STENBOL - Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek ji bo mîtînga dê li Bakirkoyê bê lidarxistin bang li herkesî kir û got: "Wê rojê wê Qada Azadiyê ya Bakirkoyê gol be û wê 39 navçeyên li dora wê jî çem bin. Ew çem mecbûr e biherike wê golê, ew gol mecbûr e mezin bibe, ew gol mecbûr e di di ser re bavêje."
Wê HDP'a Stenbolê di 3'yê Sibatê saet di 13:00'an de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê, ji bo balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê, mîtîngekê li dar bixe. Wê hevserokên giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî û hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglu û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li mîtîngê bibin. Her wiha wê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven jî ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê 87 roj in di greva birçîbûnê de ye, bi rêya înternetê bi awayekî zindî beşdarî mîtîngê bibe.
Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek, destnîşan kir ku ev mîtîngeke dîrokî û girîng e û got: "Ev di heman demê de ji bo me tê wateya rêxistinbûyîna civakiyî ya li dijî polîtîkayên tecrîda li Îmraliyê."
'EV HEQÎQETEK E'
Çîçek, bilêv kir ku mîtîng ji bo stenboliyan tê wateya "civîneke mezin a li dijî faşîzmê" û got: "Sernavê sereke yê yekîtiya hêzê ya li dijî faşîzmê, ferzkirina feraseta qirkirinê ya li kurdan e. Tu nêzîkatiyeke ku li dijî vê feraseta qirkirinê tev negere, ne demokrat e ne jî şoreşger e. Loma pêwendiya Birêz Ocalan û vê mîtîngê bi vî awayî tê danîn. Em pêwendiya vê mîtîngê, bi vî awayî bi çalakiya Leyla Guven û zêdetirî 200 hevrêyên me yên li girtî re datînin. Ew kes ji bo dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan bê bedena xwe dane ber birçîbûn û mirin. Wexta bedena xwe dan ber mirinê tenê daxwaza wan ne ji bo azadiyeke yekjimar e. A rast di şexsê Ocalan de doza azadiya hemû nasnameyên bindest dikin. Eger nasnameyeke bindest û bêhiqûqîtiya li Îmraliyê hevrû nebe, wê nikaribe bi awayekî rast ji bo nasnameya xwe bindest bitêkoşe. Di şexsê Leyla Guvenê de, hemû çalakgerên greva birçîbûnê vê peyamê didin gelên Tirkiyeyê."
Çîçek, destnîşan kir ku ew li dijî îktîdara AKP-MHP'ê ku dixwaze vê pêwendiyê ji holê rabike ketine ser rêya lêgerîna ji bo heqîqetê û got: "Birêz Ocalan û siyaseta demokratîk akurd rastiya vî welatî ye û di navenda vê polîtîkayekê de ye. Windakirina li wir tê wateya windakirin li hemû erdnîgariyan. Ew tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, niha li çiyayên Dersimê, li gundên Dersimê jî tê sepandin. Tecrîda li Îmraliyê bandorê li tecawuzan, li tacizan jî dike. Em vê yekê sirf ji bo gotineke me hebe nabêjin. Ev heqîqetek e. Aqilê dewletê bi vî awayî dixebite. Ev teknîkeke rêveberiyê ye. Em jî mecbûr in li dijî vê teknîkê, teknîka têkoşîneke demokratîk biafirînin. Loma em hemû derdorên berxwedêr ên Stenbolê vedixwînin mîtîngê. A rast ev ne mîtîngeke HDP'ê ye. Me hemû xebatên xwe bi vî rengî kirin. Kedkarê agir berda bedena xwe û tecrîdkirina Birêz Ocalan girêdayî hev in."
'EM Ê JI NIHA VE PEYAMA 31'Ê ADARÊ BIDIN'
Çîçek got: "Em ê ji niha ve ji bo 31'ê Adarê vê peyamê bidin; wê koalîsyona AKP-MHP'ê li Stenbolê winda bike. Divê em bêjin gelê Stenbolê li hemberî vê feraseta tekparêz têdikoşe. Divê em bêjin em careke din dîrokê dinivîsînin. Tim û tim bindestan dîrok nivîsandiye. Divê em bêjin em ê careke din dîrokê binivîsînin. Em wê rojê wekî starta nivîsandina dîrokê dinirxînin. Wê ev roj hêviya me ya ji bo demokrasî û azadiyê mezinitr bike û wê çokên faşîzmê birehilin. Piştî vê hevdîtina mezin ew e ku em di 31'ê Adarê de li Stenbolê faşîzma AKP-MHP'ê birûxînin."
Çîçek, destnîşan kir ku divê li dor Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de "benda hevrêtiyê" bê çêkirin û got: "Em mecbûr in li dijî bêçaretiya li me tê ferzkirin qîrîna îsyanê, qîrîna demokratîkbûyînê di 3'yê Sibatê de bigihînin lûtkeyê. Li vî bajarî milyon û 200 hezar dengê me heye, îjar em mecbûr in di 3'yê Sibatê de bi sed hezaran bên cem hevdu. Eger wê rojê em bi sed hezaran bêm cem hevdu û em li dor Leyla Guven û hevrêyên wê çepera hevrêtiyê çêbikin û em hevrêtiya wan heq bikin, em baş dizanin wê faşîzma paşverû nikaribe guhnedêriyê bike. Me dît, roja şemiyekê bi hevdîtineke korsan hevdîtinek pêk anîn. Hevdîtineke korsan bû. Em di ser vê hevdîtina korsan re dikarin vî tiştî bibêjin; wê berxwedêr careke din bikin ku serdest hesabên xwe bikin. Qibleya me tenê berxwedan e. Wê rojê divê her yek ji me bibe Leyla. Divê wê rojê her yek ji me bibe hevrêyên me yên em niha navên wan nizanin û zêdetirî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne. Divê wê rojê her yek ji me bibêje em tecrîda li îmraliyê, bêhiqûqîtiya li Îmraliyê qebûl nakin. Wê rojê eger em bibin em, wê têkoşîn bi ser bikeve."
'EM Ê BIBIN ÇEM Û BER BI BAKIRKOYÊ VE BIHERIKIN'
Çîçek got: "Wê rojê wê Qada Azadiyê ya Bakirkoyê gol be û wê 39 navçeyên li dora wê jî çem bin. Ew çem mecbûr e biherike wê golê, ew gol mecbûr e mezin bibe, ew gol mecbûr e di di ser re bavêje. Em ê peyamekê bidin xwediyên van polîtîkayan. Heta ev behra ji gelan hebe, wê tu polîtîkayên we bi kêr neyên. Wê rojê dê Stenbol mizgîniya windakirina vê tejîma faşîst bide. Divê wê rojê gelê me girse bi girse berê xwe bide qada mîtîngê. Ez Newrozê bi bîr dixim. Digotin vîna gelê kurd şikiyaye. Wexta gelê kurd ber bi qada Newrozê ve diherikî, du polsî ji hev re digotin 'keko dîsa jî tên.' Em ê wê gotinê careke din bi wan bidin gotin. Belê, em ê dîsa bên."
MA / Yasin Kobulan