweya Demokratîk e. Evîna me demokrasî û aştî ye. Me HDP ava kir û me bang li her kesî kir ku tev li vê tekoşînê bibin. Ji bo vê yekê me ev fikr mezin kir. Navê vê fikrê aştî, demokrasî. Xwediyê vê Fikrê Birêz Ocalan e Silav ji Îmraliyê re. Silav ji Birêz Ocalan re. Heta ku tecrîd neyê şikandin pirsgrêka kurd çareser nabe. Muxatabê vê meseleyê Birêz Ocalan e. Hemû mirovên vî welatî, mirovên xwedî wîcdan, di sala 2013-15'an de bûn şahid ku em dikarin demokrasî û aştiyê bi hevre pêş bixin. Lê tevî vê yekê vê îktîdarê plana hilweşînê amade kir. Ji ber ku tenê derdê wan xwe ji şer û dijminantiyê xwedî bikin. Li ser dijminantiya kurdan xwe mezin dikin. Hin caran li hundir û hin caran li derve şer sor dikin û îktîdara xwe dimeşînin. Divê em dawî li vê yekê bînin. Divê em bi dengekî mezin tev li dengê Leyla Guven bibin. Ger ku em dawî li vî şerî nînin, ev welat dê êşên mezintir û krîzên mezintir bijî. Li vî welatî azadiya darazê, tune. Li vî welatî îhlalên nû li binpêkirina mafan zêde dibe. Li vî welatî serdestiya hiqûqê tune. Wîcdan tune. Ev hikûmet peymanên navneteweyî jî pêk nîne. Biryara DMME'ê ya der barê Selehattîn Demîrtaş jî nahesibîne. Ji bo Demîrtaş û Yuksekdag li hepsê de bihêlin biryarên DMME tune dihesibînin. Li Birêz Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel 14-15 sal ceza birîn. Em vê biryarê nas nakin û nas nakin. Em dibêjin hûn sûc dikin. 
 
Em dibêjin dema edalet bê vî welatî kesên ku niha vî sûcî dikin teqez û teqez dê derkevin pêşberî edaletê. Yên ku aştiyê dixwazin û ji bo aştiyê têdikoşin îro tên darizandin û cezakirin. Hevalên me yên aştî û demokrasiyê dixwazin tên darizandin û tên girtin. Ji ber ku dest ji daxwaza aştiyê bernedan bi sedan akademîsyenan ceza birîn. Ew çiqas bixwazin dengê me qut bikin vay ev qat nişan dide ku nikarin dengê aştî û demokrasiyê qut bikin. Her ku ew dengê me qut bikin em dê dengê xwe yê aştî û demokrasiyê li qadan bilind bikin.
 
EFRÎN YA EFRÎNÎYA YE
 
Tirsa wan ji serketina me ye. Ji ber vê yekê senaryoyên nayên aqilan pêş dixin. Binerin îro li Efrîne, li Sûriye çi dikin li holê ye. Li dijî gelê Sûriye gotinên nifrîn û dijminantiyê pêş dixin. Îro tişta li Efrînê dikin dixwazin li Rojava jî pêk bînin. Em dibêjin gelê Sûriye dê biryara pêşeroja Sûriye bidin. Kurd, Ereb Turkmen dê biryara pêşeroja xwe bidin. Gelê Sûriye bi xwe dê biryara xwe bidin. Em dibêjin destê xwe ji Sûriye û Efrînê bikişîne. Li Efrînê û Rojava pergalek hatibû avakirin. Efrîn ya Efrîniya ye. Ew kesên piştre çûn li Efrînê bi cih bûn teqez wê ji Efrînê derkevin.
 
LI HER DERÊ ZILM HEYE
 
Îro zilm li her derê ye. Li Efrînê, Cizîrê, Wan, Stenbol û li herê ye. Bê edaletî li her derê ye. Binerin her roj karker jiyana xwe ji dest didin. Cînayetên karkeran heye. Ji bo ev mêtîngerî bidome mafê karkeran dixwin. Yên vî bajarî tune dikin û ser wî beton dikin, 16 salin tunekirinê nabînin, Kî dê dengê xwe bidin vanan. Divê em vî bajarî ji destê wan derxin. Divê em bajarên Jinê ava bikin. Bajarê kedê ava bikin. Ji bo em vê yekê ava bikin em tên. Tundiya li dijî jinê û cînayetên jinê her roj zêde dibe. Ev îktîdara serdestiya mêr û her roj bi gotina nifrînê rê li pêş cînayetê nû vedike. Ji ber ku faşîzm li dijî kedê, li dijî jinê û li dijî bajêr e. Em dê mil bidin hev û vê ferasetê ji bajarê xwe paqij bikin. 
 
