AMED – Nivîskar Selîm Temo yê çû nexweşxaneyê serdana birayê xwe krîza dil derbas kir. Hat zanîn ku Temo xetereya jiyanî derbas kiriye.
Beriya çend rojan Gerînendey Weşana Giştî yê Rojnameya Fersude Ekrem Ergül li Êlihê krîza dil derbas kiribû û li nexweşxaneyek Amedê tê dermankirin. Nivîskar Selîm Temo duh bi şev çû serdana birayê xwe Ekrem Ergül. Temo li nexweşxaneyê krîza dil derbas kir. Temo li nexweşxaneyê hildan bin tedawiyê û hat zanîn ku xetereya jiyanî derbas kiriye.