BEDLÎS - Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Tetwanê Serap Çakmak Genç û Habip Yeşiltepe, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Tetwanê bi xebatkarên çapemeniyê re hatin cem hev.
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Navçeya Tetwanê ya Bedlisê Serap Çakmak Genç û Habip Yeşiltepe, li restorandekê bi xebatkarên çapemeniyê re hetin cem hev. Di civinê de Namzetên Hevşaredariya Tetwane Serap Çakmak Genç û Habip Yeşiltepe, Endama Meclisa HDP'ê Nurten Uzumcu, Hevserokên HDP'ê yên Tetwanê Aygul Akdeniz û Burak Ballıoglu û xebatkarên partiyê amade bûn. Namzetan der barê xebatên xwe de xebatkarên çameniyê agahî dan. Namzet Habip Yeşiltepe, anî ziman ku ew dê hemû pirsgirêkên binasaziyê û xizmeta esasî çareser bikin û berî her tiştî aramiyê pêş bixin.
Namzeta Hevşaredariya Tetwanê û Civaknas Serap Çakmak Genç jî anî ziman ku hem jin e û hem jî dayik e û wiha got: "Ez wekî jinek û dayikekê hemû pirsgirêkên jin dijîn ez jî dijîm. Ji ber vê yekê tevan başdir fam dikim. Ez pirsgirêk û pêdiviyên navçeyê baş dizanim. Em dê herî zêde bi pirsgirêkê jinan eleqeder bibin û ji bo wê li çareseriyê bigerin. Em dê Tetwanê bikin bajarê jiyanê. Ji ber ku em bi hevre betir bi hêz in. Em dê li gorî aliyê bazirganî û turîzmê yên bajar jî projeyan pêş bixin. Em dê di rojê pêş de projeyên xwe bi awayekî şênber bi civake re parve bikin."
Piştre Serap Çakmak Genç û Habip Yeşiltepe pirsên rojnamegeran bersivandin.