VANA QEYÛMCÎ NE
 
Vana kesên ku vîna gel xezp dikin. Em dê bi hevre van qeyûman ji bajarên kurdan paqij bikin û bavêjin. Em dê bi gel re li herêmê bên ser kar û bi hevre herêmên xwe bi rêve bibin. Em dê bi feraseta rêveberiyaherêmî hem bi rêve bibin û hem bi rêve biçin. Em wekî HDP'ê li her derê dê nûnertiya xwe xurt bikin. Ji bo em rê li pêş xizanî, talaniyê bigirin em dê têbikoşin. Xurtkirina rêveberiyên herêmî dê tecrid, binpêkirina mafan bi dawî bike. 
 
WERIN EM YEKÎTIYA HÊZÊ AVA BIKIN
 
Em dê di 31'ê Adare de bêjin em hene. Em dê piştî 1'ê Nîsanê ji bo Komara Demokratîk, Rejîma piranî ya parlamenterê ava bikin em dê bi biryar têkoşîna xwe mezin bikin. Em dê bi hevre têkoşînê pêş bixin û bi hevre demokrasiyê ava bikin. Çawa me berê bi hevre bi ser ketin em dê dîsa bi hevre bi ser bikevin. Serkeftina nîvco ya 24'ê Tîrmehê em dê di vê hilbijartinê de temam bikin. Werin em bi hevre yekitiya hêzê ava bikin. Ji bo hêza yekîtiyê ci hewce be werin em bi hevre bikin. Em dê biçin ser sindoqê. Em dê li dijî vê îktîdara faşîst ji bo têkoşina demokrasî û aştiyê bi hevre biçin ser sindoqan. 
 
Îro li her derê êrîşi HDP'ê dikin. Bi rojnamegeran êrîşî HDP'ê dikin. Her ku ew êrîş dikin em mezin dibin. HDP gel e. Gel li vir e. Heta niha hêza wan têr nekir, ji niha û şûnde jî dê hêza wan têr neke ku êrîş bikin. Em kurd tirk, laz, çerkez, elewî, sunî hemû gel bi hevre ne. Ji bo em li vî welatî rojên xweş bibînin û aştî û demokrasî em bi hevre ne. 
 
TU PÛRSÛSÊ DIZANE ?
 
Temelî, Soylu rexne kir û wihagot: "Tu sucê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hat dizane?. Tu qetilkirina malbata Şenyaşar dizane? We li wir sûc kiriye. Hesabê vî sûcî dê bê pirsîn. Cihê ku ew lê hebin şer heye. Bê ewlehî heye. Em ne we û ne jî ewlehiya we dixwazin. Ew şer dixwazin. Ew bi şer xwe mezin dikin. Ew dixwazin dengan bidizin. Divê em destûr nedin vê yekê. Divê em li vîna xwe û dengê xwe xwedî derkevin. YSK di xizmeta AKP'ê de ye. Ev gel dê li Sindoqan xwedî derkevin û ev tecrîd wê teqez û teqez bê kişandin. Em dê di 31'ê Adarê de bi hevre biçin ser sindoqan. Em dê di 1'ê Nîsanê de bi hevre starên azadiyê bistrênin."
 
