AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 86 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ye, bi rêya 3 G beşdarî nobeta li KCD'ê ji bo piştevaniya çalakiyan hatiye destpêkirin bû û hîtabî beşdarên nobetê kir. Guven, diyar kir ku dibe ji kesên ketine vê rêyê hinek bikevin, lê ya girîng armanca wan e û wiha got: "Em bawer dikin ku di demek pir kin de berxwedana me dê bi serkeftinê bi encam bibe."
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 86 rojin di greva birçîbûnê de ye, li avahiya KCD'e di roja duyemîn de nobeta xwe berdewam dikin. Nobeta ku duh Parlamenterên HDP'ê Musa Farisogullari, Dersim Dag, Semra Guzel, Ridvan Turan û Tulay Hatîmogullari dest pê kirin, îro Parlamenterên HDP'ê Saliha Aydeniz û Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Mensur Işik dewir girtin. Li salona ku zuyaret tên qebûl kirin pankarta wêneyê Leyla Guven, Îmam Şîş ê li Gallerê û Nasir Yagiz ê li Hewlerê di grevê dene û nivîsa “Emê tecridi bişkinin faşizmi helweşinin” vekirin. Ziyareta rojê ya ewil xebatkarên çand û hunerê ya Amedê pêk anîn. Dîsa endamên Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û xizmên girtiyan amade bûn.
‘YA GIRÎNG ARMANC E'
Di ziyareta nobetê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi rêya 3G beşdarî nobetê bû û kesên li salonê silav kirin. Guven got "Baş e hûn hene. Dema ez li girtîgehê bûm, min dizanîbû ne tenê me. Li girtîgehê me bi coşek mezin li ber xwe dida. Hêj em vê berxwedana xwe berdewam dikin. Li pişt dîwaran jiyana azad heye. Em ew qas mafdar in çalakiya me her roji wekî gloka berfê mezin dibe. Dibe ku kesên di vê rêyê de bikevin hebin. Lê ya girîng armanca me ye. Rayedarên Dewletê di 12'ê Çile de Mehmet Ocalan şandin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Piştre ez hatim berdan. Dewletê du hamle kirin. Lê me herdu hamleyên dewletê jî vala derxist. Em dizanin dilê milyonan li cem me ye. Ji ber vê yekê xwe bi tenê nabînim. Hevalên min li dora min in. Ez bi maneviyatek pir mezin çalakiya xwe berdewam dikim. Em ê çalakiya xwe mezintir bikin û biçin gelê xwe. Em di vê hilbijartinê de ji sedî sed şaredariyan bigirin. Em vê hamleyê pûç bikin. Berxwedan jiyane.”
Piştre koma duyemin çalakî dewir girt. Kesên nobeta çalakiyê dewir girtin gotin “Berxwedana we berxwedane me ye" û nobet dewir girtin. Nobeta parlamenterên HDP'ê ya li KCD'ê di roja duyemîn de berdewam dike û ziyaretên ji bo Nobeta li KCD'ê dest pê kir.