EDENE - Di dosyeya Mûrat Daşkan de ku tê îdiakirin 3 sal berê li Edeneyê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, tu pêşveçûyîn tune ne. Parêzer Îlhan Ongor, diyar kir ku ji bo lêpirsîneke çalak wan serî li AYM'ê daye, lê belê serlêdana wan nehatiye bersivandin.
Di 1'ê Sibata 2016'an de, li Taxa Dadloglû ya Seyhana Edeneyê di dema xwepêşandanekê de Mûrat Daşkan hat kuştin. Hat îdiakirin ku polîsan Daşkan kuştiye. Sê sal derbas bûn, lê hîn jî di dosyeya Daşkan te tu pêşveçûyîn çênebûye. Ji ber Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê lêpirsîneke çalak bi rê ve nebiriye, parêzerên malbata Daşkan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Lê belê AYM hîn bersiva serlêdanê nedaye. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê Parêzer Îlhan Ongor der barê dosyeyê de axivî.
'DELÎL POLÎSAN NÎŞAN DIDIN'
Ongor, bilêv kir ku ji ber dozger lêpirsîneke çalak bi rê ve nebiriye wan di Çileya 2018'an de serî li AYM'ê daye, lê belê heta niha serlêdana wan nehatiye bersivandin. Ongor got: "Dosyeya Mûrat Daşkan, ji bo hiqûqa bêcezatiyê û nebirêvebirina lêpirsîneke çalak mînak e. Dema mirov li delîlên di dosyeyê de dinere, delîl polîsan nîşan didin."
‘KEŞIF NEHAT KIRIN'
Ongor, diyar kir ku li cihê bûyerê keşif nehatiye kirin û polîsan serî li îfadeya tu kesî nedaye. Ongor, bilêv kir ku di girtekan de îdiayên wekî li taxê hin kesên din berdane Daşkan hene, lê belê li cihê bûyerê gule û qewanên çekên cuda nehatine dîtin. Ongor got: "Wesay,ta zirxî ya bi navê 'Şortland' di dema bûyerê de dîmen digirtin, lê belê hatiye gotin di dema kuştina Daşkan de kameraya wesayîtê xera bûye û bi vî awayî di girtekan de cih girtiye. Di dema kuştinê de diya sayî bûye û tu arizeyek teknîkî rû pêk nehatiye, lê belê ceryan hatine qutkirin. Ji ber vê hatiye diyarkirin ku mobese nexebtîne. Serî li beyana kesên wê rojê li cihê bûyerê peywirdar bûne dane, lê belê şopa tiliyên wan nehatiye girtin. Kamerayên wesayîtên zirxî yên din nehatine lêkolînkirin. Dozger li cihê bûyerê keşif nekiriye. Yanî sê sal derbas bûne, lê belê heta niha di dosyeyê de tu pêşveçûyîn rû nedane."
Ongor, diyar kir ku dosye hîn vekiriye û ew nizanin ji bo çi dozger dosyeyê temam nake. Ongor, xwest di dosyeya Daşkan de darizandineke bi edalet pêk bê û bal kişand ser serlêdana li AYM'ê. Ongor, anî ziman ku divê AYM serlêdana wan bibersivîne.
MA / Hamdullah Kesen