 

Sernavên din

05/02/2019
15:20 Polîsan êrîşî vekirina buroya HDP'ê kir û namzeta hevşaredariyê binçav kir
15:00 Doza Komkujiya Pirsûsê: Hat xwestin şahid bên guhdar kirin
14:48 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 10 hezar û 500 îmze kom bûn
14:47 Şêniyên Firatê li dijî tecrîdkirina Ocalan daketin qadan
14:39 Cezayê zilamê Palandoken kuşt hat erêkirin
13:58 Ji bo Rojnameger Alagaş îdîanameyek din amade kirin
13:30 Cenazeyê Mîr Tehsîn Bek hat definkirin
13:19 Buldan: Hemû wekilên HDP'ê li meclîsê dest bi nobeta aştiyê dikin
13:04 Li Mexmûrê koma 18'emîn grev dewir girt
13:01 HDP’ê namzetên hevşaredarên Çinarê eşkere kirin
12:30 Ji ber Gergerlîoglu bertek nîşan neda fezleke jêre amade kirin
12:29 Hejmara girtiyên ketin greva birçûbûnê derket 291’an
11:42 Parêzerên Ocalan cara 787’emîn ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:37 ‘Li Girtîgeha Xarpêtê pîvanên tansiyon û şekir ên çalakgeran jî nayên kirin'
11:17 HDP dê li Dîlokê piştgiriyê bide Celal Dogan
10:30 Li Heskîfê kurd û ereban mil daye milê hev û dibêjin 'em tên'
10:26 Taşçier: Bêhiqûqî li Kurdistanê dest pê dike, li Tirkiyeyê belav dibe
10:06 Leyla Guven 3 meh in li dijî tecrîdê di grevê de ye
09:39 Qeyûmên Mêrdînê nû dest bi xizmetê kirin
09:38 Li Licê û Pasûrê qedexeya derketina derve û operasyon
09:36 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Êdî em li malê xwarinê çênakin
09:35 ‘Sîweregê êdî ji qiraliyet û dîktatoriyê bêzar bûye'
09:35 Gora Pîr Sara Gîn ji bo defîneyê hat texrîbkirin?
09:34 ‘Pêwist be em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin'
09:34 Ji bo Komkujiya Pirsûsê komcivîna 'Em dev jê bernadin'
09:33 Helbesta çalakgerê greva birçîbûnê: Em ê li dora roja xwe bigerin
09:32 ‘Eger wisa bidome em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin'
09:31 Erkmen: Mozaîka Qersê dişibe mozaîka HDP'ê
09:31 Penaber Fattahî: Ne li Îranê ne jî li Tirkiyeyê ewlehiya min tune ye
09:00 ROJEVA 5'YÊ SIBATA 2019'AN
07:36 Li Parisê agir bi avahiyekê ket: 7 kes mirin
04/02/2019
21:15 Çalakiyên ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven didomin
18:25 Kongreya Star xwest rêxistinên mafên mirovan helwesta xwe diyar bikin
18:14 Ji bo Sîsê Bîngol serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê dan
16:57 Çalakiya nobetê di roja 5’emîn deye
16:43 Bernhard Guhl: Tirkiye Zeytûnê Efrînê difiroşe Yekîtiya Ewropayê
15:57 Tenduristiya Guven ne baş bû
15:48 TJA bertek nîşanî ceza dayîna Tuncel û Kişanak da
15:31 Cenazeyê Mîr Tehsîn Beg gihişt Hewlêrê
15:05 Ozturk a 6 mehan dibin çavan de ma neanîn dadgehê
15:04 OHP: Girtiyên di greva birçîbûnê de tên derbkirin
14:40 Malbatên girtiyan bang kirin: Dawî li tecrîd û îzolasyonê bînin
14:29 Li Colemêrgê starta hilbijartinê
14:17 Li Mêrdînê starta hilbijartinê hat dayîn
14:11 ÎHD: ‘Azadiya îfadeyê’ ya hezar û 166 kesî tune hat hesibandin
13:53 'Dadgehê di doza Tuncel û Kişanak de xwe mehkûm kir’
13:49 Bîlgen: Dê Tirkiye neçar bimîne bedelê polîtîkayên şaş bide
13:28 Mîrê Bilûrê Egîtê Cîmo hat oxirkirin
