ÎZMÎR - Li Derya Egeyê di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de botek koçberan noqî avê bû û têde sê zarokên Kurd ên xelkê Hewlêrê jiyana xwe ji dest dan.
Serokê Dezgeha Karûbarên Koçber û Penaberan Arî Celal, diyar kir ku botek ya koçberan li Derya Egeyê di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de noqê avê bû û got: "Di encamê de sê zarok jiyana xwe ji dest dan. Botek 13 koçberên ji herêma Kurdistanê ku zêdetirî wan xelkê Hewlêrê ne hilgirtibû. 2 zarok di avê de xeniqîn û yek jî ji sermayê jiyana xwe ji dest da."