'Mirov diçin hîvê, lê hîn jî li gundê me av tune ye'

img

SÊRT - Şêniyên gundê Eynqesrê ku 6 kîlometreyan dûrî navçeya Misircê ye, diyar kirin ku ji sala 1993'yan ve ji bo gundê wan tu xizmet nayê kirin û gotin: "Di sala 2019'an de miriv diçin hîvê, lê belê hîn jî li gundê me av tune ye." 

 
Li gundê Eynqers ê Misirca Sêrtê ku 6 kîlometreyan dûrî Misircê ye û 150 mal lê hene, ji sala 1993'yan ve ji bo gund tu xizmet nayê kirin. Gundî avê ji pişt çiyayekî gund tînin. Di sala 1997'an de ji bo heywanên xwe av bidin cihokek avê çêkirin. Di sala 2015'an de jî bi pergala boriyan av kişandin gund, lê belê av nagihê malan. Ji ber vê gelek gundiyan ji xwe re bîr kolandin. Li vî gundê ku 3 hezar pez û 300 dewarên wê hene û debara xwe bi sewalvanî û çandiniyê dike, rê jî ne tu rê ne. Ji ber boriyên avê tim dixitimin, welatî ji mecbûrî 3 kîlometre dimeşin û avê tînin. Gundiyan, bilêv kir ku di dema hilbijartinan de partî tên gundê wan, doza dengan li wan dikin lê belê piştî hilbijartinê kes ji bo gund tu xizmetê nake. 
 
'KESÊ EM NEBIHSÎTIN' 
 
Îrfan Tûnç got: "10 kîlometre dûrî gund kaniyek heye. Bi pergala boriyan av kişandin Misircê. Lê neanîn gundê me. Di 24'ê Hezîranê de soz dan. Heta niha gundê me dengê xwe daye HDP'ê. Di hilbijartina din de AKP'ê got eger ji her malekê dengekî bidin wan ew ê avê bikişînin gund. Me jî 72 deng dan AKP'ê. Du roj ji hilbijartinê re mabû kemçe anîn gund. Girê li hember gund hinekî kolandin. Lê piştî hilbijartinê hew hatin. Em ji partiya A an jî ya B re tiştekî nabêjin. Rengê me diyar e. Em li benda xizmetê ne. Me pirsgirêkên xwe ji Parlementerê HDP'ê Siddik Taş re gotin. Heta niha kesî em nebihîstine. Di sala 2019'an de mirov diçin hîvî, lê belê hîn jî li gundê me av tune ye. Ev tiştekî pir şerm e." 
 
'HAVÎNAN JI BER BÊHNÊ NIKARIN ÎDARE BIKIN' 
 
Şêniyê gund Kasim Alpinar (55) jî anî ziman ku cara ewil di 1993'an de xizmeta hatiye kirin û got: "Niha pergala binavayiyî ya gundê me hemû xirab bûye. Boriyên avê yên min bixwe anîne jî gelek jî derizîne. Boriyên qenalîzasyonê jî derketine derve. Ji sala 1993'yan ve tu xizmet nehatiye kirin." Alpianr, diyar kir ku ocaxa tenduristiyê ya li gundê wan niha girtiye û got: "Niha yek ji me nexweş bikeve, ocaxeke me ya tenduristiyê jî tune ye ku em bibin. Avahiya wê di sala 1990'î de hat çêkirin, lê belê hat girtin. Niha 2 sal in li şûna wê kursa xaliyan tê dayîn. Wexta berf dibara ambulans jî nayên. Niha rêyên gund ji bo wesayîtan ne musaîd in. Kort bûne û me bi derfetên xwe ew kort bi keviran dagirtine." 
 
Yahya Akyon jî got: "Bi salan e ava gundê em tune ye. Rewşa me li holê ye. Car heye ji bo em miriyê xwe bişon jî av tune ye." Husnu Apaydin jî got: "Em xweşikî nikarin heywanên xwe jî av bidin. Ava me û heywanan yek e." Necat Turko jî got: "Halê kolan û malên me li holê ye. Havînê em ji ber bêhnê nikarin îdare bikin. Zarokên me tim nexweş dikevin." 
 
BI KERAN AVÊ DIKIŞÎNIN 
 
Gundî, ava vexwarinê bi keran dikişînin. Cihê av lê heye 3 kîlometre dûrî gund e. Melek Tûnç a 10 salî , diyar kir ku di hudnurê dibistana wan de mişk diçin û tên û ji ber vê ew newêrin biçin lawabaoyê jî. Tûnç got: "Em dixwazin avê bikişînin gundê me. Em her rij vê eziyetê dikişînin." Yûsûf Alpinar jî got: "Rojê em sê çar caran avê dikişînin. Ên kerê wan tune bin peya diçin." 
 
