ÎZMÎR – Endamên Meclîsa Jinên HDP’ê ya Îzmîrê bi berzkirina dirûşma “Leyla Guven rûmeta me ye” piştevaniyê dan çalakiya Leyla Guven.
Endamên Meclîsa Jinan a HDP’a Îzmîrê bi armanca piştevaniya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven û girtiyên din li ber avahiya HDP’ê ya Îzmîrê kom bûn. Jinan pankarta “Leyla Guven rûmeta me ye” vekirin û dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Jin jiyan azadî” berz kirin û piştgirî dan Guven û çalakgerên din. Di çalakiyê de Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay axivî û got: “Ji bo aştî û demokrasiyê em li gel Leyla ne. Têkoşîn û berxwedana Leyla Guven rûmeta me ye.”