AMED – Rêvebera Baroya Amedê Habîbe Danişman Deyar got ew ê têkildarî kelepçekirina parêzer Serlçuk Kozagaçli ya anîne merasîma cenazeyê bavê wî giliyê sûc bike.
Baroya Amedê ji bo bîranîna serokên xwe yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin di hefteya 161’emîn de çalakî li dar xistin. Gelek parêzer beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te jî bîr nakin” hildan. Rêvebera Baroya Amedê Habîbe Danişman Deyar di çalakiyê de axivî û got parêzerên kurd û tirk di bin zextan de ne.
‘HEVPÎŞEYÊN ME TÊN KUŞTIN Û GIRTIN’
Danişman Deyar da zanîn ku ronî nekirina cînayeta Tahîr Elçî bi pêvajoya siyasî ya 3 sal berê hat destpêkirin ve girêdayîne. Deyar bi bîr xist ku di serî de parêzer Selahattîn Demîrtaş, Aysel Tugluk, Bekîr Kaya û Selçûk Kozagaçli di nav de gelek parêzer girtîne û pêkanîna lêpirsîn û cezakirinê ya li dijî parêzeran didome û tên darizandin. Deyar got gelek hiqûqnas ji ber parastinên peywîra xwe tên astengkirin.
DÊ GILIYÊ SÛC BIKIN
Destnîşan kir ku ji bo ew bêhiqûqiyê teşhîr bikin hevpîşeyên wan Selçûk Kozagaçli, Behîş Aşçi û Aytaç Unsal ji 24’ê çile ve di greva birçîbûnê de ne û ew anîna hevpîşeyê xwe Selçûk Kozagaçli ya bi kelepçekirî beşdarî merasîma cenazeyê bavê wî kirin qebûl nakin. Deyar got ew ê têkildarî kelepçekirina Kozagaçli de der barê wezîfedaran de giliyê sûc bikin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê xelas bû.