'EM PERÎŞAN BÛN' 
 
Meyase Alpinar jî destnîşan kir ku li gund barê giran li ser milê jina ye û got: "Em welatiyên vî welatî ne. Em baca xwe didin, lê xizmet tune ye." Alpinar, diyar kir ku ew gelek caran jê firaq û kincên xwe li cihoka avê dişon û got: "Niha barn dibare û av pir e, lê havîna em ji bo ser çavê xwe bişon avê peyda nakin." Êelahat Akyon jî got: "Kes dengê me nabihîse. Êdî bes e, ma em ê heta kengî îdare bikin. Em jî û zarokên me jî em di van rêyan de perîşan bûn." Vehbiye Tûnç ku li gund miriyan dişo jî got: "Gelek caran em ji bo şûştina miriyan diçin avê ji Misircê tînin. Êdî em nikarin miriyên xwe jî bi aveke paqij bişon." 
 
Şivanê gund Yûsûf Tan jî got: "Ma wê ava vê qenalê têra me bike an têra heywanên me?" Abdullah Akyon jî got: "Her roj piştî heywanan diçêrînim, heywanan tînim vir." 
 
MA / Metîn Yoksu
 

Sernavên din

02/02/2019
13:09 HDP: Cezayên Tuncel û Kişanak berdewama darbeya 2'ê Adarê ye
12:27 Qeyûm, bi projeyên Kişanak propaganda xwe dike
12:17 Nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin hat binçavkirin
12:11 Polîsan bi spreyê nivîsên tecrîdê jê bir
11:50 Rojnameger Dogan ji bo xelata azadiya îfadeyê namzet hat nîşandan
11:29 Namzetên hevşaredariya Qersê: Em ê modelek ku pêşengiya Tirkiyeyê bike ava bikin
11:13 Li Minbicê teqîn: 5 mamoste birîndar bûn
10:45 Koçyîgît: Di sala 'Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan' de 62 zarok di kar de mirin
10:31 Nivîskar Selîm Temo krîza dil derbas kir
10:08 Derûnînas Şenol: Bersûcê tecawizê dê raste rast ji zagonê sûdê bigirin
09:26 Berxwedana Leyla Guven ket roja 87'emîn
09:25 Şanogeran ‘Bûn An Jî Nebûn’ diyarî Leyla Guven kir
09:25 3 sal borîn lê hêj dosyeya Mûrat Daşkan wek berê ye
09:21 'Mirov diçin hîvê, lê hîn jî li gundê me av tune ye'
09:20 Çîçek: Em bibin lehî û biherikin Bakirkoyê
09:20 ‘Beriya mirinê, dawî li tecrîdê bînin'
09:19 Tûran: Divê dawî li tecrîdê bê, ji bo jiyaneke azad gav bên avêtin
09:18 'Daxwaza zarokên me daxwaza me ye jî'
09:17 Jimariya li ser piya li girtiyê berasteng tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2019'AN
01/02/2019
22:12 15 sal ceza li Tûncel, 14 sal û 3 meh jî li Kişanakê hat birîn
21:56 Çalakiyên ji bo piştgiriya greva birçîbûnê didomin
20:25 Li Şirnexê 4 jinên din jî hatin berdan
16:29 Kişanak: Kengi dewlet bi Ocalan re hevdîtin kiriye aştî pêş ketiye
16:14 Baroya Amedê dê têkildarî kelepçekirina Kozagaçli giliyê sûc bike
15:09 Li Wanê 16 jinên girtî hatin derbkirin
14:40 Gergerlîoglu: Nasnameyê li peş serkeftinê dikin astengî
14:23 Dozger 18 sal ceza ji Gulser Yildirim re xwest
14:14 Leyla Guven bi weşana zindî beşdarî civîna gel a Geverê bû
14:04 Serlêdana hevdîtina li gel Ocalan hat redkirin
13:33 Bernameya Sibatê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
13:22 Guven: Çalakiya me dê di demek pir nêz de bi ser bikeve
13:20 Destûra mitînga Stenbolê hat dayîn
12:24 Kişanak beşdarî danişînê kirin, Tuncel neanîn danişînê
12:03 Ji bo venegere kar lêpirsînek din dan destpêkirin
11:42 Li Heskîfê îtîraza li dijî jê birina qeyda 204 hilbijêran hat redkirin
11:17 ‘Bêyî şehadet pêk werin em xwedî li wan derkevin’
11:14 TUÎK: Nifîsa Tirkiye 82 milyon e
10:54 Li Wanê êrîşî otobusa HDP'ê ya hilbijartinê kirin
10:03 Li Şirnexê îtîraza 9 hezar hilbijêrên nelirê hat redkirin
09:43 Bi fatûrên xeyalî mesrefa şexsî li ser Muzê nivîsand
09:16 Hatîmogûllari: Divê em bi hev re hewl bidin ku Leyla Guven bijî
