AMED – Nîzamettîn Yener ku li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê kurê wî di greva birçîbûnê de ye bang li gelê kurd kir ku piştgiriyê bidin çalakiyê û got: "Eger deng ji me dernekeve, wê zilm û zordarî zêdetir bibe."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 88'an de didome. Bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî 50 roj in girtî di greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ne. Yek ji girtiyên di 28'ê Çileyê de li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê ket greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger jî Şaban Yener e. Bavê wî Nîzamettîn Yener (53), diyar kir ku ew bi telefonê bi kurê xwe re axiviye û kurê wî gotiye: "Ji bo dawî li tecrîdkirina Serok bê em ketine greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger."
‘KES QEBÛL NAKE'
Bav Yener, destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de gelê kurd hemû tê tecrîdkirin û got: "Helbet Abdullah Ocalan serok e. Çareserkirina pirsgirêka kurd jî tenê bi Ocalan pêkan e. Tecrîdkirina Ocalan, tê wateya tecrîdkirina gelê kurd. Bila herkes baş zanibe. Wexta dawî li tecrîdkirina Ocalan bê, wê dawî li tecrîdkirina gelê kurd jî bê. Bila dawî li vê zilm û heqaretê bê. Kes vê zilmê qebûl nake."
‘OCALAN DIKARE ÇARESER BIKE'
Yener, diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê hevdîtin bi Ocalan re çêbibin û got: "Tenê Ocalan dikare vê pirsgirêkê çareser bike." Yener, bilêv kir ku divê hikûmet ji bo vê gavekê bavêje, eger navêje wê grevên birçîbûnê berbelavtir bibin û li girtîgehan çi biqewime berpirsiyar hikûmet e. Yener got: "Eger şehadet çêbibin, berpirsiyar hikûmet e. Çimkî, hikûmet ji bo van daxwazan tu gavê navêje. Madem navêje, nexwe berpirsiyar ew e."
‘DIVÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
Bav Yener, bilêv kir ku divê li dijî tecrîdê gelê kurd dengê xwe bilind bike û got: "Eger deng ji me dernekeve, wê zilm û zordarî zêdetir bibe. Divê em bi hev re dengê xwe bilind bikin."