MELETÎ – Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak ku ligel Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel tê darizandin, parastin kir û sûcdariyên der barê xwe de wekî “kumpas” pênase kir. Kişanak, anî ziman ku ew bi hiqûqek çêker re rû bi rû ye û wiha got: "Hemû axaftinên min li gorî rêziknameya partiyê ye. Kişanak, bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Ji sala 1993'an heta niha dewletê kengî bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anîye aştî pêş ketiye."
Danişîna 12’emîn a doza Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin li Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê dest pê kir. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê Gitşî yê DBP’ê Mehmet Arslan, parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Semra Guzel, Zuleyha Gulum, Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik, rêveberên Baroya Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û malbatên Kişanak û Tuncel û gelek kes beşdarî danişînê bûn. Piştî tespîta nasnameyan Hevşaredara Amedê Gultan Kışanak, ewil bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven. Kişanak, anî ziman ku daxwazên Guven daxwazên wê ne jî û wiha got: "Sabahat Tuncel, ji ber di çalakiyê de bû beşdar nebû. Ji bo pirsgirêka ku wîcdanan bêzar dike û çareseriya pirsgirêka kurd hewldan hene. Ji sala 1993'an heta niha kengî dewletê bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anîye aştî pêş ketiye. Kengî aştî pêş dikeve cenaze radiwestin û kuştin radiweste. Êş radiweste. Leyla Guven, Sebahat Tuncel û bi sedan girtiyên din ji bo dengek ji Îmraliyê bê û tecrîd bi dawî bibe di greva birçîbûnê de ne. Hemû kesên di grevê de ne tenê daxwazek wan heye. Ez li vir slavên xwe ji hemû kesên di grevê dene re dişînim. Ev daxwaz di heman demê de daxwaza min e jî. Ragihandina bi Îmraliyê re tê asteng kirin. Ji Sebahat Tuncel jî silav heye."
MIN MAFÊ XWE YÊ PARASTINÊ PÊK NEANÎ'
Kişanak, da zanîn ku 2 salin tê darizandin û hêj mafê xwe yê parastinê bikar neanîye. 11 rûniştin pêk hatin. Ez tenê beşdarî yekê nebûm. Ew jî wekî ku bi zanebûn beşdar nebûme nîşan didin. Niha rastî çiye, çima têm darizandin ne diyar e. Mijara dozê ez im û ez jî ne li vir bûm. Tişta min kiriye mirovî û rewa ye. Di jiyana xwe de her dem nirxên ku min jê bawer kirin mi parast. Ger ku min tiştek kiribe jî ji ber ku nirxên demokratîk têde heye min kiriye. Dişta ku min di pêvajoya çareeryê de got niha wekî sûc derdikeve pêşberî min. Ger ku serdestî bê qeyd û bê merc ya milette, 6 milyon kesan deng da vê partiyê. Ger ku em perçeyekî vî milletî ne, çima Amed û Stenbol ne wek hev e. Min gotibu em mirin û kuştinê naxwazin. Lê ev yek bû sûc û niha derket pêşberî min. Ji 1993’an heta niha kengî hat hesabê dewletê bi Ocalan re hevditin kirin. Di sala 2013'an de hevdîtin li pêş çavê her kesî pêk hat. Lê niha wekî sûc derdixin pêşberî me.
Tevlebûna me ya Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi destûa walî û wezîran pêk hat."