MELETÎ – Danişîna Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak dest pê kir. Kişanak beşdarî danişînê kirin, lê Tuncel a di greva birçîbûnê de ye neanîn danişînê.
Danişîna 12’emîn a doza Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin li Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê dest pê kir. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê Gitşî yê DBP’ê Mehmet Arslan, parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Semra Guzel, Zuleyha Gulum, Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik, rêveberên Baroya Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û malbatên Kişanak û Tuncel û gelek kes beşdarî danişînê bûn.
Sebahat Tuncel a 18 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye neanîn danişînê. Gultan Kişanak beşdarî danişînê bû.
TENÊ ROJNAMEGEREK BERDAN HUNDIR
Dadgeha Meletiyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Ji bo şopandina dozê tenê rojnamegerek berdan salona danişînê. Rojnamegerên din bernedan hundirê salonê. Balkêş bû gellek polîs li ber derî û li salona danişînê sekinîne. Bi hêceta cih nemaye gelek kesên xwestin danişînê bişopînin bernedan hundir.
Danişînêp iştî tespîta nasnameyan dest pê kir. Danişîn dê li dijî mutalaya dozger dewam bike.