09:15 'Berxwedana me wê bi ser bikeve'
09:14 Wê DBP, li Amedê kongreyê li dar bixe
09:14 'Bêhnstendina gelan bi bidawîbûna tecrîdê pêkan e'
09:13 ‘Eger gav neyê avêtin û tiştek biqewime, ev şerma mirovahiyê ye'
09:12 Banga ji bo mîtînga Stenbolê: Em xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
09:09 'Wê Colemêrg careke din rekorê bişikîne'
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2019'AN
31/01/2019
23:59 Bi meşekê piştgirî dan çalakiya Leyla Guvenê
23:56 Tevî Hevseroka DBP'a Şirnexê Altay 8 jin hatin berdan
20:59 HDP'î bi girseyî ber bi mala Guvenê ve meşiyan
19:26 'Mîrê bilûrê' Egîdê Cimo di 87 saliya xwe de koça dawî kir
18:56 Ewropayê jî serokatiya Gûaîdo qebûl kir
16:49 Danişîna Demîrtaş û Yuksekdag hat taloqkirin
16:38 Temellî: Em ê bersiva herî xurt di sindoqan de bidin faşîzmê
16:05 Ser doza JÎTEM’a Enqereyê diniximînin gelo?
15:50 Navnîşanên hilbijêrên xeyalî nîşanî rojnamegeran dan
15:19 Danişîna Tuncel û Kişanak sibê tê dîtin
15:12 Weşanên Aryen 4 pirtûkên nû çap kir
14:43 ‘Em hatin ku qeyûman paqij bikin’
13:45 Leyla Guven: Serkeftin ya me ye
13:36 ‘Em ê bibin dengê Guven û girtiyan’
13:35 Li Dersimê bayê yekîtiya hêzê ba dibe
12:48 Şahid li xwe mikûr hat: Digotin hûn nikarin cenaze li vir veşêrin
12:28 Eskeran bi ser 37 mal û axuran de girt: Kesek hat binçavkirin
11:57 Wekîlên HDP’ê li dijî tecrîdê dest bi nobetê kirin
11:40 Berdevkê YPG’ê Mehmud: Polîtîka selefî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê têk çû
10:43 Bakkalci: Divê bi çalakgerên grevên birçîbûnê re muzakereyan bikin
10:15 Ozturk: Daxwaz nehatin bersivandin, berxwedan didome
09:39 Li Silopî bi dronan êrîşî qereqolê kirin
09:25 'Em ê qeyûman bişînin Enqereyê, em ê tiştên aîdî gel radestî gel bikin'
09:22 Di 4 mehan de der barê HDP'iyan de 257 fezleke hatin amadekirin
09:21 Mir lê disa AYM'ê berdana wî red kir
09:20 Wêranşarî: Çalakiyên greva birçîbûnê berxwedana li dijî bêhiqûqîtiyê ye
09:18 Ji mîtînga Stenbolê re hindik ma
09:17 Belkis jî noq bû!
09:16 'Em ê bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê'
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:42 Ciwanan Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ava kirin
08:32 Çalakgerên Qamişloyê ji bo rakirina tecrîdê ji NY‘ê re name şandin
07:14 Berxwedana Leyla Guven ket roja 85'emîn
30/01/2019
21:21 Bi dirûşme û tilîliyan çûn ber mala Leyla Guvenê
20:40 Parlementerên Partiya Çep bi çalakiyekê piştgirî dan Leyla Guvenê
20:27 Tevî namzeta Cizîrê Kûtlû 10 jin hatin berdan
19:46 Buldan, çû serdana malbata Selma Irmak
19:24 Ber bi Şirnexê ve sewqiyata leşkerî
17:18 HDP li avahiya KCD'ê dest bi nobetê dikin
16:56 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 10 hezar îmze derbas kir
16:52 Hevseroka KCD'ê Guven ji CPT re nameyek şand
16:21 'Çi dikin bila bikin serkeftin ya me ye’
16:19 Siyasetmedarên Swêdî û rewşenbirên penaber xwestin tecrîd rabe
15:19 Li Licê û Solaxanê serde girtina gundan
15:11 Çalakiyên greva biçîbûnê belav dibin 281 girtî di çalakiya bêdem û bêdorveger de ne
14:40 Endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Kiliç hat binçavkirin
14:30 Yekîtiya Hêza Şoreşgerî dê sibê namzetên Dersimê eşkere bike
14:16 Li Wêranşarê 6 jê muzîkjen 11 kes hatin binçavkirin
14:00 Derbkirina xwe venegotin, rojnamegeran neheq kirin
13:26 HDK’a Edeneyê: Bi tecrîdkirinê re kilîdê li aştiyê xistin
13:25 Buldan: Ereb, Kurd, Mehelmî, Suryan dê bi hevre Mêrdîn bi rêve bibin