12:24 'Heya ku tecrîd bişike emê li qadan bin’
12:07 ÎSÎGM: Di Çile de 155 karker bûn qurbana cînayetên kar
11:44 ‘Ji hêza jinê ya diguherîne ditirsin’
11:43 Kurdên Qazaxistanê: Egîdê Cimo hîmekî bingehîn bû
11:40 Hemama Cincikli wêran bû
10:19 Kiliçaslan ê CHP’yî: Grevên birçîbûnê ji bo me hemûyan mijara xwerexnekirinê ye
10:18 Ji ber berfa zêde li Wanê rê hatin gitin
10:18 Biryara bi hincet a doza Komkujiya Lîce: Delîl razber û xeyalî ne
09:33 Ciwanên HDP'î banga tevlîbûna Konferansa Jinên Ciwan kirin
09:32 Berxwedana Leyla Guven ket roja 89'an
09:07 Kaçmaz: Berxwedana çalakgeran ji bo rizgariya siberojê ye
09:06 Namzetên Hevşaredariya Yekîtiya Hêzê: Li dijî polîtîkayên qeyûm dê yekîtî bi ser bikeve
09:05 Projeyên şaredariya DBP'ê ji bo hatina Erdogan amade dikin
09:05 Faksa girtiyan a ragihandina greva birçîbûnê bifikar hat dîtin
09:04 Namzetên Hevşaredariya Îdirê: Wê biratiya azerî, terekem û kurdan bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 04'Ê SIBATA 2019'AN
03/02/2019
22:24 Tevî astengkirinê jî piştgirî dan Guven
21:51 Li Bismilê danasîna namzetên hevşaredariyê veguherî mitîngê
17:35 Ozturk: Rêberê Gelê Kurd heye, emê li ber xwe bidin
Arslan: Em li ber xwe nedin emê gelek nirxên mezin winda bikin
17:08 Di nobeta li KCD'ê de çîrokên berxwedêran xwendin
16:36 Leyla Guven tev li mîtingê bû: Bi ruhê Zindana Amedê we silav dikim
16:24 YJC'ê li Minbicê piştgirî dan berxwedana Guven
15:44 ‘Bi rihê berxwedana zindanan em ê bendan bişikînin’
15:27 Taşdemir: Ev berxwedan wê tecrîdê bişkîne
14:58 Temellî: Em soz didin Leylayê em dê tecridê bişkînin
13:58 Bi deh hezaran li dijî tecridê di mîtînga Stenbolê de gihiştin hev
12:50 Gel li dijî tecrîdê dimeşin Bakirkoyê
12:36 ‘Cezakirina Kişanak û Tuncel, cezakirinia têkoşîna demokratik e'
11:40 HDP, dê li 6 navçeyên Stenbolê namzetên xwe diyar bike
11:08 Di derya Egeyê de 3 zarok xeniqîn
10:46 Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Tetwanê bi çapemeniyê re civiyan
10:34 Berxwedana Leyla Guven ket roja 88'an
10:08 Namzeta jin a Şaredariya Stenbolê Akman: Qad Ya Me Ye
09:07 Ocaxa tenduristiyê bû axur
09:06 ‘Ji bo girtiyan em dengê xwe bilind bikin'
09:05 Îdareyên girtîgehê ketin nav hewldanên qanehkirinê
09:04 Namzetên îtifaqê yên Şaxê: Em ê bi hev re jiyanê ava bikin
09:03 Bavê kurê wî di greva birçîbûnê de: Divê cîhan dengê wan bibihîse
09:02 ‘Divê di bin banê zewicandinê de îstismarkirina zarokan neyê rewakirin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2019'AN
02/02/2019
22:10 Ber bi mala Leyla Guven ve meşiyan
17:16 Nûçegîhana Jinnewsê Melike Aydin hat berdan
17:13 Çalakî li çarhawîr belav dibin
17:09 Girtiya nexweş Rihan Kavak Ozbek nayê dermankirin
16:38 Gotin ‘Leyla Guven rûmeta me ye’
16:16 Gelê Wanê li dijî tecrîdê meşiya
16:05 Kemalbay: Leyla Guven gavek wêrek avêt
15:39 Çalakiya Nobetê li KCD'ê di roja 3'emîn de didome
15:35 Bal kişandin ser rewşa Apê Dedo
14:55 Di Çile de 100 rojnameger hatin darizandin
14:50 Li aqûbeta Kemal Mumbarîz û Mehmet Yaşar hat pirsîn
14:29 Zarokên Taniş û Deniz: Em dest ji lêgerîna we bernadin