STENBOL – Di çalakiya “Rûniştina F” a hefteya 358’emîn de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) ê 82 salî.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş xwest li Qada Galatasarayê çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 358’emîn de li dar bixe. Polîsan destûr neda çalakiyê û li ser vê yekê parêzvanên mafên mirova li ber avahiya ÎHD’ê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hat hildan û pankartên “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD2ê Hatîce Onaran daxuyanî da.
‘PÊKANÎNÊN DIJ MIROVANE DI DEWRÊ DE NE’
Onaran da zanîn ku binpêkirina mafan û pêkanînên kêfî yên li girtîgehan didomein û got: “Ev pêkanîn gihîştine asta tecrîd û îşkencekirinê. Hemû mafên girtiyan ji dest wan digirin. Pêkanînên demên dawî yên li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê hemû pêkanînên dubarekirina 12’ê Îlonê dide nîşandan.” Onaran diyar kir ku bi destpêkirina grevên birçîbûnê re binpêkirina mafan derketiye asta herî jor û ev binpêkirina mafan a dij mirovahiyê didomin.
BAL KIŞANDIN SER REWŞA APÊ DEDO
Onaran bal kişand ser ewşa Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) ê 82 salî bi sedema bûyerên li Licê di sala 1993’an de qewimîn hat girtin û wiha got: “Mehmet Emîn Ozkan di sala 1997’an de li Mêrsînê piştî îşkenceyek giran lê hat kirin hat girtin. 22 sal e tevî hemû nexweşînên xwe yên giran û temenê xwe yê mezin girtî ye. 5 caran krîza dil derbas kiriye. 2 caran emeliyata dil bûye. Gelek nexweşînên wî yên din ên giran hene. Ji ber nexweşînên xwe yên giran di hefteyê de du-sê caran neçar e biçe nexweşxaneyê. Ozkan tevî ku rapora ‘Nikare di hepsê de bimîne’ ji Saziya Tiba Edlî wergirt jî nayê berdan û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin. Mehmet Emîn Ozkan û hemû girtiyên nexweş bila demildest bên berdan. Em dixwazin saziyên eleqedar û rayedar di vê mijarê de gav biavêjin.”
Daxuyanî bi berzkirina sloganên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Mafê dermankirinê nayê astengkirin” û “Mehmet Emîn Ozkan serbest berdin” bi dawî bû.