MANÎSA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê, ragihandin ku ji ber wan "jimariya li ser piya" qebûl nekiriye cezayê dîsîplînê tê birîn û dibe ku ji ber van cezayan înfaza wan bê taloqkirin.
Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê, nameyek ji Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Manîsayê re nameyek şandin û di nameyê de bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Girtiyê nexweş Ozgur Bektaşoglû ku ji sedî 52 berasteng e û Şemsettîn Erdem, Ozgur Çelîk, Mehmet Tekîn, Mûstafa Çaçûr, Muhlîs Karan, Ferhat Kûrt, Arîf Sezgîn, AHmet Yeşîl û Ahmet Bozkûrt ku ji 28'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ne, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi raya giştî re parve kirin.
'ÎTIRAZ HATIN REDKIRIN'
Girtiyan di nameya xwe de diyar kir ku berê jî wan bi awayekî şexsî û komî serî li ÎHD'ê dabûn. Girtiyan, ragihand ku li qawîşa A-17'an ew 11 kes dimînin û der barê li her yekê ji wan 10-15 lêpirsîn hatine destpêkirin. Girtiyan got: "Hema bêje ev ceza hemû teqez bûne û wê veguhere berdana bi şert. Berê jî me gotibû, ji ber jimariya li ser piya qebûl nakin ev ceza li me tên birîn. Her wiha ji ber di dema jimariyê me de em hatin îşkencekirin, me dirûşme berz kirin û bi îdiaya 'belasebeb berzkirina dirûşmeyan' ceza li me hat birîn. Lêpirsîn didomin û yên nû tên destpêkirin. Di 19'ê Kanûna 2018'an de ji ber berzkirina dirûşmeyan lêpirsîn hat destpêkirin û di dirûşmeya dozê de sê meh cezayê pêwendî û ragihandinê li hevalên me Şemsettîn Erdem, Mehmet Tekîn, Ozgur Bektaşoglû û Ozgur Çelîk hat birîn û her wiha 10 roj cezayê hucreyê jî li hevalê me Şemsettîn Erdem hat birîn. Me îtiraz kir, lê belê îtiraza me nehat qebûlkirin."
FERZKIRINA JIMARIYA LI SER PIYAN
Di nameyê de hat diyarkirin ku di 4'ê Çileya 2019'an de ji bo îtirazê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Manîsayê hatiye dayîn û wiha hat gotin: "Wê biryara dadgeha cezayê giran biryara teqez be. Me der barê 3 dosyeyên ku ceza li 4 hevalên me hat birîn de, bi rêya parêzeran li Dadgerya Înfazê ya Manîsayê parêzî kir. Lê belê dadgehê îtiraza me red kir û ceza erê kir. Li hevalê me Ozgur Bektaşoglû ku ji sedî 52 berasteng e, bi hinceta li hember jimariya li ser piya derketiye 2 caran li ser hev 3 mehan cezayê qedexekirina hevdîtinê lê hatibû birîn, lê belê îtiraza li hemberî vê hat qebûlkirin. Îdare tenê di jimariya serê sibehê de jimariya li ser piya li me ferz dike, di ên êvarî û dawiya hefteyê de tiştekî wisa tune ye û ev jî nîşan dide ku girtîgeh û pêkanînên wê li hev nakin. Her çend biryara dadgehê heye jî, lê dîsa jimariya li ser piya li hevalê me yê berasteng tê ferzkirin."
Girtiyan, destnîşan kir ku heta niha gelek cezayên dîsîplînê li wan hatiye birîne û eger ev ceza bên pesendkirin wê tehliyeya me ya gelek kesan bişewite û ji bo vê bang li raya giştî kirin ku li hemberî van pêkanînan tev bigere.
MA / Rûken Demir